Pervîn Çakar strana xwe ya nû ‘Newrozî 1979’ belav kir

Sopranoya Kurd Perwîn Çakar bi boneya hatina Cejna Newrozê strana xwe ya bi navê “Newrozî 1979” belav kir.

Hunermenda navdar Pervîn Çakar strana xwe ya nû herî nû ya ya bi navê “Newrozî 1979” li ser hemû platfomên dijîtal belav kir.

Stran ji helbesta nivîskar û helbestvanê Kurd Abdullah Peşêw a bi navê “Newrozî 1979” hatiye amadekirin.

Pervin Çakar diyar kir ku berhema “Newrozî 1979” ji aliyê Abdullah Peşêw ve li Moskowayê hatiye nivîsandin û bi kompozîsyona Arsalan Kamkar hatiye amadekirin.

Pervîn Çakar kî ye?

Soprano Pervîn Çakar li navçeya Dêrik a Mêrdînê ji dayik bû. Wê di sala 1995an de li Dibistana Hunerên Ciwan a Anadoluyê ya Amedê dest bi perwerdeya muzîkê kir, di sala 2003an de beşa Stranên Perwerdehiya Muzîkê ya Zankoya Gaziyê qedand. Wê ji Oylun Erdayî dersên taybet ên stranbêjiyê wergirt. Ji bo xwendina li Accademia D’arte Lirica û paşê jî li Perugia Accademia Musicale Umbria çû Îtalyayê. Di vê navberê de, wê dersên stranbêjiyê ji William Matteuzzi, Carmen Gonzalez, Sergio Bertocchi wergirtin. Di sala 2007an de ji Konservatuara Perugia F. Morlacchi bawernameya Bachelor bi pileya bilind qedand û li heman konservatuarê mastera xwe bi pileya herî bilind a konservatuarê qedand.

Soprano Pervîn Çakar beşdarî masterclassên stranbêjên operayê yên navdar ên cîhanê bû ku di nav wan de hunermendên wek; Luciana Serra, Montserrat Caballé, Mietta Sighele, Veriano Lucchetti, Tiziana Fabbricini, Salvatore Fisichella, Edda Moser û Lella Cuberli hebûn. Pervîn Çakar di sala 2004an de li Festîvala Muzîkê ya Navneteweyî ya Eskîşehîrê û li Opera û Baleya Dewletê ya Enqereyê di sala 2004an de dest bi kariyera xwe ya sahneyê kir û li Îtalya û welatên Ewropayê berdewam kir. Ew beşdarî konser û operayên li Milan Teatro Rosetum, Teatro Politeama Greco di Lecce, Teatro Comunale di Bologna, Venice Teatro La Fenice, Teatro Verdi di Trieste, Theater An Der Wien, Milan Teatro Alla Scala û gelek sahneyên din bû. Wê di pêşbirkên navneteweyî de, nemaze di warê dengê herî baş ên jinan de gelek xelat wergirtin. Wê xebat li ser, ji nû ve şîrovekirina mûzîka Kurdî ya bi awayê Muzîka Rojavayî jî kiriye.

Gotinê stranê:

NEWROZA 1979’AN

Îsal bê çiya Newroz nakim.

Bê bêhna giya Newroz nakim.

Newroz nakim

Bê rivîna sor a agir.

Newroz nakim

Ger cergebez toz raneke û

Bixwe ez nebim sergovend

 

Kezeba min,

Tu min sibehê zû rake.

Pir ditirsim:

Kewek, karek,

Gundek, şarek,

Çemek, çiyayek

Ji bîr bikim

 

Pir ditirsim:

Darek, kevirek,

Koxek, tozek,

Binegiyayek

Ji bîr bikim.

 

Tu min sibehê zû rake!

Dîsa mebêj,

Bila têr xew be…

Min bi çiya sond xwariye,

Ku Kurdistana xwe ya dûr,

Bi germiyan û zozanan ve,

Veguhêzime xerîbiyê – odeya xwe.

Rudaw

Derbar ziman

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply