Cizîr (Cizîra Botan)

Cizîr navçeyeke li ser bajarê ŞirnexŞirnexê ye. Bi navê Cizîra Botan jî tê naskirin. Weke (Bajerê Nebî Nuh) jî hatiye naskirin. Bi Nisêbînê re bajerê herî mezin ku çanda Şahmaran têde bicih bûye. Cizîra Botan xwediyê dîrokeke ku pir demdirêj e. Avabûna wê ta dema sûmeriyan û berî wê demê diçê. Ji hûrî û mîtanîyan re navendetîtî kir. Ji wê deme wan pêde êdî ku Başûr rojavayê Kurdistanê ji di nav de weke herême Botanê hate binavkirin. Sînorê wê demekê Riha ji kiriye nav xwe de. Ev, di deme hûrî û mîtaniyan de bû. Piştre ji wilo berdewam kir. Ev bajarê Kurdistanê, di civakbûn û pêşketina Kurdistanê de xwediyê weyneke pir mezin û girîng e.

Dîrok

Dibêjin Cizîre ji aliyê pêxember Nûh ve hatiye avakirin herwesa û li gor dîroka Îslamê tê gotin ku bajarê diwemîn yê ku hatiye avakirin piştî tofanê bajarê Cizîrê bû, dîsa li gor vekolera di bêjin ku gora pêxember Nûh di Cizîrê de ye ji ber ku sorhên Cizîrê wekî gemiyekî hatine danan. Çanda pêxember Nûh li wir bicih e. Her wiha herême ku çanda Şahmaran têde û li dore wê mazin pêşketi ye.

Di derbarê dîroka Mezopotamya pirtûka herî kevin ya Herodote, dîsa pirtûka bi navê Vejîna dehhezaran. Herwisa di hemi pirtûkên olî de behsa Mezopotamya tê kirin. Li gora vekolînan jî tê gotin ku Cizîre bajarê herî kevinar e.

Li gora olan hatiye gotin ku piştî Adem û Hewa tofana herî mezin hatiye jiyan kirin tofana pêxmber Nûh bûye, ji ber ku piştî vê tofanê mirov neman li ser rûyê zemînê, tenê bi hiziretê Nûh re heşt an ku heştê rizgar bûne ji vê tofanê, ew jî ji ber ku di gemiya hiziretê Nûh de bûn, û ya herî rast jî hizirete Nûh ew rizgar kirine. Dema ku mirov di bêje tofan tê wateya ku gemiya Nûh yek û li dîrokê tekes kiriye ku li serê çiyayê Cudî rawestiya ye tê naskirin û ji lewma jî çiyayê Cudî weke çiyayê zêdebûna hijmara mirovan ji nû ve tê naskirin.

Li gora Abdula Yaşîn[çavkanî pêwîst e], Cizîre duwemîn bajarê ku li Mezopotamya hatiye ava kirin. Alfred Flobil yê ku xelkê Puerto Ricoyê bû, di sala 1953-1954 û di encama vekolîna xwe ya ku li Tepê Reş kirî, tabloyek dît û li ser vî tabloyî nexşeya Cizîrê ya wê heyamê hat bû neqiş kirin, di nîvê nexşê de rojek hebû û di bin de wêneyê du şêran, rûyê her du şêran li hev bû û li ser nivîsên bizmarî hebûn û li gor vekolîna pisporên nivîsa bizmarî hate gotin ku: navê Cizîrê yê wê demê Gerzu bakart bû û hijmara xelkê wê 1.850.000 bû.

Dîsa û 4000 sal berî zayinê û di dema gotiyan de jî ji Cizîrê re digotin. Gerzu bakartda û ev nave ji aliyê dîroknasan ve hatiye tekes kirin, li milekî din û li gor dîroknasê mezin Îbin Alesîr di bêje ku di qonaxa Persiyan de jî ji Cizîrê re di gotin Gazarta û Bazîbda.

Di qonxa ebasiyan de Cizîre gelek sod gihndae ebasiyan û bi taybet mîrê wê demê ku hakimê Cizîrê bû, mîr Abdilezîz Îzafedîn ku wî jî nav lê kir Cezîret ibn Omer.

Di sala 1956 peykerek li Cizirê hate dîtin û gotin ev peykere peykerê Boda ye, ev peykerê ku hate dîtin ji hela qaçaxçiya ve hat bu dîtin û wan jî ew peyker firotin.

Lê li gor Abdula Yaşîn ew peykerê ku birbûne Amerîka, li ser bigihê ku peykerê Bodaye tekes kir ku ew heykel ne yê Bodayeher wisa piştire li ser vî heykelê ku niha di mozexana kilasîkên cîhanê de dimîne hatiye nivîsandin peykerê serokekî ne nas yê mezopotamiya. Li milekî din û piştî ku Sçomokle yê vekoler kevirê vî peykerî di sala 1975 kevrên vî peykerî xisine di bin nekolînê û bi riya Kerbûnê jiyê vî peykerê derxistiye û di domahiyê de gotiye ku jiyê vî kevirî di veger 45 sal berî zaiyinê.

Piştire û dema ku Cizire weku bajar pêş ketiye êdî bi navê Cizira Botan hatiye naskirin, wate warê botaniyan. Bi belavbûna îslamê ji di cizrê de êdî nezî 360 mizgeft hatine ava kirin û di dema me ya niha de du dibistanên mezin, sê minarên bilind û di pir mane û têne dîtin. Her wisa sor û kelhên kevin ku hîna ciwaniya xwe di parêzin û weke cihên zivistana leşger bi kar tînin li ber çavane û rawestiyane. Her wisa û tişta ku heta niha maye û navê wan li ser zimanê her kurdekiye û mezarên wan li Cizîra Botanê mezara Mem û Zîn e û Bekoyê awan dimînin. Li milekî din bajarê Cezîrê bajarekî çandî ye û ji nava wê çanda kurdî derketiye û belav bûye û heta roja meya îro hatiye û her wextî sirûşta Cizîrê û bajarê Cizîrê bûye kaniya helbesta kurdî û helbestvanê kurd yê avdar û mezin ku heta niha kurd li ser rêça helbesta wî diçin û gelek mifa jê giritne di warê wêje û helbestê de Melayê Cizîrî ye ku helbestvanê herî navdar ê kurd e.[1]

Çavkanî[1] Kurmancî – Kurdîy Bakûr | ku.wikipedia

Derbar ziman

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply