Motorola Serî xwe Xwariye..!

Motorola di bazara telefonan de radeya ku hêvî dike bi çi awayî nekarî bi dest bixe, ji ber wê xuya ye ku dev jê sêwirandina telefonan berda ye û niha li ser sêwirandina saetan dixebite. A niha teknolojiyeke bêhempa afirandiye. Em dikarin bibêjin ku weke şoreşeke saetan cîhazekî yekane afirandiye.

Moto 360 bi navê Motorola lê belê bin bandora Googleê di cîhana teknolojiyê de mînakekî nû û di cîhana saetên smart de jî pêşengekî cindî hilberand.

Moto 360 cureyekî nû ya saetên smartan e. Piştî kirîna Google ê Motorola nûjentir û pêşketîtir bû. Moto 360 bi temamî bi Androida nû a bi guhertoya Android Wearê dixebite.

B   i şiklekî girovir di nav de teknolojiya Google ê dihundirîn e.  Android ango Google bi sêwirandina wê hilberê wekî tolekî ji Samsung û Sony ê stend.

Em niha binêrin ku ka çi taybetmendiyan dihundirîne?

Ekran                               :  1.8 inch OLED

Kirarî                                :  — agahî tune

PX (pergala xebatê) OS:   Android 4.3 / Wear (google now)

Baterî                              :   —– agahî tune

https://www.parzemin.com/motorola-seri-xwe-xwariye/, 27.03.2014, Rêvebir

Etîket: android 360, android wear, bi kurdî teknolojî, giştî, google now, Mobîl, motorla smartwach, motorola 360 saet, Parzemîn Solutions, Rêvebir, slide, teknokutrd.com, teknolojî, www.parzemin.com

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Google çi ye?

Facebook: Belaya Herî Xweşik

Damezirandina Yekemîn Radyoya Kurdî

3 Heb Android Launcher’ên Herî Baş

Ji bo Pêkhatina Fusiona Dendikî

Şîroveyekê bihêle