
Li gundê kizilkayayê li ser Patnosa Agiriyê ye, hatiye dinyayê. Li gelek bajarên Kurdistanê tehsîla medreseye dît. Bi saya mamosteyên xwe Rîsaleyên nûr nas kir. Piştre li ser Rîsaleyên Nûr lêkolîn kir û dest bi xîzmeta wê kir.
Di sala 1990î de bi çend hevalên xwe re Weqfa Zehrayê damizirandin û ji bo damezirandina kovara Nûbihar û Yenî Zemînê hevalên xwe teşwîq kirin. Îdeala wî ya herî mezin temamkirina projeya Medreseya Zehrayê bû. Lewra Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ji bo vê armancê, 65 salê xwe dabû. Mela İzzedîn ji li Wanê temele Zanîngeha Zehra avêt. Lê mixabin Xwedê nekir nasîb ku temam bike.
Di Çiriya Pêşîn a 1999an de ji aliye kesên nasnameya wan nediyar ve hate revandin. Piştre, di 28ê Çileya Paşîn ê 2000î de bi awayekî hovane hate şehîdkirin. Nimêja wî bi beşdariya bi hezaran kesî ve hate kirin û li gorîstana Eyûbê hate veşartin.
Ji Salnameya Nûbiharê (2018) hatiye vergirtin
Gotara berê: Cih û Bandora Melayê Cizirî Di Wêjeya Kurdî De
Gotara piştî: Çûna Başûrî Kurdistanê 1976an û Festîvala Bedirxan 2006an
Gotarên Têkildar
Danasîna Pirtûka Destpêk û Dîroka Sînemaya Kurdî a Dilazad ART
Pirtûka “Rastiya Dîroka Oxûz-Turkmen û Kurdan”
Tevgera Neteweyî ya 1925an, Hedîseya Pîranê û Şêx Seîd (1865-1925)

