Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Rojbûna Yilmaz Guney (1937 – 1984)

Di Rojbûna Yelmaz Guney (1937 – 1984) de  Silav li giyanê wî bin (..Ta ku mirov li jiyanê be, wê kul û xem, evîn û hezkirin pîre berdewam bin. Zana be an nezan be, her wê ew barhilgirê kul û xeman û evîn û hezkirinê be.. Min di filmên xwe …

Read More »

Bihar – Helbest

Dilemin bi tîtina te bu dîn û har Zivistan çu vaye hat bihar Dar û çiya bejna xwe xemilandin Kulilkê jiyana min behn barandin Bi gulekê nabê bihar Bi gotinekê nayê yar Bi sosin û nergiza reng reng Li cîhanê evîna min bu bideng Bihar tu çiqas xweş û delalî …

Read More »

Fêrgeh

Îrem keça malbatê ya piçûktirîn bû. Ew keçikek bedew û hurmetkar bû. Ji ber ko ew di malbatê de ya piçûktir bû, gelekê bi qedir bû. Mala wan li gundekî xweş  bû. Bavê wê melayê gundî bû. Wî di ilmê baweriyê de xwe gelek pêşve birîbû. Gelek feqê wî hebûn. …

Read More »

Nirxên Pirtûka Çûka Keko Peko

Wêje; guhdarkirina bilûra şivanekî ye, li ber ava çemekî, demeke biharê. Hezkirina yar û Xweda ye, ji dilekî  paqij û zelal. Meyzandina kulilkên bêhîvan yên ku li ber belbûna biharê ne û kamraniya abadîn e, ji mirovên aşiqên dinyayê re. Keservedana hesreteke beyaniyê ye. Cih û warê hemû evîndaran e. …

Read More »

Jinik û Mela (Çîroka Gelêrî)

Rojek ji rojan rehmet li dê û bavê guhdaran. jinikek hebû wê divîya qîza xwe rêke li ber destê melayê gund, da ku hînî qur”ana kerîm bibe. Piştî perwerdeya qîza wê ya du sê rojan, jinikê bakire qîza xwe, ka were qîza min. Ev çend roj in tu diçî xwendina …

Read More »

Serpêhatiyên Sofî Remo

Nivîskar û zimanzanê kurd Mela Beşîr, gelek pirtûkên hêja li kurdî wergerandiye. Çîrokên folklorîk yên gelêrî berhev kiriye û romaneke bi nave “Sofî Remo” nivîsiye. Beşîr ji hêla nivîs nivîsînê de gelek jîr e. Di weşan û malperên kurdî de gotar – meqale – û şîroveyên wî bi navê wî …

Read More »

Bedîuzzeman

(Îro salvegera wefata Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ye. 23.03.1960) Xwedayê alemê her sed salî carekê, muctehîdekî ji bo mirovahiyê dişîne. Ji beriya vê sedsala me, ev erka li ser milê Mewlana Xalid bû.( a herî baş Xwedê dizane) Sal 1876 li nav çiyayên welatê me, roja zanistiyê, bi navê Seîd helat. …

Read More »

Dewlemendîya Zimanê Kurdî

  FERHENGOKA PIRSÛSÊ: -Silav xwînerên hêja hûn jî dizanin ku zimanê Kurdî zimanekî dewlemend e, ji ber vê jî carinan bikaranîna peyvan bi gor hereman tên bikaranîn. Wan peyvên ku min nivîsandî bi taybetî li pirsûsê û bajarên li derdora pirsûsê tê bikaranîn. Û ev peyv hema hema hemû li …

Read More »

Helebçe: Çima Heman Rewş?

“…rojên Xwedê wê bîra wan bîne.” (Quran, 14/5) Dibe ku destpêka cumhuriyetê bi bîra me neyê. Dibê ku em nizanibin û tênegihîjin bê di sala1925an de çibû! Çawa û çima bi deh hezaran kurd hatin kuştin? Gund hatin xerakirin, mal hate talankirin. Dibe ku em serhildana Agirî nizanibin, Koçgirî, Geliyê Zîlan …

Read More »

Qîrîna Mirinê

mirin, di hemû zimana de yek wate ye: êş rengê hemû mirinan wek hev e: reş QÎRÎNA MIRINÊ dem dema agir û pet ji pozê dîrokê barût difûrî xwîn diherikî ser kezeba rojê zeman, di dilê xemê de rawestiyabû pênûs û nivîskar kor dinya ker û lal erd û ezman …

Read More »