Pîrozbahî

Pîroz e şevek pîroz e

Cejn e û him jî Newroz e

Çi şahiyek e  dilsoz e

 

Çi helkefte û çi cejn e

Gul û sosin jêre bejn e

Rojbûna teye şêrjin e

 

Çi şeveke xemrevîn e

Hemû şadî û evîn e

Xizimin li hev civîn e

 

Helkefteke bê hempa ye

Xweşî û şadî ber ba ye

Şahiya dildaran  wiha ye

 

Hêza  dil û can, evîn e

Ji hestan re derbirîn e

Şahciwana min, Şevîn e

 

Mihemed Hesko (birasoz)

Duşem, 27.01.2020. Almanya

 

 

 

 

 

 

Derbar ziman

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply