Li tirkî encamên ezmûna zanîngehê ygs hatin eşkerekirin. Zêdetirî 2 milyon namzedên zanîngehan bi kelecan li benda encaman bûn. 2 milyon û 162 hezar û 895 kes beşdar bûbûn ezmûna ku di 12’ê adarê de hatibû kirin.

Li Tirkî Encamên Ezmûna Zaningehan Diyar Bûn

Encamên ezmûna YGS di malpera OSYM’ê de di sonuc.osym.gov.tr ‘ê de hat eşkerekirin.

Namzedên zanîngehan bi nimreya xwe ya T.C’ê û şîfreya xwe ya OSYM’ê dikarin li encama ezmûna xwe binêrin.

102 hezar û 949 kes neketin ezmûnê û ezmûna hezar û 457 kesan jî ne hat hesapkirin.

Li gorî encaman, namzedên keçik ji namzedên lawik serketîtirin.

Jimara kesên zêdeyî 180 pûanî stendine milyonek û 506 hezar û 479 e û ev kes dê bikevin LYS jî.

Namzedên bendava 150 pûanî derbas kirine dê karibin serî li beşên 2 sal û perwedehiya ji derve bikin.

Namzed êdî dê ji bo merhaleya duduyan dê bixebitin.

Ji bo namzed bikaribin têkevin LYS’ê divê ji ezmûna YGSê zêdeyî 180 pûanî stendibe.

Serlêdanên ezmûna LYS’ê jî di navbera 4 û 17’ê Avrêlê de dê bê kirin.

Namzedê dê di 10,11, 17 û 18’ê Hezîranê de têkevin ezmûna LYS’ê.

About Rêvebir

Check Also

Kovara Rewşenbîr, hejmara xwe ya nû derket

Kovara Rewşenbîr, bi hejmara xwe ya nû û bi dosyaya sereke ya “Ji Duh Heta …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *