Li Nexweşa Kîsika Zirav 466 Kevir Hat Derxistin

Ji zirava wê 466 kevir hat derxistin Li navçeya Bulanika Muşê Înayet Baci ya 26 salî ji kisîkê zirava xwe aciz bû. Ew birin nexweşxanê u emeliyat kirin. Ji kisîkê zirava wê hûr û gir bi tevahî 466 kevir hat derxistin. Bijîşk jî, nexweş jî li hember vê rewşê ecêp man. Lêbelê Înayet Xanim ji ber ku gihîşt siheta xwe pirr kêfxweş e.

Înayet Baci 26 salî ye û xwediyê 2 zarokan e. Her tim ji êşa di zikê xwe gilîdar bû. Ew dibirin nexweşxanê û serumek didan wê û ew dişandin mal.

Lêbelê vê carî êşa wê zêde bû, dixtoran ultrason kişand û demildest ew hilanîn emelîyatê.

Emeliyat bi serkeftî derbas bû lêbelê di encamê de him dixtor him jî nexweş li hember vê rewşê ecêp man. Lewre ji kîsikê zirava wê bi tevahî 466 kevar hat derxistin.

 Jintiya wê jî dibêje dixtoran berê jî digotin emeliyat bikin lêbelê ew nehîştine, gotine dibe ku wê derbas bibe.

 Înayet Baci niha ji ber ku ji keviran xilas bûye pirr kêfxweşe û dibêje wê ew keviran bibe mal û bişkîne. 

Jêder: trtnuce.com

Derbar Rêvebir

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply