Hîkmet bi Hîkayet
Di vê pirtûkê de pirsgirêkên civakî, peyamên girîng, nexweşiyên derûnî, ilm û hîkmetên pêwist bi hîkayetên meraqawer û balkêş cih girtine. Hîkayetên vê pirtûkê ji bo dil aramî; ji bo ruh bihuşt û ji bo eql rênîşandêr in.
Ev pirtûk ji pênc beşên hîkayetên bi hîkmet pêk hatiye. Li gor Qurana Pîroz, hedîsên Pêxemberê Xwedê û gotinên navdaran piştî her hîkayetê hîkmet, îbret û hisse hatine nivîsîn.
Hîkayetên beşa yekem ji Gulistana Se’diyê Şîrazî hatine bijartin.
Beşa duyem ji serpêhatiyên nivîskar û derdora wî pêk hatiye.
Beşa sêyem ji çend hîkayetên ku Pêxemberê Xwedê ji eshabiyên xwe re gotine û ji hîkayetên gelek bi îbret û meraqawer pêk hatiye.
Beşa çarem ji bo perwerdeya zarokan çend çîrok hene. Beşa dawî jî ji gotinên wecîz yên rênîşandêr pêk hatiye.
Sadullah Taşan Kî ye?
Sadullah Taşan, di sala 1986an de li Misircê (Kurtalan) hatiye dinyayê. Perwerdeya xwe ya pêşîn li cem bavê xwe Mele Hefzullahê Pirtayî wergirtiye. Dibistana seretayî û navîn li Misircê xwendiye û dûre Zanîngeha Dîcleyê beşa îlahiyatê qedandiye. Di navbera 2010 û 2012an de li gundê Firdeysê (girêdayî Licê) û li gundê Qormaniya (girêdayî Farqînê) melatî kiriye. Ji 2012an pêve li Misircê li lîseya îmam û xetîban mamostetî dike. Ji bilî vê pirtûkê sê pirtûkên wî yê din jî hene:
1. Gotinên Rênîşandêr
2. Serpêhatî û Peyamên Pêxemberan
3. Peygamber Kıssaları ve Duaları.
Li ser Youtubê jî di qenala “Gotinên Rênîşandêr” de vîdeoyan parve dike.
| HESTÊN PÎROZ
Kevok Mizgîn bi vê dîwana xwe ya nû şi’rên berdewamiya di derheq işq û evînê de bi zimanek henûn, bi peyvên sade lê tîr, bi ruhek kurdewarî ya beriya bajarvaniyê û pala xwe dayî efsûn û ciwankariya klasîzma Kurdî diyarî me xwendevanan dike … Kevok Mizgîn bi şi’rên xwe yên naîf hem evîn û evîndariyê li ber dilê me watedar û şîrîn dike û hem jî me ji wê sekn û helwesta nelirê ya li hember xwezayê diparêze û pirek kahîm di navbera me û xweza û dil de ji nû ve ava dike. Berken Bereh Kevok Mizgîn Kî Ye? Kevok Mizgîn di 13ê Mijdara 1977an de li Êlihê ji dayik bûye. Kevok Mizgîn dibistana fermî ji derve heya dibistana navîn xwendiye. Wê ji hêla zimanê Kurdî ve xwe bi pêş xistiye. Kevok Mizgîn li Kurdî-Der, Komeleya Mereto û li Enstîtûya Stenbolê heya asta mamosteyiyê perwerdehiya zimanê Kurdî stendiye. Ew niha li Êlihê dijî. Kevok Mizgîn ji sala 2008an ve dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Berhema wê ya yekem bi navê Kulîlka Evîna Bêdeng heyva Îlona 2018an, ya duyem jî bi navê Stêrka Evînê heyva Îlona 2021ê li weşanxaneya Nûbihar hatine çapkirin. Her wiha çend helbest û çirokên Kevok Mizgin jî di kovaran de hatine weșandin.
|
hûn karin van kitêban ji vir bixwazin: nubihar.com
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…