Keçelok û Reqik

Carek ji caran rehmet li dê û babê guhdaran. Hebû tunebû ti kes ji Xwedê mezintir nebû. Demekê li derekê Keçelokek hebû, gelekê feqîr bû. Her roj bi çewka xwe masî digirtin û difirotin. Jiyana wî bi salan welê bi feqîriyê dom kir. Carekê dîsa çûbû masîgirtinê. Vê carê jî çewka xwe avêt behrê û hin pê hesiya ko vê carê çewka wî giran hat.

Dema ko serê scwka xwe ji avê derêxist dît ko reqikek pê ve liatiye. Pêçiyê xwest ko wê reqikê dîsa biavêje behrê, lê paçê got: “Ka ev çi ye ko Xwedê kir qismetê min, ez dê wê bibim malê. .. Ji xwe îro jî ez birçî mam.”

Reqika xwe dam malê û bi wî zikê birçî nivist. Bû roja dî û Keçelokê me dîsa çû masîgirtinê. Hima çi bû nesîp anî bir sûkê firot û bi pareyên xwe tiçtin anî ko li malê bixwe. Dema ko da ji deriyê malê ve di cihê xwe de mat ma. Mala wî ne wek xwe bû. Mala wî hatibû çûçtin, hemî tiçtên wî hatibûn paqiçkirin, hinek xwarin jî hatibû çêkirin. Hinek ji wê xwarinê hatibû xwarin û hineka dî hatibû hêliçtin. Gelekê kêfa Keçelokî hat û got: “Ka Xwedê dizane kîjan cîranê min yê xwedêjêrazî ev qencî li min kiriye.”

Piçtî hingê her roj diçû masîgirtinê û dema ko di êvariyan de vedigeriya didît ko her ew pêkhatin ji wî re tên kirin.

Rojekê got; “Vî karê henê ne tenê xwedêjêraziyek ji xêrê re dike. Divê ez xwe li ber çêkim ka kî ye û çi kes e ko tê û vê qenciyê li min dike. Hima ez ti tiçtî jê re nekim jî ez dê jê re spas bikim.”

Rojekê xwe di piçt deriyî re veçart û ma li hêviya wê kesa ko dê bê û mala wî lêk bide. Sekinî, sekinî û sekinî lê ti kes ji deriyî ve nehat. Piçtî demekê hin lê nêrî ko reqika wî ji bin yaneyî ve hat û çû nava malê rawestiya. Wî bi baldariyê li reqika xwe dinêrî. Dît ko qalikê reqika wî hêdîka ji ser rabû û keçikeka geleke spahî jê derket. Keçelok di cihê xwe de ma. Ezmanê wî negeriya û nezanî çi bibêje, hima di piçt deriyî re ma û çavdêrî lê kir.

Piçtî ko Reqik ji qalikê xwe derket, wek her rojê dîsa dest bi lêkdana malê kir.

Paqijiya malê kir, xwarin çêkir hinek jê xwar û hineka dî hiçt û dê vêca biçûba di qalikê xwe de ko Keçelokî got:

—Reqikê min tu dîtî”!

Keçelokî ti tiçt ji vê rewçê fêm nekiribû… Pey hev pirsî ka tu kî yî, tu ji kû derê hatiyî û tu di qalikê reqikekê de çi dikî ?

Hemî xefên reqikê eçkere bûbûn. Hêdî gotin jê re nemabû. Nedizanî çi bibêje…

Reqik: Keçelokê delal ez ne reqikek im û ez periyek im. Em ti caran xwe nîça mirovan nakin. Ji ber ko kî me bibîne em di jiyana xwe hemiyê de dibin xadima wan kesan. Vêca ji ber ko te ez dîtime, ez ji îro û pê ve xadima te me, hima tu çi bibêjî ez li ber gotina te me.

Çawa Keçelokî Reqik dîtibû dilê wî ketibû wê.

Ji we re got: Pi§ti ko de u babe min mirin u heta niho ez bi tene dijim.

Dixwazim ko bi te re bizevicim.

Reqe: “Daxwaziya te li ser sere min e.”

Ji xwe kefa Reqike ji ji Kegeloki re hatibuye.

Keçelok: Nexwe ez de sibeye du feqeyan u melayeke binim u bila zewaca me ge bikin.

Bi we biryara “serpeyan” gotina xwe kirin yek. Bu sibeh u melayeke ew zewacandin. Ji ber ko Kegeloki tu kes nebu du feqe ji bun §ahide wan.

Piştî hingê, Keçelok her sibe diçû masîgirtinê û êvarî heta ko vedigeriya Reqika kevanoya malê hemî paqijiya malê kiriye û mal serûber kiriye.

Rojekê Reqikê ji Keçelokî re got: Keçelok ez ji sibehê heta êvarê bi tenê di malê de dimînim. Heke tu jî bixwazî dixwazim ko tu ji min re hinek ermûş û ta bînî ez dê li ser wan neqşan çêbikim û tu jî bifiroşe. Ew dê hem bibe mijûlahiya min ya rojê û hem jî dê ji debara me re bibe arîkar.

Keçelokî pejirand û roja piştir li ser gotina wê, masiyên xwe yên wê rojê firot bi wan pereyan hinek ermûş û tayê neqşan anî. Wê jî heroj li ber ronahiya rojê, li ber pencereyê neqş dikir. Êvariyan jî mala xwe serûber dikir û dima li hêviya Keçelokî.

Rojekê dîsa li ber pencereyê neqş li ser destmalan çêdikir. Tam di wê hingê de mîrê wî welatî di ber deriya wan re derbas bû. Mîr di ber derbasbûnê de Reqê dibîne û dilê wî dikeve Reqê. Dibêje çawa be bila welê be divê ez wê bi dest xwe biêxim.

Pirsa Reqê ji derdora mala wan dide kirin. Ji wî re tê gotin ko Reqik jina Keçelokê masîgir e. Paşê li fen û filûtan digere ko Reqê ji Keçelokî bide berdan. Xistibû serê xwe ko dê bi Reqê re bizewiciya. Dibêje ez dê hinek şert biavêjim pêşiya Keçelokî, dê nekare bike û ez dê serê wî bidim jêkirin paşê ez dê bi Reqê re bizevicim.

Ji berdestiyên xwe re dibêje: Herin aha niho Keçelokî bînin vê derê hinek daxwaziyên min ji wî hene.

Bi “bayê bezê” diçin û Keçelokî diînin li hizûra Mîrî.

Mîr jê re dibêje Keçeloko ! Ez dê tiştekê ji te bixwazim heke tu pêk bînî ez dê te xelat bikim lê heke tu pêk neînî dê serê te bidim jêkirin.

Dibêje here du wîşî tirî ji mere bîne. Lê bila du wîşiyên welê bin ko bila hemî zilamên di dîwana min de jê têr bixwin.

Hingî Keçelok dad û medetê dixwaze jî, Mîr ji yeka xwe nayê xwarê.

Keçelok li niyeta Mîrî dihese û dizane ko ew dixwaze wî ji ber bike. Tirsek dilê wî digire û kezeba wî ji wî re dişewite. Bi şîn û giriyî ve diçe nik Reqê û xatirê xwe ji delalîka dilê xwe dixwaze.

Dibêje delala dilê min ez bi niyeta mîr hesiyam ko ew dixwaze me ji hev cida bike. Ka were em xatirê xwe ji hev bixwazin.

Reqê dibêje Keçelokê min ka were ho baş guhdariya min bike heke tu gotinên min pêk bînî tu dê daxwaza Mîrî pêk bînî û dê belaya xwe ji me veke.

Hêviyek dikeve di dilê Keçelokî de ko ho baş guhdariya Reqika xwe dike.( ji xwe ji bilî wê ti çareyên wî nemabûn).

Reqê: “Here wê dera ko te ez lê girtibûm. Mezxeneyek li wê derê ye. Ew kunek e ko ber bi jêrê diçe. Here ber devê wê kunê bisekine û bibêje: Hooo Dêya reqê, hoo Babê Reqê! Reqê gotiye here silamên min li dê û babê min bike û bibêje Reqikê got dilê min gelek çûye tiriyî bila wî cotê wîşiyên tiriyî bide te û bîne.

Keçelok bi kêfekê diçe ber deriyê wê qulê û wek gotina Reqika xwe banî dê û babê wê dike. Hin dibîne ko ji wê mezxeneyê sîniyek di destê jinikekê de ber bi devê kunê bilind bû. Ew jinik hat derveyê pirsa halê Reqê kir û ew sîniya tiriyî da Keçelokî.

Dema ko Keçelokî ew cota wîşiyên tiriyî dît dilê wî kir repînî.

Ditirsa û dihizirî ko ew bi tenê jî rûne dikare wan herdu wîşiyên tiriyan bixwe. Ji bo ceribandinê rahêja tilmistekê tiriyî dema ko ji wîşiyî kir nezanî ko wî ji kû dera wîşiyî kiriye. Du-sê carên dî jî diceribîne lê her car pê nedihesiya ka ji kû dera wîşiyî kiriye. Tiriyên xwe birin malê ew û Reqika wî rûniştin û wan heta jê têr xwarin jê xwarin. Lê nedizanîn ka ji kû dera wîşiyî dixwin.

Ew cotén wîşiyan bir û danî di nava koçka Mîrî de û hemî endamén dîwana wî rahéjiyan wî coté wîşiyén tiriyî lé tiriyén wîşiyî piçeké jî kém nebû.

Mîrî avétibû dilé xwe û dé Keçeloké me bidaya kuştin.

Got Keçeloko va ye te şertek yé min pék anî. Lé min şertekê dî jî heye. Divét tu biçî ji me re zarokeké bînî ko bila hêj di dinava destpêçikê de be û bila bikare bi vê dîwana min hemiyê re biaxêve.

Dîsa Keçeloké me ket di nava şîn û giriyî de. Got eré cara dî Reqika min tin peyda kiribû lê ka vê carê ez dê çi xweliyé di seré xwe de bikim. Dîsa bi şîn û giriyé xwe ve çû nik Reqika xwe û got dîsa hal û mesele ev e…

Reqikê got: Keçelokê delalê min dîsa here wê dera ko te ez lê girtibûm. Li ber deriyê kunê bibêje hoo dêya Reqê, hoo babê Reqê! Reqê gotiye here silamên min li dê û babê min bike û bibêje min bêriya biraziyê xwe kiriye bîne nik min.

Keçelokî wek gotina Reqika xwe kir. Paşê, Keçeloké me dîsa bi çavén beloq li qulé nérî û li héviya zarokeka di nava destpêçikê de ma. Bîsteka dî dît ko destpêçikek di destên jinikekê de ber bi jorê bilind bû. Hima xwe avêt destpêçikê û bi mereqdariyê li nava destpêçikê nêrî.

Zaroka di nava destpêçikê de: Hooo! hédî zavo hédîîî ma tu dé perasûyén min bişikênî!

Keçeloké me ji aliyeké ve şaqis bû ji aliyê dî ve gelekê kêfa vî hatê ko serê wî dê vê carê jî ji jêkirinê bifelitiya.

Birazîké Reqika xwe bir mala xwe Reqiké û biraziyé xwe hineké axaftin û paşê Rekiké çîroka xwe û Keçelokî û nebaşiya Mîrî got. Braziyé xwe jî şîret kir ka dé di dîwané de çawa biaxêve.

Keçelok û birazîkê Reqikê çûn dîwana mîrî. Çawa dan ji deriyî ve biraziyê Reqikê ji nava destpêçikê ve got “Essselaaamun eleykumm!”

Keçelokî zarok danî li ber Mîrî zarokî got: Mîro hoo Mîro! Ka çi ye tu ev qasê zavayê min aciz dikî! Ez careka dî bibihîsim ko tu zavayê min aciz dikî dê bêm sekeriha te.

Mîrî nezanî çi bersivê bide wî zarokî hima bi dest hêjandinê got here, here…

Keçeloké me bi kêfxweşiyê vegeriya malé. Lé ev rewş geleké bi tena mîrî re çû. Roja dî dîsa rékir pé Keçelokî got: bila aha niho bê an jî dê serê wî jê bikim.

Keçelok bi tirsê dîsa çû nik zalimê Mîr. Mîrî vê carê got Keçelokoo ! Here vê carê ji min re sê hêgan bîne ko bila hespén avî jé derbikeve. An na ez dé seré te ji nava stûyé te bikêşim.

Keçelokî got vê carê hebe tunebe hatim dawiya vê rêyê. Bi dilekê kul û pazdehên helak ket rêyê. Dîsa çû nik Reqika xwe.

Reqika wî vê carê jî ji keçelokî re got here wî erdî ew erdê ko te ez lê girtibûm. Li ber deriyê wê kunê dîsa bibêje hoo dêya Reqê hoo babê Reqê, Reqê gotiye bila wan sê lib hêgên di kulekokê de bide te. Wek gotina Reqiké kir û dîsa ma li héviya kunê. Piştî demeké sîniyeka di destên jinikekê de dîsa ber bi jorê ve hat. Keçelokî dest avêt hersê hêkan û anî. Li wan hêkan nêrî û got hebe tune be ev hêgên henê pûç in. Libek ji wan hêkan li kevirekê li ber behrê da hin dît ko hespekê avî kir hirrînî û ber bi behrê ve bezî. Keçelokî dîsa got ez vê carê jî xelas bûm heta careka dî Xwedê kerîm e.

Pêşiyê hat nik Reqika xwe û paşê dîsa çû nik Mîrî.

Dema ko serde qesra Mîrî bû di nava hewşê de libek hég li erdê da. Çawa liba hégé li erdê da hespekê avî ji wê hégé derket. Hesp ket nava xadiman û firaxan û ew serûbin kirin. Li hewşa malé qiyamet rakir. Çû di hizûra Mîrî de. Libeka hêgê jî di nava civata Mîrî de teqand. Çawa ew liba hêgê jî di nava civata mîrî de teqand. Hima ké “rêya revé” li kû dîtibe di wê deré de baz da.

Mîr û endamén civata wî teşk, çenk û mil şikestî ji hespan xelas bûn.

 

Mîrî got: Wey mala teyo ! Vî segbabî dîsa xwe ji destên min xelas kir. Vêca ez dê çi bikim.

Piştî ko birînên Mîrî sax bûn. Mîrî got vê carê divê ez şertek welê biavêjim pêşiya wî ko bila nekare ji destên min xelas bibe.

Dîsa banî Keçelokê me kir. Xizmetkarên wî di bayê bîstê de Keçelok anî hizûra Mîrî.

Vê carê Mîrî got divêt ez tişteka welê bibêjim ko bila nekare pêk bîne û got here kumikê babê min bîne.

Pêşiya hingê çend salan jî babê Mîrî miribû û Keçelokê me hima çi kum bianiya wî dê bigotiya ev kumê henê ne yê babê min e û dê serê wî bidaya jêkirin. Paşê dê bigihaya mirada xwe û bi Reqkê re bizewiciya.

Keçelok jî bi ya di dilê Mîrî de hesiya. Zanî ko dawiya vê rêyê nîne hima çi bike bila bike Mîr dê tişteka dî biavêje pêşiya wî û dê di taliya paşiyê de serê wî bidaya jêkirin.

Dîsa bi şîn û giriyê xwe ve diçe nik Reqika xwe.

Reqê got: Keçelokê min tu ti tiştî ji xwe re neke xem here nik wê kuna ko tu her car diçûyiyê û bi wêvetir tu dê şikefteka ber bi jêrê bibînî. Ew kun dê te bibe dinyaya miriyan. Here û babê Mîrî bibîne û ji wî bipirse, ka kumê wî li kû derê ye. Ew dê ji te re bibêje. Gazindên me yên ji kurê wî jî ji babê wî re bibêje û bila rêyekê nîşanî me bike.

Bû roja dî û Keçelokê me diçe wê dera Reqika wî jêre gotibû. Şkeftekê dibîne û diçe di wê ve. Piştî di rêyeka dirêj û tarî re derbas bû dinyayeka dî dibîne. Ew der dinyaya miriyan bû. Mêrg û avên wê gelek bûn.

Di mêrgek ji wan de şivanekê dibîne û hindekê lê dinihêre. Dibîne ko berxikek di destên wî şivanî de ye û ew berxik ji nêzan dike wajewaj. Ew şivan wê berxikê li ber hemî pezî ve dibezîne lê ew berxik gihanê ti mih û bizinan nagire û ji birçan dike wajewaj û barebar.

Mereq dike û diçe jê dipirse: “Hoo şivano qewet be ji te re” va ye bêhnek e ez li te dinihêrim û dibînim ko tu nekarî ji wî keriyê pezan tenê zikê wê berxika biçûk têr bikî. Ka xêr e ko tu vê berxikê di nava wî pazê de dibî û diînî û hê jî ji birçan barebara wê ye. Gelo çima welê ye?

Şivan: “Birayê delal ka tu bo çi daxwaziyê hatiyî here pêk biîne û di vegerê de were nik min ez dê ji te re bibêjim ka binasê vê çi ye.

Keçelok û şivan gotina xwe dikin yek û Keçelokê me dîsa dikeve li ser rêyê.

Wêvetir çû û lê nêrî ko keriyek yê pezî yê bêserî û bêbinî dît. Bêrîvanek di nava wî keriyî de ho diçe û ho tê û nikare tejî kodika di destên xwe de şîr bidoşe.

Keçelok diçe û ji wê jî dipirse: “Hoo bêrîvanê. Va ye bêhnek e, ez li te dinihêrim û dibînim ko tu nikarî ji vî keriyê pezî kodikeka şîrî tejî bikî. Ka ji ber çi holê ye.? Berîvan dibêje, here ka tu bi çiyê ve hatî pêk bîne û di vegerê de were ez dê ji te re bibêjim.

Keçelok ji wê jî dibore dikeve ser rêya xwe. Li pêştirê du nanpêjan dibîne. Yek ji wan girek yê hevîrî li ber wê ye. Wî hevîrî ji aliyekê ve hevîrînî dixwe ji aliyê dî ve dipêje û dixwe. Welê jî dike qareqar û dibêje hey hawarr! Ez ji birçan mirim.

Jinika li kêleka wê piçikeka hevîrî daniye ber xwe hingî jê dipêje û napêje ji hevîrê wê kêm nabe. Girê nanê wê yê pehtî himberî bejna mironekê bilind bûye.

Keçelok diçe nik jinika ko dikir hawar û jê re dibêje:

Xwehê vaye bêhneka dirêj e ez li te dinihêrim tu vî hevîrî bihevînnî jî dixwî û tu dipêjî jî û dixwî lê tu têr nabî ka binasê vê çi ye? Ji ber çi tu di vî halî de yî?

Ji jinika dî re jî dibêje ev çi bereketa hevîrê te ye ko tu hingî jê dipêjî jî û hevîrê te kêm nabe?

Jinik jê re dibêjin here ka çi karê te hebe bike paşê di vegerê de em dê ji te re bibêjin.

Keçelokê me dîsa dikeve ser rêyê, ji her derî pirsa mala mîrî (babê mîrê zalim) dike. Paşiyê re li ser mala mîrî ve bû.

Lê nêrî ko mala wî maleka bêserûber bû, kûçikekê qer li ber deriyî girêdayî bû. Çawa nêzîkê malê bû segî kir hirrînî. Wî dema ko da ji deriyî ve, di malê de pîrejinekê dibîne. Ew pîrejin çawa Keçelokî dibîne dibêje : Ne segê kurê min tu rêkiribî? Keçelok dibêje hal û mesele ev e û kurê te gotiye here kumê babê min ji min re biîne.

Pîredêya mîrî: “Dayê gorî ve kumê babê wî û here ji kurê min re bibêje bila bes zilmûzelaletê li miletê xwe bike. Jêre bibêje babê te ji ber zilmê bûye segekê qer û li ber deriyî hatiye zincîr kirin. Heke ji te bawer jî neke jê re bibêje bila here wê dera ko em lê dinivistin li wî cihê hinda serê babê wî bila bikole û şerbikekê zêran li wê derê ye bila derbiêxe û bixwe. Bila hêdî zilmê neke an na ew jî dê wek babê xwe bibe segekê qer û bikeve li ber deriyan.

Keçelokê me ket li ser rêya vegerê pêşiyê hat nik wê jinika hevîr biçûk.

Wê ji Keçelokî re got: Tu hatî birayê min, got balê ez hatim.

Jinikê: “Birayê min di dinê de çi tiştên min hebûya min dida feqîr û jaran. Hima çi feqîr bihatiya ber deriyê min, min ew bê mirad rênedikirin. Vêca Xwedayî jî ev bereket kiriye nesîbê min.

Çû nik ya hevîrmezin. Hevîrmazinê got tu hatî birayê min? Keçelokî got belê xwehê.

Jinikê got: “Di dinê de himberî vî girê hevîrî heyina me hebû. Lê min ti qencî li ti kesan nedikir. Vêca Xwedê jî ev xezeba henê kiriye nesîbê min.”

Çû nik ya bêrîvan, bêrîvanê got tu hatî birayo ? Keçelokî got belê.

Jinikê got: “Di dinyayê de me gelek keriyên pezî hebûn, lê me rojekê qenciyek jî li ti kesan nekir. Hima feqîrek bihatiya ber deriyê me û bigotiya ka têra şilkirina nanê zarokên me dewî bide me. Min kodika wan di serê sergoyî de diavêt. Vêca Xwedê jî ev xezeb da min.”

Çû nik yê şivan. Şivanî got tu hatî birayê min? Keçelokî got belê.

Şivanî got: “Di dinyayê de min şivanî dikir min pezê xelkan xwedî dikir. Wan pezên xwe didan min diviya min ew xwedî bikiriyan û min di biharan de pezên wan digel berxik û kahrikên wan bidaya xwediyên wan, lê min welê nedikir. Min hemî kahrik û berxikên wan serjê dikirin û min diavêt ber kûçikan. Min berxik û kahrikên xwe dibirin ber mih û bizinên wan. Di biharan de jî min pezên wan didan wan û min digot elema pezî ket di nava pezî de û hemî berxik û karikên we mirin.”

Keçelok vegera nik Mîrî û jê re got veye kumê babê te û dêya te got, “bila bes zilm û zelaletê bike. Babê wî bûye segekê qer û ketiye ber deriyî. Heke ji te bawer jî neke bila wî şerbikê zêran yê di cihê binseriyê babê xwe de derbiêxe û bila jê re sihet û qewet be.

Mîr ji wê rojê û pê de bû zilamekê qenc. Keçelok û Reqik jî ketin di nava xêr û xweşiyê de.

  • Qewlika min çû deştê, ez û dê û babê xwe çûyin biheştê

KÛNYE:

Çîrokbêj: Safyaya Osmanê Evdilkerîm Nivîsandin: Mirad Gundikî Edîtor: Mihemed Sanri

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply