Muqedîma Şêx Mûşerref El Xenokî

Muqedîme

Gelî Feqiyan, gelî feqiyan nezer kin, heçiyên bêjin bizanin û hem jiberkin

Çikû ez bo we tehqîqen evîn im, muhîbbek sadiq im û hem xemrevîn im

Kelamê min pur xwoş nazîdar e, şêrîn û taze ye wek Nûbihar e

Ji bo qete’a xirabî şîrî tîj e, wekî navê xwe ye gûz û mewîj e

 

Fesla Tehsîlê

Bixwînin hûn nekin teqsîr û sistî, emanet se’yû tehsîl  û dirustî

Dirustî lefzekî kurt û dirêj e, kesê ku ew dirust nebê qirêj e

Bixwînin hûn di havîn û zivistan, nebê çêbe ji we yek rojî westan

Kesê xwende mûheqqeq her emîr e, nexwende her wekî pîvaz û sîr e

Bi dîqqet hûn bikin daîm mûtala, mûtala malekî qet bê zewal e

Ji metnan qet nebe lefzek jibîrkirin, xwe dest vala û bê mal û feqîr nekin

Nivîsandin qe nahêle go xwende ji ilmê xwe bike yek lefze wenda

Ji ilmê ra qelem laşekke nîv e, ji bona herkesî xet zêr û zîv e

 

Fesla Qedrê Seyda

Ji bo seyda mûheqqeq ferda îkram, kesê go nake îkram naxwe în’am

Ji seyda ger dixwazî îstîfade, divêtin tu bikey bo înqîyad e

Ji seyda ra kesê naket îtaet, qet nabînî di dunya întîfa’e

Eger jê ra mûtî’ nabe bizane, ku seydayê te ew bi nefsa te zane

Ji bo wî zahir û batin evîn be, kesê go ew navê jê ra nevîn be

Îmamê me Elî dibêje: Efendim, li her erdê ji bo ûstadî ebd im

Yekî got: Ey Skender bo çi daîm dikey teqdîm li ser babê xwe alim

Cewab da: Faîda babî fena ye, welakîn faîda alim beqa ye

 

Fesla Mûamelata Hevalan

Bi hev ra xwoş biborînin, bi şahî bixwînin hûn bi meqsûda îlahî

Bi hûrmet bin ji bona hev dewamî, hemî pêkra ji hev ra kin xulamî

Emanet sed emanet, sed emanet, ji bo hev bikin daîm siyanet

Xûsûsen yê go lefzek zêde xwendî, hemî hev ra ji bo bêjin efendî

Hemî hûn eskerê xasê îlah in, xulam û  xadimê wî barîgah in

Eger hûn ji bona hev ne baş bin, ji dergeh dê li paş bin, bê me’aş bin

Nebê carek di dunyayê go şer kin, heta sax bin fihêtkar û zerar kin

Nebêjin ratiba min zêde dûr e, weya ev xizmeta hanê bizor e

Nikarim ez her roj hûcrê bimalim, Li mala xwe ezîz û hem delal im

Kûbar im, min ji şalê xwe fihêt e, binêre îşlikê min şibhê pît e

 

Fesla Exlaq

Nebê çavê we daîm li kevçîk, weya şalê heşîn yana pirçik

Cil û pirçik ji exlaqê jinan e, biha nakit kesê metnê wî nan e

Ji bo feqiyan civat û hem ‘elaîq, digel xeyrê feqiyan qet nîn e layiq

Di nava gund herin meşyek giran î, li rast û çep nezer eyb e, tu zanî

Mûheqqeq pur kenîn û deng bilindî, mûnafîne ji bona eqilmendî

Cihan paqij bikin çendî bikarin, di hucran qirş û qal wek eyb û ‘ar in

 

Xatîme

Îlahî tu min û feqiyan Îlahî, hîmayet ke ji ef’alê menahî

Me şîrîn ke bi wan ewsafê şîrîn, gelek muhtac û ne’lac û feqîr in

Ji wê behra go jê mehtî  qencan, bike îhsan ji bo me yek du fîncan

Selat û selam hingî hurûfan, li pêxember digel sahb û mirovan

 

Çavkanî: Şêx Mûşerref El Xenokî

Latînîzekirin: Mela Mihyedîn

Çandname

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply