Li Efrînê Bermayiyên Kevnare Hatin Dîtin

Komîteya Berhemên Dîrokî, li gundê Elbîse yê bi ser Efrînê ve gundekî kevnare hate dîtin. Tê texmînkirin bi sedhezaran sal dîroka gund heye. Piştî ku komîteyê agahdar kir, ekîbên pispor dest bi xebatê kirin.

Du sal in ku xebat berdewam in. Piştî vê xebata dirêj tabloyên dîrokî, Melekê Tawus, werdek, xezal, hesp, gor, bîrên avê û fîgûrên mîmarî hatin dîtin.

Hevserokê rêvebiriya Komîteya Berhemên Dîrokî Esmehan Ehmed di derbarê vê xebatê de got; “Ji bo ku li dîroka xwe em xwedî derkevin me ev xebat da destpêkirin.”

Arkeologê pispor Hemîd Nasir Elebîske destnîşan kir ku gund weke Xerabê Kuliyê tê naskirin û wiha pê de çû bermayiyên li gund ji serdema Romayan mane.

Gundê ku li xebatên kolandinê dewam dikin ji aliyê hêzên asayîşê ve tê parastin.

Çavkanî: zamankurdî.com

Etîket: berhem, Dîrok, efrîn, kevnare, komite

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Danasîna Pirtûka Destpêk û Dîroka Sînemaya Kurdî a Dilazad ART

Pirtûka “Rastiya Dîroka Oxûz-Turkmen û Kurdan”

Tevgera Neteweyî ya 1925an, Hedîseya Pîranê û Şêx Seîd (1865-1925)

Mîrnişîna Kurdî: Pergalek Siyasî ya Dîrokî

Armancê Kovara Jînê

Şîroveyekê bihêle