Bê dewletbûn bê xweyîtîye.
Ji bo bazirgana hêsta şadiye
Kîsikê celada tûrikê tijiye
Xema kesî nîne kurd dimirin.
Şirîg kom dibin bi civînê fermî
Dikin qalû gotin kara berjewedî
Sazdikin saziyên jehra mirinê
Derdê kesî nine kurd dimirin.
Nîne artêş bigre tola miletê bê vîn
Saziyên parastina mafê mirovan
Rû reşin korin kerin şirîgê celadin
Seh nakin komkujî kurd dimirin.
Berjewendî şirîne ji bo kuştinê
Jê digrin cesaret hêst namîne
Bê fikar digrin çek dibin kujer
Pirsgirêk nîne ê dimirin kurdin.
Sedsal derbas bû bi mirinê
Teknolojiya dijwar bi kar tînin
Çerhebe ê dimirin tola wan nîne
Xema dewleta nîne Kurd dimirin
Bi bisilmanan digrin biryaran
Bikar tînin ayetê qur-ana pîroz
Sûrey enfal û fetih bi kar tînin
Kurda dikujin bi komkujî.
Ey celadno kurd xelas nabin
Hestiyê miriyan jî rih dikevinê
Her miriyek cûda dibin rihistîn
Payetextê we hildişin ser wede.
Ey milet û dewletê cihanê
Hêza we tevan nikarê têk bibe
Kes nebêjin kurd dimirin
Qet nakevin kurd jîn dibin.
Behçet Ateş: 19-03-2024