Kurdên Kîrgîzîstanê (Vîdeo)

Fîlmê documenter behsa kurdên Kirgizîstanê dike ku heta ser sînorên Çînê çûne. Ew jî sirgunyên salen 1937 û sala 1944-ê ne. Her wekî li Kazakistanê, li Kirgizistanê jî kurd di bin banê “Assambleya (Yekitiya) Gelên Kirgizîstanê” de têne temsîlkirin. Li vî welatî 120 milet ango netewe hene.

Tenê sê netewe hene ku dewleta wan tuneye, lê di bin banê assambleyê de têne temsîlkirin. Ew jî ûygûr, dûngan û kurd in. Gundekî kurdan, Artêşa Polîsan ku ji kurdan pêk tê, Bazara Elamedînê ku kurd jî lê kar dikin çend mijarên fîlmê ne. Gelek kesên navdar û naskirî û kesên nenaskirî di film de bîr û ramanên xwe eşkere dikin.

Derhêner: Salihê Kevirbirî Montaj: Nabaz Ahmed Kamera&Deng&Ronahî: Marlis Myrzakul Uulu 24 Deqe, Kurdî/Kurmancî, Li Kirgizîstanê hatiye kişandin. 

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Gotara Epîk, Netew û Meşrûiyet

Analîza Berawirdî û Teorîk a Ehmedê Xanî û Publius Vergilius Maro “T. S. Eliot ji …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *