Kurtefîlma “Barê Giran” êdî li ser BluTVyê ye

Dêrsim (çandname) – Kurtefîlma “Barê Giran” ku ji aliyê derhêner Yilmaz Ozdilî ve hatibû kişandin, êdî dê li ser platforma dijîtal a BluTVyê jî were weşandin.

Derhêner Yilmaz Ozdilî derheqê fîlma xwe ya ku êdî dê li ser BluTVyê jî were weşandin, li ser hesaba xwe ya Instagramê peyameke wiha belav kir; “Dost û hevalên hêja, heke we heta niha Barê Giran temaşe nekiribe û hûn bixwazin lê binêrin, fîlma me ji îro pê ve li ser Blutvyê ye.”

Herwiha kurtefîlma “Barê Giran” heta niha beşdarî bi dehan festîvalên sînemayê yê navneteweyî bûye û nêzî 10 xelatan jî wergirtiye.

Beşek ji wan xelatan jî ev in:

  • Di 31emîn Festîvala Navnetewî ya Enqere de, xelata “Baştirîn Kurtefîlma Tirkiyeyê”
  • Di Festîvala Xweser a Stenbolê de, xelata “Baştirîn Kurtefîlma Navneteweyî”
  • Di 17mîn Festîvala Kurtefîlma Behra Spî Tanger (Fas) de, xelata “Le Grand Pirx du Festival”
  • Di 19mîn Festîvala Kurtefîlmên Ewropî ya Nice de, xelata “Baştirîn Senaryo”
  • Di 6emîn Festîvala Gollut (Girone/Spanya) de, xelata “Baştirîn Kurtefîlm”
  • Di Festîvala Navnetewî ya Kurtefîlman ya Newcastleê (Avustralya) de, xelata “Baştirîn Kurtefîlm”
  • Di 6emîn Festîvala Fîlman ya Meridayê (Meksîka) de, xelata “Baştirîn Aktor (Adil Abdurrahman)”
  • Di 20emîn Festîvala Fîlmên Navneteweyî ya Cine Lebuyê (Şîlî) de, xelata “Baştirîn Kurtefîlma Navneteweyî”

Çavkanî: Hesabên medyaya civakî yê Yilmaz Ozdilî.

Derbar Qesîm Etmanekî

Di zanîngeha Stenbolê de, beşa rojnamegeriyê dixwîne. Herwiha berhevkirina çîrokên gelêrî re mijûl dibe. Têkilî: qesimetmaneki@gmail.com

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply