Hişşş – Mihemed Gercewsî

HIŞŞŞ!!IMG_20150831_002005.jpg görüntüleniyorIMG_20150831_002005.jpg görüntüleniyorIMG_20150831_002005.jpg görüntüleniyorIMG_20150831_002005.jpg görüntüleniyor

1
Bêdeng bin. IMG_20150831_002005.jpg görüntüleniyor
Difirin li ezmanan pirpirîk û çuk..
Tu nabînê çawa per û baskê xwe li hev dide
Û difirê …
Dur dibê,
Bilin dibê, diçê..
Nabînê qey tu kor bûyê..
Çawa xwe xemilandîyê şînahîyên li ser xaka pîroz.
Demsal dema xweşî yê.
Burî derbas bûn û rêvîyan sibatoka sermahîya şevên dirêj..
Hiş…
Bêdeng bin..
Îro dayika min westîya ji qêrînîyan.
Di desmala xwe dê pêça derdorê sur ê Amedê.
Nisebîna rengîn hê şîyar ê.
Cîzra Botan û silopya hè şevbêrk dawî nekirîye.
Li benda Cudî û zagrosin ku pêtên agir geş bikin rojê.
Şevê bikin qefesa dîroka rojê ..
Hiş..
Dîsa bêdeng bibin.
Çeper û stargêha mê bîr û bawerî ye.
Armanca me jiyan kirina bi rumet û pîrozî ye.
Bi Xwedê.
Te ji bîr kir bi Xwedè..
Dengê dijmin çawa ji te re dibê bilbil
Û,
Tu dikevê xew .
Çikas şêrîn ji bê hingiv ê dijmin,
Ji me re jahr û zekûm ê.
Tirş û tahl e .
Her ew kes ê ku tilîya xwe bi nav hingivên nêyara dakiribê ji bir nêk!
Ta ma xwînê her tim di devê te de bê.
MIHEMED GERCEWSÎ
23.12.2015

Derbar Rêvebir

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply