Li ser rêzefîlma eşîra bêserûber – 6 pirs û bersiv

Di van salên dawî de, bi pêşketina medyaya dîjîtal û belavbûna YouTubeê, derfetên nû ji bo çêkirin û pêşkêşkirina berhemên hunerî bi zimanê Kurdî derketine holê. Rêzefîlma Eşîra Bêserûber, ku di kanala Sermezin de tê weşandin, yek ji wan berheman e ku bala gelek temaşevanên Kurd kişandiye.

Ev rêzefîlm bi riya anîmasyon, henek, kesayetiyên balkêş û mijarên ku ji jiyana rojane ya civaka Kurdî tên girtin, karîbûye di nav temaşevanan de cihê xwe bigire.

Lê gelo sedema vê eleqeya mezin tenê kêfxweşî û henek e, an jî ev rêzefîlm di parastin û belavkirina ziman û çanda Kurdî de roleke din jî dilîze? Di van pirs û bersivan de em ê li ser naverok, kesayetî, taybetmendî û sedemên serkeftina vê rêzefîlmê rawestin. Keremkin pirs û bersivan.

Pirsa 1em: Rêzefîlma Eşîra Bêserûber (Sermezin) çi ye û li ku tê weşandin?

Bersiv: Eşîra Bêserûber rêzefîlmeke anîmasyonî û komediyê ye ku li ser kanala YouTube ya Sermezin tê weşandin. Ev berhem bi zimanê Kurdî bi devokê Silopîyê hatiye çêkirin û di nav xwe de çîrok, bûyer, têkilî û hin aliyên jiyana civakî yên Kurdan nîşanî temaşevanan dide. Rêzefîlm bi awayekî kêfxweşî û henekî, hin mijarên rojane yên jiyana mirovan vedibêje.

Pirsa 2an: Di rêzefîlma Eşîra Bêserûber de kîjan kesayetî derdikevin pêş?

Bersiv: Di nav kesayetiyên sereke yên rêzefîlmê de Xecê, Dîrbaz, Mikaîl, Silêman û Gulê hene. Her yek ji wan kesayetiyeke wî/wê yê taybet û awayekî cuda yê tevger û axaftinê heye. Bi riya van kesayetan, têkiliyên malbatî, pirsgirêkên rojane, bûyerên kêfxweş û hin mijarên civakî bi zimanekî hêsan û bi awayekî henekî tên pêşkêşkirin.

Pirsa 3an: Rêzefîlma Eşîra Bêserûber kîjan aliyên çanda Kurdî nîşanî me dide?

Bersiv: Rêzefîlm bi taybetî hin aliyên çanda civakî ya Kurdan, kevneşopiyên herêmî, têkiliyên malbatî, çanda dawetê û awayê jiyana rojane vedibêje. Di nav bûyerên wê de mirov dikare gelek tiştên ku di jiyana civaka me de tên dîtin nas bike. Ev yek dibe sedem ku temaşevan xwe di hin kesayetî û bûyerên rêzefîlmê de bibîne û bi wan re têkiliyê çêbike.

Pirsa 4an: Çima çêkirina rêzefîlm û anîmasyonên bi zimanê Kurdî girîng e?

Bersiv: Çêkirina berhemên hunerî bi zimanê Kurdî ji bo pêşketin û belavbûna zimanê me gelek girîng e. Zarok, ciwan û mezin dikarin bi temaşekirina van berheman zimanê xwe bikar bînin, peyvên nû fêr bibin û bi awayekî xweş bi zimanê xwe re mijûl bibin. Her wiha, dema ku berhemên hunerî bi Kurdî tên çêkirin, zimanê me di cîhana medyayê û înternetê de cihê xwe digire.

Pirsa 5an: Rêzefîlma Eşîra Bêserûber ji aliyê hunerî ve çi taybetmendiyên wê hene?

Bersiv: Ev rêzefîlm bi awayê anîmasyonê hatiye amadekirin. Afirandina kesayetiyan, senaryoya çîrokê, dengkirin û pêşkêşkirina bûyeran ji taybetmendiyên wê ne. Her wiha, bikaranîna zimanê Kurdî û şêwaza henekî ya herêmî dibe sedem ku temaşevan bi hêsanî têkiliyê bi kesayetiyan re çêbike. Xebata çêkirina senaryo, kesayetî û dengkirinê jî ji aliyê çêkerê wê ve tê kirin.

Pirsa 6an: Çima rêzefîlma Eşîra Bêserûber ewqas hate temaşekirin û di demeke kurt de gihîşte milyonan temaşevanan?

Bersiv: Sedemên wê gelek hene ku va rêzefîlma ewqas populer kiriye. Yek ji sedemên sereke ew e ku rêzefîlm bi zimanê Kurdî û bi devokekî hatiye çêkirin û temaşevan dikare bi zimanê xwe yê rojane çîrok û bûyeran temaşe bike. Sedemeke din jî ev e ku mijarên wê ji jiyana rastîn a civakê hatine girtin. Têkiliyên malbatî, çanda dawetê, kevneşopiyên herêmî, henek û bûyerên rojane ji mijarên balkêş ên wê ne.

Her wiha, kesayetiyên wekî Xecê, Dîrbaz, Silêman û Gulê di demeke kurt de di nav temaşevanan de hatine nasîn. Gelek kes xwe di gotin, tevger û bûyerên van kesayetan de dibînin. Belavbûna vîdyoyan di nav torên civakî de jî alîkariya gihîştina wê ya gelek temaşevanan kiriye. Gihîştina milyonên temaşevanan nîşan dide ku gelê Kurd ji bo temaşekirina berhemên bi zimanê xwe re eleqeyeke mezin nîşan dide.

Eşîra Bêserûber nîşan dide ku zimanê Kurdî dikare di warê anîmasyon, komedî û pêşkeftina hunera dîjîtal de jî berhemên balkêş û serkeftî biafirîne. Serkeftina wê dikare bibe teşwîqek ji bo nivîskar, hunermend, dengbêj û çêkerên nû ku bi zimanê xwe berhemên nû biafirînin.

Sermîyan Elî

Etîket: eşîra bêserûber, Sermezin, sernivîs

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Çend fîlmên baş û naveroka wan

Forrest Gump (1994)

The Matrix (1999)

Şîroveyeke binivîse

NivîskarSermîyan Elî
Dîroka weşanê28/11/2026
KategorîSînemaname
Etîket, ,
Hejmara peyvan684
Dema xwendinê4 deqe xwendin