Jimara Nû ya Kovara Nûbiharê Weşiya

Jimara Nûbiharê 152yan derket. Di vê jimarê de jî gelek nivîsên curbecur weşiyane.

Perwîz Cîhanî, ji koleksiyona Aleksander Jaba du helbestên nû diweşîne; yek ya Melayê Bateyî, ya din jî ya ‘Xîyasî ye.

Rohat Alakom dîsa nivîsek balkêş nivîsiye. Di vê jimarê de Rohat Alakom li ser Kurdên Batûmê nivîsiye.

Helbesta Fêrîkê Ûsiv ya bi navê “Çendik û Çend Sala” ji aliyê naverok, teşe, ciwankarî û biwêjê ve bûye mijara nivîsa Murad Celalî.

Encûm Yamûlkî yek ji damêzrînera Komeleya Pêşxistina Jinên Kurd ya sala 1919an bûye. Seîd Veroj li ser keça Mistefa Paşayê Yamûlkî Encûm Yamûlkiyê nivîsiye.

Mûsa Ekîcî & Îbrahîm Seydo Aydogan û Dawûdê Bagûrî nivîsên wan li ser rêziman û îmlayê ne.

Derbarê Melayê Bateyî de hindek zanyariyên balkêş Abdulqadir Kızılkaya dane.

Ji Kitêba Hecîyê Cindî “Meselok û Xeberokêd Cmaeta Kurda” beşa Filankesê Şemoyê Memê latînîze kiriye.

Di çar şairên Kurd de (Mela, Xanî, Koyî û Pêşew) êşa bêdewletbûnê Mem Med nivîsiye.

Mehmûdê Hesê dengbêjê herema Qoser û Dêrikê ye û di sala 2016an de wefat kiriye. Îbrahîm Ayhan di sala 2012an de pê re hevpeyvînek kiriye. Ev hevpeyvîn cara yekem diweşe.

Wekî din Yûnis Amedî, Occo Mahabad, Cîhan Roj, Nesim Sönmez, Rahmetullah Karakaya û Mîrê Zirav bi nivîs û çîrokên di vê jimarê de ne.

Rojen Barnas, Berken Bereh, Hafizê Şîrazî, Milla Ehmedê Cizîrî, Menahîl es-Sehwî, Mem Al, Îrşad Seydayê Cizîrî, Bamed Serdar, Ömer Faruk Feyat, Hesen Polat, Seydayê Dilkanî, Bedriye Topaç, Ehmed Şamlu, Ahmed Arif, Johann Wolfgang von Goethe û Sidîq Gorîcan şairên vê jimarê ne.

[toggle title=”Naveroka Jimara 152yan ya Kovara Nûbiharê ” state=”close”]

  1. Süleyman Çevik/Ji Edîtor
  2. Perwîz Cîhanî/Du helbestên neweșandî ji Keșkûlên Koleksiyona Elêksander Jabayî
  3. Rojen Barnas/Tiralistan / Qamçûra Xewnan
  4. Rohat Alakom/Kurdên Batûmê
  5. Mûsa Ekîcî & Îbrahîm Seydo Aydogan/Rêzimanên Kurdî û Mêjera Parçedar
  6. Berken Bereh/Defter
  7. Murad Celalî/Awirek li “Çendik û Çend Sala” Fêrîkê Ûsiv
  8. Yûnis Amedî/Ji Gencîneya Kurdî Çend bêjeyên ji devera Erxenî
  9. Seîd Veroj/Damezirênereka Komeleya Pêşxistina Jinên Kurd: Encûm Yamûlkî
  10. Hafizê Şîrazî/Ewan ku bi nezerkê axê kîmiya dikin (Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar)
  11. Dengbêj Mehmûdê Hesê/Cihê ku min lê digot rêbaza min derbas dibû! (Hevpeyvîn: Îbrahîm Ayhan)
  12. Abdulqadir Kızılkaya/Derbarê Melayê Bateyî de Hindek Zanyarî
  13. Menahîl es-Sehwî/Jinên Ewrûpayî (Wergera ji Erebî: Qedrî Sipranî)
  14. Ahmed Arif/Helbestên Heps û Zîndanan (Wergera ji Tirkî: Talat İnanç)
  15. Hecîyê Cindî/Flankes (Ji Krîlî bo Latînî: Şemoyê Memê)
  16. Mem Al/Her roj tiştek kêm dibe ji min
  17. Milla Ehmedê Cizîrî/Ti lata Husn û Şaha Rindana (Kurmancî ra Açarnayiş: Ö. Faruk Çetinkaplan)
  18. Occo Mahabad/Dilekî birîndar: Şikoyê Hesen
  19. Îrşad Seydayê Cizîrî/Bêriya Welat
  20. Cîhan Roj/Bîr û Tûrikê Qul
  21. Bamed Serdar/Name
  22. Mem Med/Di şa’irên Kurd de bandora êşa bêdewletbûnê
  23. Johann Wolfgang von Goethe/Digeriyam li Firatê li ser keştiyekê (Wergera ji Almanî: Abdullah Incekan)
  24. Ehmed Şamlu/Ayda di ayîneyê da (Wergera ji Farisî: Ayhan Geverî)
  25. Ömer Faruk Feyat/Zembîlfiroş
  26. Hesen Polat/Tovê jiyanê
  27. Nesim Sönmez/Jin û jinkok
  28. Seydayê Dilkanî/Pesnê pêşkêşê mezin Barzanî
  29. Rahmetullah Karakaya/Şivan Perwer Efsaneya Zindî
  30. Dawûdê Bagûrî/Çend Rêbaz û Pêşnîyar
  31. Bedrîye Topaç/di çavên te de munzur heye (Ji Kirmanckî: Mahsûn Reşçelan)
  32. Sidîq Gorîcan/Çîrok bi Çîrok Sê Haîkû
  33. Mîrê Zirav/Muşa’ere û Bedîuzzeman (Transkirîb û Amadekarî: Sîpanî)

[/toggle]

[toggle title=”Nivîsa Edîtor a Jimara 152yan ya Kovara Nûbiharê ” state=”close”]
Ji jimara 152yan merheba

Di dema şewba coronayê de mirovahî, li her deverê neçarî jiyaneke nû bû. Însanên ku demeke dirêj di malên xwe de hepiskirî man hewceyî riyên nû yên danûstendinê bûn. Vê yekê kir ku em jî êdî karên xwe li gor vê ‘jiyana nû’ bi pêş bixin. Li gor vê rewşê, di serê Gulanê de me malpera xwe ya firotinê vekir. Êdî kesên bixwazin dikarin kovar û kitêbên me li ser malpera me bikirrin.

Di nava heman mehê de, li ser hesabên xwe yên medya civakî jî me dest bi bernameyên zindî kir û niha jî ev bername dewam dikin.

Malpera me jî, bernameyên me jî aleqeyek baş dîtin.

Di çêkirina malperê de bi taybetî kek Mesut Bilir, di bernameyên zindî de jî kek Abdullah İncekan bêhtir ked dan. Helbet keda çend hevalên din jî gellek e. Mala tevan ava be; em ji tevan re gelek spas dikin!

Di her tiştî de xêrek heye, nexweşiya coronayê kir ku em xebatên weha bikin.

***

Madem min bi nexweşiya coronayê dest pê kir, du gotinan jî bikim: Nexweşî li welatê me zêde bûye. Niha li Diyarbekirê me, mixabin însanên me dîqet nakin. Ne tenê ev der, li hemû bajarên me rewş ev e. Em ji însanên xwe rica dikin: Xwe biparêzin, heta dikanin ji malên xwe dernekevin, hevûdu ziyaret nekin, nêzîkî hev nebin û nekevin cihê qelebalix.

***

Di vê jimarê de Perwîz Cîhanî, ji koleksiyona Aleksander Jaba ya ku Mela Mehmûdê Bazidî dabûyê, du helbestên neweșandî diweşîne. Yek ya Melayê Bateyî ye, ya din jî ya ‘Xîyasî ye.

Di her jimara Nûbiharê de, em ji nivîsên Rohat Alakom tiştên nû dibihîsin û hîn dibin. Vê carê Rohat Alakom li ser Kurdên Batûmê nivîsiye.

Murad Celalî helbesta Fêrîkê Ûsiv ya bi navê “Çendik û Çend Sala” ji aliyê naverok, teşe, ciwankarî û biwêjê ve nirxandiye.

Seîd Veroj, li ser keça Mistefa Paşayê Yamûlkî, Encûm Yamûlkî nivîsiye; ev xanim yek ji damêzrînera Komeleya Pêşxistina Jinên Kurd bûye ku ev komel di sala 1919an de ava bûye.

Di vê jimarê de, du heb nivîs li ser rêziman û îmlayê ne; yek ya Mûsa Ekîcî & Îbrahîm Seydo Aydogan e, ya din jî ya Dawûdê Bagûrî ye.

Abdulqadir Kızılkaya di nivîsa xwe de derbarê Melayê Bateyî de hindek zanyariyên balkêş dane.

Şemoyê Memê ji kitêba Meselok û Xeberokêd Cmaeta Kurda ya Hecîyê Cindî, beşa Filankesê latînîze kiriye. Gelek biwêj û gotinên hêja hene, ez bawer im wê kêrî gelekan bên.

Mem Med di çar şairên (Mela, Xanî, Koyî û Pêşew) Kurd de êşa bêdewletbûnê aniye ziman.

Îbrahîm Ayhan, di sala 2012an de bi dengbêj Meh­mûdê Hesê re hevpeyvînek kiriye. Mehmûdê Hesê di sala 2016an wefat kiriye; ev hevpeyvîn jî cara yekem diweşe.

Wekî din bi nivîs û çîrokên xwe Yûnis Amedî, Occo Mahabad, Cîhan Roj, Nesim Sönmez, Rahmetullah Karakaya û Mîrê Zirav di vê jimarê de ne.

Bi şi’rên xwe Rojen Barnas, Berken Bereh, Hafizê Şîrazî, Menahîl es-Sehwî, Mem Al, Îrşad Seydayê Cizîrî, Bamed Serdar, Ömer Faruk Feyat, Hesen Polat, Seydayê Dilkanî, Bedriye Topaç, Ehmed Şamlu, Ahmed Arif, Johann Wolfgang von Goethe û Sidîq Gorîcan cih digrin.

***

Du qiseyan jî ez do bi Dimilî bikerî: Ö. Faruk Çetinkaplanî yew xezelenda Milla Ehmedê Cizîrî Kurmancî ra açarnaya Dimilî/Kirdkî; na homar de ma ca dayo na xezelî.

Şima şenê nuşte û şi’rên xo ma rê biarşawê, eger mumkun bo, ma do ca bidê înan zî.

***

Gotina dawîn ji dilxwazên Nûbiharê re ye; rîca me ji we ev e: Ji her wextê zêdetir li Nûbihara xwe xwedî derkevin!

Hetanî jimara din bi xatirê we…

Süleyman Çevik

[/toggle]

Nûbihar 151 Weşiya

Di van rojên ku wîrûsa koronayê însan tev mehkûmî malan kirina de kovara Nûbiharê jimara xwe ya 151ê derxist.

Edîtorê kovarê Süleyman Çevik di nivîsa xwe de, bi kurtî behsa vê şewba koronayê û tesîrên wê, paşê jî behsa naveroka kovarê dike. Ahmet Aras behsa çûyina xwe ya binê xetê kiriye; çawa nivîskar Qedrîcan nas kiriye, derheqê Mele Mistefa de jê re çi gotiye û Mele Mistefa çawa qedr û qiymeta rewşenbiran zanibûye… Murad Celalî ferhengaYûsif Ziyaeddîn Paşa, El-Hediyyetul Hemîdiyye fî Luxatîl Kurdiyye, Ali Karadeniz jî Destana Zenbîlfiroşê kiriye mijara nivîsa xwe. Roşan Lezgîn behsa Mela Mihemedê Palo kiriye. Em bi qelema Roşan Lezgîn, ji vî kesê jiyaneke balkêş derbas kiriye haydar dibin. Di vê jimarê de Hêriş Kemal Rêkanî helbesteke Axaokê Bêdarî li Edebiyata Kurdî zêde kiriye. Ev şairê sedsala 17-18an mixabin kêm helbestên wî gihane roja me; ji ber vê, ev tişt gelek girîng e. Di vê jimarê de zêdebûna nivîs û helbestên bi Miks û Hîzanê ve aleqedar bala meriv dikşîne. Jixwe Axaok ji gundê Bêdarê, yê li ser Hîzanê ye. Şi’reke Feqiyê Teyran ku Mela Muhemmedê Gulnarê Miksî peyda kiriye, nivîsa Nevzat Eminoğlu ku Hîzan, weke navendeke îlmê dînî û edebiyateke Kurdî bi nav kiriye û hevpeyvîna ku bi Îbrahîm Sunkur re hatiye kirin jî bi vê heremê ve aleqedar in. Wekî din, çend helbestên vê jimarê ji aliyê kesên vê derdorê ve hatine nivisîn.

Nûbihar 150 Weşiya

Wekî jimarên berê di vê jimara Nûbiharê de jî cûrbecûr nivîs hatine weşandin. Nivîsên lêkolînî, çîrok, gername, jiyanname, metnên kilamên dengbêjiyê, helbest û wergerên ji helbestên cîhanê û hevpeyvînek di vê jimarê de cih girtine.

Edîtorê kovarê Süleyman Çevik di despêka nivîsa xwe de  weha gotiye:

“Wekî kovar Nûbihar bi vê jimarê êdî 28 salî ye. Weşanxana Nûbiharê jî ku 7 meh beriya kovarê ava bûye, ew jî di Adara 2020an de dikeve 29 saliya xwe.

Ewqas sal bi zimanê Kurdî, ji bo me tiştek gelek girîng e; dizanim ev xebat ji bo nivîskar û xwendevanên me jî weha ye. Dema wext tê dibêjim: Weşangeriya Kurdî li Tirkiyê gellek zehmet e; ji alîkî ve rewşa aboriyê, ji alîkî ve jî pêşdaraziyên li hember meseleya Kurdan karê me tim û tim zehmet kirine. Lê meşandina karê Nûbiharê eşq e; kesên ku keda xwe kirine vê xebatê di çavê me de gelek bi qîmet in; careke din ji wan dost û hevalan rica dikim ku ji vir pêve jî li Nûbiharê xwedî derkevin.”

[toggle title=”Naveroka Jimara 150î ya Kovara Nûbiharê” state=”close”]

Süleyman Çevik/Ji Editor

Berken Bereh/Li koçka şi’rê û şairan

Rohat Alakom/Du heyranên Selahaddîn Eyûbî (Sedsala 14) Dante û Boccaccio

Murad Celalî/Fêrîkê Ûsiv û Xebatên Wî

Rojen Barnas/Aldonza / Di Barîgana Evînê de

Abdullah İncekan/Li welatê rojê li xwe veger Başûrê dil

Berken Bereh/Kumbet

Heinrich Heine/Bi xatirê te (Wergera ji Almanî: Abdullah İncekan)

Evdilxaliqê Îsa/Li zarokatiya xwe digerim

Konê Reş/Newala Sîsebanê li Nisêbînê ye Ne li Botan û Ermenistanê ye!

Furûx Ferroxzad/Diyarî (Wergera ji Farisî: Mahsûn Reşçelan)

Hafizê Şîrazî/Bir ji min wê qerar û taqet û heş (Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar)

Şemoyê Memê/Dê û Kur di Berhemên Emerîkê Serdar de

Felat Dilgeş/Barê me li erdê

Mehmet Rauf Çîçek/Der heqê Seyda de çend bîranîn

Kinyazê Îbrahîm/Navdarekî Edebiyata Kurdî ya Sedsala 20an: Eliyê Evdirehman

Milla Ehmedê Cizîrî/Na Dûrîyey Ez Qut Kerda (Kurmancî ra Açarnayiş: Ö. Faruk Çetinkaplan)

Hêmin Omar Ahmad/Hebîb Mihemed Seîd nivîskarekî pirr berhem

Talat İnanç/Zimanê Kurdî

Salihê Kevirbirî/Hosteyekî Edebiyata Kurdî: Eliyê Evdirehmanê Momîn

Bamed Serdar/Tu havîn difûriya

Michael L. Chyet/Derbarê hevpeyvîna jimara 149an de agahdariya

Shahîn Bekir Soreklî/Pira Hilweşiyayî

Sidîq Gorîcan/Haîkû (Xêz: Zozan Orak)

Abdullah Can/Seîdê Kurdî û gelê xwe-II

Mele Mihemed Kêrsî/Ebdurehman Durre û Mela Mihemed Sadiq

Nesim Sönmez/Sonda bi Quranê

Dilazad A.R.T/Tenê guhdariya bêdengiyê dikim

Ahmet Seyarî/Tehlîla Romana Dimdim a Erebê Şemo

Mahmûdê Hesbêra/Kilama Çemê Dilkiya

Qedrî Sipranî/Sê Çarîn

Mihemedê Xarpêtî/Yan e!

Receb Dildar: Ez bi xwendin û nivîsê li heyatê me! (Hevpeyvîn: Nihat Gültekin)

Abdulselam Akıncı/Çima Kilaman Çêdikim?

Mela Muhemed Gulnar/Firaqa Jiyana Medresan (Veguhastina ji tîpên Erebî: Sîpanî)

Evdî Hesqera/Kilama Heso yan Hûso û Nazê?

[/toggle]

[toggle title=”Nivîsa Edîtor a Jimara 150î ya Kovara Nûbiharê” state=”close”]

Nûbihar gihaşte jimara 150 Wekî jimarên berê di vê jimara Nûbiharê de jî cûrbecûr nivîs hatine weşandin.

Nivîsên lêkolînî, çîrok, gername, jiyanname, metnên kilamên dengbêjiyê, helbest û wergerên ji helbestên cîhanê û hevpeyvînek di vê jimarê de cih girtine.

Edîtorê kovarê Süleyman Çevik di despêka nivîsa xwe de weha gotiye: “Wekî kovar Nûbihar bi vê jimarê êdî 28 salî ye. Weşanxana Nûbiharê jî ku 7 meh beriya kovarê ava bûye, ew jî di Adara 2020an de dikeve 29 saliya xwe. Ewqas sal bi zimanê Kurdî, ji bo me tiştek gelek girîng e; dizanim ev xebat ji bo nivîskar û xwendevanên me jî weha ye.

Dema wext tê dibêjim: Weşangeriya Kurdî li Tirkiyê gellek zehmet e; ji alîkî ve rewşa aboriyê, ji alîkî ve jî pêşdaraziyên li hember meseleya Kurdan karê me tim û tim zehmet kirine. Lê meşandina karê Nûbiharê eşq e; kesên ku keda xwe kirine vê xebatê di çavê me de gelek bi qîmet in; careke din ji wan dost û hevalan rica dikim ku ji vir pêve jî li Nûbiharê xwedî derkevin.”

Naveroka jimara 150î weha ye:

Süleyman Çevik/Ji Editor Berken Bereh/Li koçka şi’rê û şairan Rohat Alakom/Du heyranên Selahaddîn Eyûbî (Sedsala 14) Dante û Boccaccio Murad Celalî/Fêrîkê Ûsiv û Xebatên Wî Rojen Barnas/Aldonza / Di Barîgana Evînê de Abdullah İncekan/Li welatê rojê li xwe veger Başûrê dil Berken Bereh/Kumbet Heinrich Heine/Bi xatirê te (Wergera ji Almanî: Abdullah İncekan) Evdilxaliqê Îsa/Li zarokatiya xwe digerim Konê Reş/Newala Sîsebanê li Nisêbînê ye Ne li Botan û Ermenistanê ye! Furûx Ferroxzad/Diyarî (Wergera ji Farisî: Mahsûn Reşçelan) Hafizê Şîrazî/Bir ji min wê qerar û taqet û heş (Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar) Şemoyê Memê/Dê û Kur di Berhemên Emerîkê Serdar de Felat Dilgeş/Barê me li erdê Mehmet Rauf Çîçek/Der heqê Seyda de çend bîranîn Kinyazê Îbrahîm/Navdarekî Edebiyata Kurdî ya Sedsala 20an: Eliyê Evdirehman Milla Ehmedê Cizîrî/Na Dûrîyey Ez Qut Kerda (Kurmancî ra Açarnayiş: Ö. Faruk Çetinkaplan) Hêmin Omar Ahmad/Hebîb Mihemed Seîd nivîskarekî pirr berhem Talat İnanç/Zimanê Kurdî Salihê Kevirbirî/Hosteyekî Edebiyata Kurdî: Eliyê Evdirehmanê Momîn Bamed Serdar/Tu havîn difûriya Michael L. Chyet/Derbarê hevpeyvîna jimara 149an de agahdariya Shahîn Bekir Soreklî/Pira Hilweşiyayî Sidîq Gorîcan/Haîkû (Xêz: Zozan Orak) Abdullah Can/Seîdê Kurdî û gelê xwe-II Mele Mihemed Kêrsî/Ebdurehman Durre û Mela Mihemed Sadiq Nesim Sönmez/Sonda bi Quranê Dilazad A.R.T/Tenê guhdariya bêdengiyê dikim Ahmet Seyarî/Tehlîla Romana Dimdim a Erebê Şemo Mahmûdê Hesbêra/Kilama Çemê Dilkiya Qedrî Sipranî/Sê Çarîn Mihemedê Xarpêtî/Yan e! Receb Dildar: Ez bi xwendin û nivîsê li heyatê me! (Hevpeyvîn: Nihat Gültekin) Abdulselam Akıncı/Çima Kilaman Çêdikim? Mela Muhemed Gulnar/Firaqa Jiyana Medresan (Veguhastina ji tîpên Erebî: Sîpanî) Evdî Hesqera/Kilama Heso yan Hûso û Nazê?

[/toggle]
Nûbihar 148 Weşiya

Di vê jimara Nûbiharê de digel cûrbecûr nivîs, hîkaye û helbestan, hevpeyvînek jî heye.

Di jimarê de Seîd Veroj li ser Ahmed Ramizê Liceyî nivîsiye; Ahmed Ramiz di destpêka sedsala 20an de di nav Kurdên ku li Stenbolê dijiyan de yek ji kesên herî çalak e. Seîd Veroj bi berfirehî behsa Ahmed Ramiz kiriye…

Murad Celalî îjar di Şerefnameyê de rîwayetên li ser eslê Kurdan derbas dibin nivîsiye.

Merdan Newayî, Wehdeta wucûd di Dîwana Melayê Cizîrî de çawa derbas dibe û derbarê wehdet wucûdê fikrê Seîdê Kurdî çi ye, ev herdu kes muqayese kirine û tesîra Melayê Cizîrî ya li ser Seîdê Kurdî nîşan daye.

Abdurrahman Benek ji devê Ali Bate, jiyana kalikê wî Elîkê Betê nivîsiye.

Li ser du melayan du nivîs hene. Ahmed Seyarî li ser Dîwana Mela Eliyê Baqustanî, Nevzat Eminoğlu jî li ser Mela Zekiyê Amêdiyê nivîsiye…

Şi’reke nû ya Melayê Bateyî M. Xalid Sadînî peyda kiriye û di vê jimarê de weşandiye.

Hevpeyîna vê jimarê jî Nihad Gültekin bi nivîskarê Kurd Cemil Turan Bazidî re ku li Yewnanîstanê dije re kiriye. Hevpeyvîn têr û tije ye, hêjayî xwendinê ye.

Wekî din nivîsên van kesan hene: Berken Bereh, Shahîn Bekirê Sorekli, M. Xalid Sadînî, Rahmetullah Karakaya, Nasır Kemaloğlu, Dilazad A.R.T, Memê Mala Hine, Mahsûn Çakmak û Evdî Hesqera.

Şairên vê jimarê jî ev in: Rojen Barnas, Cîhan Roj, Mewlana Celaleddînê Romî, Berken Bereh, Talat İnanç, Aram Dêran, Hinara Tacdîn, Bamed Serdar, Sidîq Gorîcan, Mehmet Çelik, Firat Keklik û Mela Muhemed Gulnar…

[toggle title=”Naveroka jimara 148an” state=”close”]

  • Süleyman Çevik/Ji Edîtor
  • Berken Bereh/Wêje û Psîkolojî
  • Rojen Barnas/Li Serbajarê Têkoşînê
  • Seîd Veroj/Kurdîzade Ahmed Ramiz: “Emrê min bihata firotin, bêteredud minê di riya Kurdan da serf bikira.”
  • Cîhan Roj/SirênBetalnebûyî
  • Murad Celalî/Di Şerefnameyê de Eslê Kurdan
  • Mewlana Celaleddînê Romî/Ger Bêhna ‘Aşiq Teng Bibe (Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar)
  • Merdan Newayî/Wehdeta Wucûdê li ba Melayê Cizîrî û Seîdê Kurdî
  • Berken Bereh/Tirbêto
  • Abdurrahman Benek/Alî Bate: Neviyê Elîkê Betê
  • Talat İnanç/Dil û Xwez
  • Shahîn Bekir Soreklî/Pîvaz
  • M. Xalid Sadînî/Parçeyekî dî ji Dîwana Windayî: Şi’rek nû ji Melayê Bateyî
  • Ahmet Seyari/Mersiyeyên Mela Eliyê Baqustanî -Ji aliyê Tema Ziman Teşe û Hunerên Edebî ve-
  • Aram Dêran/Delal
  • M. Xalid Sadînî/Siyaset û Muxtariya Ravînya
  • Hinara Tajdîn/Qelem Zêriya
  • Nevzat Eminoğlu/Alimekî Navdar û Berhemdar li Serheda Mûşê: Mela Zekiyê Amêdiyê
  • Bamed Serdar/Xedra
  • Sidîq Gorîcan/Du Haîkû
  • Rahmetullah Karakaya/Delalê Delalê
  • Cemil Turan Bazidî: 35 sal in ez dûrî welatê xwe me, lê qet jê neqetiyame! (Hevpeyvîn: Nihad Gültekin)
  • Nasır Kemaloğlu/Zar, ziman û jiyan
  • Dilazad A.R.T/Ji hêla naverokê ve analîzkirina pirtûka Şivanê Kurmanca ya Ereb Şemo
  • Mehmet Çelik/Roja Tarî
  • Memê Mala Hine/Xêrhatinek li du berhemên Edebiyata Zarokan a Kurdî: Du Legleg û Daweta Noko û Nîskê
  • Mahsûn Çakmak/Risteyên ji wê Hayjêbûnê: Xezela Siyahpoş ya bi Tîpa “E”yê ve Paşserwa
  • Firat Keklîk/Çavbirçîyê hevşabûnê
  • Evdî Hesqera/Di Kilama Hedê Rebenê de Guhertina Peyvên “Bêbext” û “Xayîn”
  • Mela Muhemed Gulnar (Tîpguhêzî/latînîzekirin: Sîpanî)/33ê 3ê Rêz Hasbîhal

[/toggle]

[toggle title=”Nivîsa Edîtor ya Jimara 148an” state=”close”]

Bi jimara 148an merheba!

Her çiqas heta niha gelek karên hêja hatibin kirin jî bi potansiyela xwe ya îro em dikarin hê gelek karên baştir bikin. Ji aboriyê bigire hetanî kêmasiya qedroyên gihiştî astengî gelek in li pêş me, lê digel wê jî em dikarin hejmarên dewlemendtir û xweşiktir amade bikin.

Mala we nivîskarên hêja ava be hûn bi nivîsên xwe, bi keda xwe ya pîroz destek didine Nûbiharê. Her jimareke me bi nivîsên we dixemile û bi nivîsên we yên cûrbecûr Nûbihar digihêje xwendevanan.

Ji ber vê dixwazim li ser nivîsên ji me re tên çend gotinan bikim. Wekî em dizanin, dema hin nivîs bi wêne û belgeyan biweşin, nivîs bêhtir bi qîmet dibe û nivîskar jî fikr, peyam û tezên xwe baştir bi delîlan dikare îfade bike…

Rîcayek me ji we nivîskarên hêja heye: Dema hûn nivîsa xwe dişînin eger li cem we bi nivîsê ve aleqedar belge û foto hebin, ji kerema xwe digel nivîsa xwe wan foto û belgeyan jî xweşik scan bikin û bi rêya mailê bişînin. Li ser medya civakî neşînin, lewra otomotîkmen kalîteya wan belgeyana kêm dibe, ji ber vê di çapê de xweşik dernakevin.

Hetanî jimara din bi xatirê we…

Süleyman Çevik

[/toggle]

Nûbihar 146 Weşiya

Roja Zimanê Dayikê Pîroz be!

Jimara Nûbiharê ya 146an derket!

Di jimara 146an de jî nivîsên lêkolînî, hîkaye, folklor û curbecur helbest hene. Wekî her car çend nivîs û helbest ji zimanên din bi Kurdî hatine wergerandin.

Süleyman Çevik di nivîsa edîtor de, “ji vir pêve jî wê rûpelên Nûbiharê ji bo kedkarên zimanê Kurdî vekirî bin” dibêje…

Di vê jimarê du hevpeyvîn hene. Nihat Gültekin bi nivîskarê Rohat Alakom re hevpeyvînek çêkiriye. Alakom behsa welatê xwe Qersê, çûyina xwe ya Ewrûpayê, nivîskariya xwe ya Kurdî û gelek tiştên din kiriye.

Melahat Göktaş û Baha Akhanê jî bi akademîsyenê hêja Kemal Silêmanî re hevpeyvînek çêkirine. Silêmanî bi giranî li ser sedsala dawîn ya dewleta Osmanî sekiniye; bi kurtî fikra îslamî, dewlet, dewleperwerî û şexsiyetên wê demê bûne mijara hevpeyvîna wî…

Edîtorê Nûbiharê yê şi’rê Berken Bereh li ser têkiliya wêje û civakê nivîsiye.

Egîdo Cimo sazbendekî Kurdan yê bi nav û deng bû; 31ê Çileyê Paşin de wefat kir. Salihê Kevirbirî li pey wefata wî, ji bo Nûbiharê li ser vî kesê ku ji muzîka Kurdî re xizmeteke mezin kiriye nivîsiye.

Mustafa Dehqan ev çend car in di mateyalên Suryanî de li şopên Kurdî digere û tiştên balkêş derdixîne. M. Şirin Filiz ev nivîsa M. Dehqan ji bo Nûbiharê ji Îngilîzî wergerandiye Kurdî.

Murad Celalî di vê jimarê de romana Wezîrê Eşo “Sîber”, ji aliyê tema, rexne, îronî, şexs, cih û demê ve bi hurgilî nirxandiye.

Ahmet Aras bîranînên 480 pêşdahatiyên qampa Sêwasê, siyaseta xwe ya nav TİPê, li meseleya Kurdan nêrînên çepên Tirkan û bîranîneke xwe û ya Mihri Belli kiriye mijara nivîsa xwe.

Yûnis Amedî gundê xwe Memelan ku li ser Erxeniyê ye bi her alî ve bi zimanekî herikbar daye nasandin.

Mela Mûsayê Celalî alimekî dema me ye, gelek kitêb nivîsandine û gelek feqî li ber destê wî perwerde bûne. Hanifi Taşkın û Enis Dilmaç di vê jimarê de jiyana wî nivîsandine.

Wekî din bi nivîs û çîrokên xwe Nevzat Eminoğlu, Maruf Xeznedar (werger: Z. Avcı), Shahîn Bekirê Soreklî, Şeyhmus Orkin, Sakî (werger: B. Şanaz), Evdî Hesqera, Serdar Şengül, Dilazad A.R.T. û Mahmudê Hesbêra di vê jimarê de cih girtine.

Şairên vê jimarê jî ev in: Berken Bereh, Hafizê Şîrazî (werger: H. Acar), Rainer Maria Rilke (werger: A. İncekan), Sidîq Gorîcan, Ahmed Arif (werger: T. İnanç), Firat Keklik, Nejla Sado, Merve Şivan, Helket Îdris Abid (werger: S.Tutan), Ce’ferqulî Zengilî (werger: Ş. Pehlewanî), Kevok Mizgîn, Seyda Ronahî û Suat Baran…

Naveroka Jimara 146an

  • -Süleyman Çevik: Ji Edîtor
  • -Berken Bereh: Wêje û Civak
  • -Mustafa Dehqan (Wergera ji îngilîzî: Mehmet Şirin Filiz): Gramerek Kurdî ya Garşûnîxet ji Bexdadê
  • -Salihê Kevirbirî: Mîrê Mey û Bilûrê: Egîdê Cimo
  • -Rohat Alakom (Hevpeyvîn: Nihat Gültekin): Divê Kurd dîroka xwe bi xwe binivîsin –
  • -Berken Bereh: Li ber Radyoya ji min re mîrate mayî
  • -Murad Celalî: /“Sîber”a Wezîrê Êşo û yan jî bûkên dikevin ber destê xesî-xezûrên xirab
  • -Hafizê Şîrazî (Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar): Eywan û şaneşîna çavên min hêlîna te ye
  • -Ahmet Aras: 27ê Gulanê, Feodalîta Kurdan û Şoreşa Mihri Belli
  • -Rainer Maria Rilke (Wergera ji Almanî: Abdullah İncekan): Rîsaleta Mihemed
  • -Maruf Xeznedar (Veguhestina Ji Soranî: Ziya Avci): Şikoyê Hesen
  • -Kemal Silêmanî (Hevpeyvîn: Melahat Göktaş – Baha Akhan): Yek dixwaze li vê dinê Kurdan bibe bihûştê, yê din dixwaze li dinya din!
  • -Sidîq Gorîcan: deh HAÎKÛyên êşzêm
  • -Yûnis Amedî: Memelan: Hesreta salên dirêj…
  • -Ahmed Arif (Wergera ji Tirkî: Talat İnanç): Lê ku min qet ji bîr nekir
  • -Hanifi Taşkın-Enis Dilmaç: Jiyana Seydayê Mela Mûsayê Celalî
  • -Fırat Keklîk: Ew roj bû
  • -Nevzat Eminoğlu: Şêr şêr e, ha jin e ha mêr e!
  • -Nejla Sado: Rovî û Dîk
  • -Shahîn Bekir Soreklî: Mirina Xezalekê
  • -Merve Şivan: Warê min
  • -Şeyhmus Orkin: Bedîuzzeman Furûzanfer û Xebatên wî yên li ser Mesnewiyê
  • -Helket Idris Abid: (Weguhestina ji tîpên Erebî: Seyfullah Tutan) Payîz
  • -Saki (Wergera ji Îngilîzî: Bargiran Şanaz): Pencereya Vekirî
  • -Evdî Hesqera: Kilama Bavê Fexriya kê deraniye?
  • -Ce’ferqulî Zengilî (Latînîzekirin: Şêrko Pehlewanî): Dest Beste Towe Nakem
  • -Serdar Şengül: Kevoka Reş
  • -Dilazad A.R.T: Straneke ku li ser bûkan tê gotin: Xerîbê
  • -Kevok Mizgîn: Qulingê Sotîdil
  • -Mahmudê Hesbêra: Li Kolika Semsûrê hin edet û baweriyên berî û piştî jidayikbûnê
  • -Seyda Ronahî: Şêr û xulam
  • -Suat Baran: kitêba elbakof

Nivîsa Edîtor

Ji jimara 146an merheba!

Heta niha gelek kesan bi nivîs û helbestên xwe di Nûbiharê cih girtine, naveroka Nûbiharê dewlemend kirine û hêz dane vê xebata me…

Herçiqas Nûbihar aîdê derdoreke Îslamî be jî her tim deriyê xwe ji her fikr û nêrînê re vekirî hiştiye. Ji ber ku di baweriya xwe de hişk nîne, qîmetê dide azadiya fikrî û ji hemû baweriyan re hurmetkar e.

Dema em li jimarên Nûbiharê yên derketine dinêrin, jixwe vê esasê dibînin; gelek kesên fikren jihev dûr, di Nûbiharê de nivisîne, xwe li vê derê îfade kirine.

Bi vê munasebetê dixwazim bibêjim, ji vir pê ve jî wê rûpelên Nûbiharê ji bo kedkarên zimanê Kurdî vekirî bin…

Dizanim hin kesên hêja hene, mixabin hê li Nûbiharê nenivîsîne; hêvîdar im roj were ew jî hêz û destekê bidin vê xebata me…

***

Di vê jimarê de me cih daye du hevpeyvînan. Nihat Gültekin bi nivîskarê me yê hêja Rohat Alakom re hevpeyvînek çêkiriye. Kek Rohat behsa welatê xwe Qersê, çûyina xwe ya Ewrûpayê, nivîskariya xwe ya Kurdî û gelek tiştên din kiriye.

Melahat Göktaş û Baha Akhan jî bi akademîsyenê hêja Kemal Silêmanî re hevpeyvînek çêkirine. Silêmanî bi giranî li ser sedsala dawîn ya dewleta Osmanî sekiniye; bi kurtî fikra îslamî, dewlet, dewletperwerî û şexsiyetên wê demê bûne mijara hevpeyvîna wî…

Edîtorê me yê şi’rê Berken Bereh li ser têkiliya wêje û civakê nivîsiye.

Egîdo Cimo sazbendekî Kurdan yê bi nav û deng bû; 31ê Çileyê Paşin/Çile de wefat kir. Salihê Kevirbirî li pey wefata wî, ji bo Nûbiharê li ser vî kesê ku ji muzîka Kurdî re xizmeteke mezin kiriye nivîsiye.

Mustafa Dehqan di mateyalên Suryanî de li şopên Kurdî digere û tiştên balkêş derdixîne. Mala kek M. Şirin Filiz jî ava be, ji bo Nûbiharê van nivîsên M. Dehqan ji Îngilîzî werdigerîne Kurdî.
Murad Celalî di vê jimarê de romana Wezîrê Eşo “Sîber”, ji aliyê tema, rexne, îronî, şexs, cih û demê ve bi hurgilî nirxandiye.
Ahmet Aras hin bîranînên surgûnên qampa Sêwasê, siyaseta xwe ya nav TİPê, li meseleya Kurdan nêrînên çepên Tirkan û bîranîneke xwe û ya Mihri Belli kiriye mijara nivîsa xwe.

Yûnis Amedî gundê xwe Memelan ku li ser Erxeniyê ye bi her alî ve bi zimanekî herikbar daye nasandin.
Mela Mûsayê Celalî alimekî dema me ye, gelek kitêb nivîsandine û gelek feqî li ber destê wî perwerde bûne. Hanifi Taşkın û Enis Dilmaç di vê jimarê de jiyana wî nivîsandine.

Wekî din bi nivîs û çîrokên xwe Nevzat Eminoğlu, Maruf Xeznedar (werger: Z. Avcı), Shahîn Bekirê Soreklî, Şeyhmus Orkin, Sakî (werger: B. Şanaz), Evdî Hesqera, Serdar Şengül, Dilazad A.R.T. û Mahmudê Hesbêra di vê jimarê de cih girtine.

Berken Bereh, Hafizê Şîrazî (werger: H. Acar), Rainer Maria Rilke (werger: A. İncekan), Sidîq Gorîcan, Ahmed Arif (werger: T. İnanç), Firat Keklik, Nejla Sado, Merve Şivan, Helket Îdris Abid (werger: S.Tutan), Ce’ferqulî Zengilî (werger: Ş. Pehlewanî), Kevok Mizgîn, Seyda Ronahî û Suat Baran jî şairên vê jimarê ne. Mala tevan ava be…
Heta jimara din, bimînin di nav xweşiyê de.

Süleyman Çevik

Nûbihar 144 Weşiya

Di vê jimara dawîn de jî nivîsên lêkolînî, hîkaye, folklor û li ser ziman helbestên curbecur hene. Çend nivîs û helbest ji zimanên curbecur bi Kurdî hatine wergerandin.

Süleyman Çevik di nivîsa edîtor de, li ser rewşa zimanê Kurdî û li ser xwendina bi zimanê Kurdî sekiniye.

Ahmet Aras di nivîsa xwe de bi zimanekî trajîkomîk behsa îşkenceyên Delû Kemalê ku di salên 1930î de li Serhedê yek ji fermandarên alayên siwarî bûye û helwesta gundiyan dike.

Berken Bereh li ser Mem Ronga, Nihad Gültekin li ser Casimê Celîl, Abdullah İncekan li ser Mueyed Teyib û Hanifi Taşkın jî li ser Mela Remezanê Abiriyê nivîsiye.

Abdullah Can li ser têkiliya Seîdê Kurdî û Bûyera 31ê Adarê sekiniye.

Murad Celalî li ser devoka herema xwe, Kemal Nasıroğlu jî li ser alozî û tevliheviyên Kurmanciya nivîskî sekiniye.

Hevpeyvîna vê jimarê Ömer Güneş û İbrahim Şahin bi şagirdê Reso, bi dengbêj Mihemedê Beyro re kirine.

Bi Kurtî naveroka jimara 145an weha ye:

Nivîsên nesir:

  • -Edîtor/Süleyman Çevik
  • -Berken Bereh/Stêrek geş a şi’ra nûjen: Mem Ronga
  • -Ahmet Aras/Me çi dî, me çi dî, çi nedî!
  • -Nihat Gültekin/110 Saliya Casimê Celîl
  • -Îsmaîl Şems/Wesifandin û Dahûrîna Mem û Zîna Xanî (ji Farisî werger: Yunus Dilkoçer)
  • -Abdullah Can/Seîdê Kurdî û Bûyera 31ê Adarê
  • -Abdullah İncekan/Sînor, Edebiyat û Mueyed Teyib
  • -Murad Celalî/Kurmanciya Serhedê û Devoka Gundê Taxilka.
  • -Mustafa Dehqan/Destxetên Kurdî ji Koleksiyona Parlementoya Îranê (ji Îngilîzî werger: Mehmet Şirin Filiz)
  • -Shahîn Bekir Soreklî/Firrîn
  • -Murad Canşad/Leyla û Mecnûn Ra Yew Qisim: Tazîr
  • -Serdar Şengül/Fêkiyê Xerîb
  • -Ûsivê Beko/Cemalê Berxvan (ji Kirîlî werger: Şemoyê Memê)
  • -Sadiq Hîdayet/Seyê Eware (ji Farisî werger: Bargiran Şanaz)
  • -Mihemedê Beyro/Pîrê min RESO ye! (Hevpeyvîn: Ömer Güneş & İbrahim Şahin)
  • -Mihemedê Xarpêtî/Hûrkirina Goncên Mazik..! -Bîranînek ji jiyana min-
  • -Evdî Hesqera-Elî Yoldaş/Kilama Şêhîn
  • -Nasir Kemaloğlu/Alozî û Tevliheviyên di Kurmancî de
  • -Îsmet Bor (Arêkerdox)/Fendê Cînîyan (Vatoxe: Gül Bazencîr)
  • -Hanifi Taşkin/Xelîfe Remezanê Abiriyê
  • -Rewşenxweda Amedî/ “Her tişt vedigere ser koka xwe!”
  • -Besra Pîranij/Kereng dertên ji kaşan!

Şi’rên vê jimarê jî ev in:

  • -Rojen Barnas/Aveka Gurr
  • -Mewlana Celaleddînê Romî/Cana li xerîbiyê ma ne bes ku dimînî (Ji Farisî werger: Hayrullah Acar)
  • -Berken Bereh/Şîretname.
  • -Bextiyar Elî/Hewaya Taze (Ji Soranî: Rêbîn Mihemed)
  • -Kevok Mizgîn/Tîpên navê te
  • -Ali Bayram/Neçe
  • -Johann Wolfgang von Goethe/Cesaret û Zanîn (Ji Almanî werger: Abdullah İncekan)
  • -Sidîq Gorîcan/Heft Haîkûyên havînê (Ji îngilîzî werger)
  • -Sabrî Vûral/Min tenê nahêle êș
  • -Dilazad A.R.T/Tertoqî
  • -Qedrî Sipranî/Dumalikên Serbixwe
  • -Yehya Omerî/Qewlê Bedewiyê

NIVÎSA EDÎTOR

Ji jimara 144an merheba!

Wexta kesek salê çend meqale û kitêbên Kurdî bixwîne û ji tiştên dixwîne fêm bike, em dikarin bibêjin ew kes xwendevanê zimanê xwe ye.

Îjar li Tirkiyê çiqas xwendevanên zimanê Kurdî hene? Herçiqas di vî warî de kesekî îstatîstek çênekiribe jî li gor firotina kitêb û kovarên Kurdî em dikarin reqamekî texmînî derxin.

Gelek kesan salên berê bi zimanekî rexneyî digotin, biqasî xwendevanên Kurdî nivîskarên Kurdî jî hene. Ev gotin rast bû, lê bi baweriya min, evê heqîqetê ji pirbûna nivîskaran bêhtir, kêmayiya xwendevanan ji me re digot.

Di van du-sê salên dawîn de xwendina Kurdî pirr ketiye; lê eger em îro, bi 20-25 sal berê ve qiyas bikin, li gor wan salan jî xwendin gelek zêde bûye.

Dîsa jî dema em bi nifûsa Kurdan qiyas dikin, nivîskarên Kurdî, bi taybetî jî xwendevanên Kurdî gelek kêm in.

Ji bo zêdebûna xwendevanan cazîbeyek tunebe; tiştin tunebin ku meriv xwe li ziman bigre, mixabin xwendina Kurdî jî ewqas dibe.

Gelek sebebên vê rewşa îro hene; sebeba herî mezin jî hem li bazara Tirkiyê hem jî di çavê Kurdan de bêqîmetkirina zimanê Kurdî ye.

Li Tirkiyê li pênc zanîngehan beşên Kurdolojiyê hene; ji wan deran mamosteyên Kurdî mezûn bûne.

Ka bipirsin çend kes wekî mamoste tayin bûne? Di van du-sê salên dawîn de jî çend kesan ev beş tercîh kirine?

***

Delû Kemal di salên 1930î de yek ji fermandarên alayên siwarî ye û li Serhedê ketiye pey fîrarên Seyidan û Berazan, li gundiyan curbicur îşkenceyan dike; Ahmet Aras di nivîsa xwe de bi zimanekî trajîkomîk behsa helwesta gundiyan û van bûyerên wî dike.

Berken Bereh li ser Mem Ronga, Nihad Gültekin li ser Casimê Celîl, Abdullah İncekan li ser Mueyed Teyib û Hanifi Taşkın jî li ser Mela Remezanê Abiriyê nivîsiye.

Abdullah Can li ser têkiliya Seîdê Kurdî û Bûyera 31ê Adarê sekiniye.

Murad Celalî li ser devoka herema xwe, Kemal Nasıroğlu jî li ser alozî û tevliheviyên Kurmanciya nivîskî sekiniye.

Hevpeyvîna vê jimarê Ömer Güneş û İbrahim Şahin bi şagirdê Dengbêj Reso bi Mihemedê Beyro re kirine.

Wekî din, nivîs û çîrokên vê jimarê ev in: Îsmaîl Şems (werger, Y. Dilkoçer), Mustafa Dehqan (werger, M. Şirin Filiz), Shahîn Bekir Soreklî, Murad Canşad, Serdar Şengül, Ûsivê Beko (werger, Ş. Memê ) Sadiq Hîdayet (werger, B. Şanaz), Mihemedê Xarpêtî, Evdî Hesqera-Elî Yoldaş, Gül Bazencîr (arêkerdox: Îsmet Bor), Rewşenxweda Amedî û Besra Pîranij.

Rojen Barnas, Mewlana Celaleddînê Romî (werger, H. Acar), Berken Bereh, Bextiyar Elî (werger, R. Mihemed), Kevok Mizgîn, Ali Bayram, Johann Wolfgang von Goethe (werger, A. İncekan), Sidîq Gorîcan, Sabrî Vûral, Dilazad A.R.T, Qedrî Sipranî ûYehya Omerî jî şairên vê jimarê ne.

Bimînin di xêr û xweşiyê de.

Süleyman Çevik

Jimara Nûbiharê ya 134an Derket

Jimara dawîn ya Nûbiharê vê carê jî bi nivîs, helbest û wergerên curbicur derket pêşberî xwendevanên xwe.

Nivîsa Gerînendeyê Giştî yê kovarê Süleyman Çevik li ser pêvajoya vê dema dawîn e û bi sernivîsa “Çareserî ne bi şer, bi siyasetê ye!” derketiye.
Di vê jimarê de çend nivîsên lêkolînî balê dikşînin. Rohat Alakom di nivîsa xwe de li gor çapemeniya Swêdî, di serhildanên Çiyayê Kozanê de behsa rola Kurdan kiriye.
Ahmet Aras nivîsa xwe ya bi navê “Rohnîkirina hinek xalên Serhildana Şêx Seîd” de hinek xalên vê serhildanê, çûyina Îranê û serhildana Agiriyê ronî dike. Aras gelek agahiyên rasterast ji mensûbên malbata Şêx Şeîd Efendî û şahidên bûyeran girtine û bi xwendevanên Nûbiharê re parve kirine.
Mehmet Bozkoyun nivîseke hem tarîxî, hem jî rojevî ji Sedat Benek wergerandiye Kurmancî. Ev nivîsa Benek ya balkêş li ser sînorê Suriyê û Tirkiyê ye û behsa trawma ku di hafiza Kurdan de çêkiriye dike.
Du heb biyografiyên hêja hene di vê jimarê de. Yek, Murad Celalî li ser Mela Mehmûdê Bazidî agahiyên têr û tije dane. Ya din jî li ser M. Seîd Avci ye; İbrahim Gözeten di nivîsa xwe de behsa xwe û hevalê xwe kiriye. Hewce heye ku nifşên îro M.Seîd Avci ku şagirtê Mela Îzzeddîn Yildirim bû, nas bikin. Herweha Nevzat Eminoğlu jî nivîseke wî wergerandiye Kurmancî.
Nivîseke Dimilî heye di vê jimarê de; Roşan Lezgîn behsa rojnameya Dimilî Newepelê kiriye.
Hevpeyvîna vê jimarê Çetoyê Zêdo bi nivîskar Şahînê Bekirê Soreklî yê ku ji Kobanî ye û 50 sal e ji welatê xwe dûr, li Sydney ya Avusturalyayê dimîne re kiriye.
Nûbiharê di vê jimarê de agahiyek jî daye xwendevanên xwe: Em ji Nûbiharê hîn dibin ku ji vir pêve editoriya helbestên kovarê wê şair û nivîskar Berken Bereh bike.
Helbet kovar tenê ji van nivîsan pêk nayê. Bi nivîs û helbestên xwe, naveroka vê jimarê bi sernavên xwe weha ne:

JI EDÎTOR:
Süleyman Çevik: Çareserî ne bi şer, bi siyasetê ye!

GOTAR:
Berken Bereh: Li Hicra Melayê Cizîrî, li ber Finda Wî
M. Said Avcı (Wergera ji Tirkî: Nevzat Eminoğlu): “Em Hemû Mezlûm in: çi çepgir, çi kurdparêz, çi îslamparêz”
Miradxan Şemzînî: Nûbihar: Yekemîn xwendegeha min

LÊKOLÎN:
Rohat Alakom: Beşdarbûna Kurdan di Serhildanên Çiyayê Kozanê de (Angorî çapemeniya Swêdî)
Ahmet Aras: Rohnîkirina hinek xalên Serhildana Şêx Seîd
Doç. Dr. Sedat Benek (Wergera ji Tirkî: Mehmet Bozkoyun): Sînorê Tirkiye-Sûriyeyê trawma ku di hafiza Kurdan de pêk aniye
Zîwer Îlhan: Evîna Siyahpoş an jî serpêhatiya dilê Seyfulmilûk
Roşan Lezgîn: Çapemenîya Kurdan De Tecrubeyê Newepelî
Yılmaz Aktaş: Di Gotinên Pêşiyan de Jin Pênasiya Gotinên Pêşiyan
Ümit Işık: Mela Bedreddînê Mûşî û helbesteke wî ya li ser Bedîuzzeman
Mihemed Emîn Misircî: Di Kurdolojiyê de bikaranîna çand û perwerdehiyê

BİYOGRAFÎ:
Murad Celalî: Kurdekî Hezarfen Mela Mehmûdê Bazîdî
İbrahim Gözeten: Hevalê min M. Seîd Avci

ÎNŞA:
Abdullah Can: Hawîrdorek Efsûnî
Rainer Maria Rilke (Wergera ji Almanî: Abdullah İncekan): Ji şairekî ciwan re name III

ÇÎROK:
Receb Dildar: Bermaliya bajarê wêran
Ann Petry (Wergera ji Îngilizî: Mehmet Şirin Filiz): Mîna kefenekî
Şoreş Kakî: Şerê bêxwedî

NASANDİN:
Yaşar Eroglu: Li ser romana Balindeyên li Ber Bê
Ayhan Meretowar: Kitana Spî

HEVPEYVÎN:
Şahînê Bekirê Soreklî (Hevpeyîn: Çetoyê Zêdo): Çiqas qedexebûna Kurmancî sist bû jî rêxistinên wan nekarîn xwendina bi Kurmancî zîz bikin…

HELBEST:
Berken Bereh: Trajedî
Zehra Ayhan: Hemî navê te bûn
Ebdêxweda: Bêhna Azadiyê
Rizgar Elegez: Barana Hibrê
Mîrhat Rêşînas: Kersek
Havîn Acar: Şanoya derewîn
Yunus Dilkoçer: Îşev dil zenûn û dûrecivak e
Tekin Çiçek: Jana qedîm
Mewlana Celaleddînê Romî (Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar): De Bêje
Mewlana Celaleddînê Romî (Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar): Muhebbet
Mehmet Aydoğdu: Hîlwan

Etîket: Kovarnasîn, Nûbihar, Polylang KMR, Süleyman Çevik, Weşangerî

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Zarokname – Pêşdibistana Zarokan

PDF I Ferhenga Derûnnasîyê DERKET I Hûn Kanin Daxînin

PDF | Çend Pirtûkên Zarokan | Daxînin an jî Bixwînin

PDF – Cewşana Kurdî DERKET – Daxînin

Hejmara Nûbiharê ya 169an derket

Şîroveyekê bihêle