Le groupe de musique kurde Nishtiman, novembre 2012, Paris. © Lucien Lung / Riva Press

Koma Niştiman muzîkpakêtek belav kir

ora Medyayî ya Rûdawê her ji destpêka damezrandina Koma Niştiman ve, alîkar û piştevanê sereke yê vê komê bûye û bi sponsoriya Rûdawê du albûmên stran û muzîka Kurdî yên bi navên Kurdistan û Kobanî hatin belavkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Koma muzîkê ya Niştiman bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê muzîkpakêtek bo hemû berhemên xwe, bi navê “Projeya Niştiman” belav kir.

 

 

 

 

Di muzîkpakêta Projeya Niştiman de sê albûmên vê komê yên bi navên “Kurdistan, Kobanî û Improvisations” hene.

 

Hunermend û serperiştyarê komê Hejar Zehawî li ser vê muzîkpakêtê ji Rûdawê re ragihand: “Em di vê muzîkpakêtê de awazên xwe yên niştimanî ji bo wan kesên ku niştimana wan heye diyarî dikin, niştimana me hêj li ser nexşeya cîhanê tine ye, lê li cihekî giringtir e, ew jî di huner û dilê me de ye.”

 

 

 

 

Li gor hunermendê Kurd Hejar Zehawî, huner wateyeke din dibexşîne Kurdan, ji ber ku huner ziman û nasnameya Kurdan diparêze, Zehawî dibêje: “Huner ji bo her kesî dîtina cîhanê û jiyana bi xweşî ye, lê huner ji bo Kurdan ne tenê sebra dilê mirov ê birîndar û niştimana Kurdan bûye, herwiha bi dirêjahiya bi dehan sal ziman û nasnameya qedexekirî ya Kurdan parastiye.”

 

 

 

 

Tora Medyayî ya Rûdawê her ji destpêka damezrandina Koma Niştiman ve, alîkar û piştevanê sereke yê vê komê bûye û bi sponsoriya Rûdawê du albûmên stran û muzîka Kurdî yên bi navên Kurdistan û Kobanî belav kirine. Hejar Zehawî li ser vê mijarê eşkere kir: “Projeya Niştiman, projeyeke berdewam a pêşxistina hunera Kurdî ye bo cîhanê, ku bi piştevaniya Tora Medyayî ya Rûdawê ev proje tê pêşkêşkirin.”

 

 

 

Koma Niştiman ji aliyê hunermendê navdar ê Kurd Hejar Zehawî ve tê birêvebirin, ku damezrîner û rêveberê komê ye. Koma Niştiman heta niha beşdarî bi dehan festîvalên navdewletî bûne, çendîn muzîkjenên navdar di vê komê de endam in, weke Suhrab Pûr Nazirî. Koma Niştiman xwediyê sê albûmên muzîk û stranan e, Tora Medyayî ya Rûdawê sponsoriya hersê albûman kiriye.

 

 

 

 

 

 

 

Ji berhemên Koma Niştiman albûma Kobanê

 

1-Şîrîn

 

2- Kobed

 

 

3- Eman Eman

 

 

4- Genc Xelîl

 

 

5- Rojhilat

 

 

6- Kobanê

 

 

7- Hewlêr

 

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply