Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Ronî û Dûrî

Wekî her caran dîsa nizanim çawa destpê bikim lê divê ez destpê bikim. Li romîstanê jiyan zor û zehmet e. Wek ku her ro, her saet, her wext tarî ye. Belê tav li erdê dide lê ronî nake. Heger ronî û dilxweşî kêm be an jî qe tune be, divê …

Read More »

Seydayê Hecî Mûsa (1883–1963)

Bi rawestandina herdu kovarên Mîr Celadet Bedirxan Hawar û Ronahî û hatina hikumetên erebî di sûriyê de sala 1946an, ew nivîsandina ku bi zimanê kurdî hebû, qedexe bû. Ne wilo tenê jî, tev nivîsandinên bi zimanê erebî, li dor Kurd û Kurdistanê qedexe bû.. û wiha bi demê re gelek …

Read More »

Nasıl Kürtçe Okuyabilirim -10-

10/10. KÜRTÇEDE DİFTONG OLAN ” XW ” HARFLERİNİN OKUNUŞU Acizane Kurdî okurken zorlandığınızı/zorlanacağınızı düşündüğüm harfleri aktarmaya çalıştım. Son olarak iki harfin birleşimi olan diftong harf(ler)imiz kaldı. Bu da serimizin son yazısı.   Bildiğiniz üzere Diftong: ikili ünlü. Hecede yan yana bulunan iki ünlü anlamındadır. Başka bir tanım: iki seslinin bir …

Read More »

Ji Evîna Rojên Kevin: Sinetkirin û Kirîvantî

Di heyamê berê de bêtir zarok di temenê 7/8 salî de dihatin sinetkirin û di encam de kirîvantî di nav du malbatên ku hez hev dikirin dihat danîn. Wan malbatan zarokên xwe di dawa hevûdin de sinet dikirin. Kirtîvantî ji hezkirinê pêk dihat û çênedibû ku kirîv bi kirîva xwe …

Read More »

Gernameya Spanya û Fasê

25 Nîsan Ji bo rêwingiye serê sibehê zu şiyarbûm. Min xwe ji bo rê amadekir. Duvre li cihê civînê ez gihaştim rêhavalê xwe. Bi hevre em çune balafirgeha Merdînê. Ji ber ku me taştê nexwaribu li bufeya balafirgehê çayek vexwar. Xeribe lê çayek bi 2 tl’bu. Ev ji min re …

Read More »

Derewên Kemalîstan

-Di derbarê diroka fermi a komara Tirkiye de- Dîroka komara Tirkiyê li ser esasên îdeolojî û siyaseta fermî a Kemalîst hatiye nivîsîn. Nivîsîna vê dîrokê ji serî heta binî derew e, ango ji direwan pêkhatiye. Nivîskarên pirtûkên dîroka komara Tirkiyê Kemalîstin û ji bo ew pesnê M. Kemal bidin van …

Read More »

Nabe

Ji ber ku em hêvîdarê cîhê bêhêvî ne, ev jiyan jî dibe qedera me. Mirovên ku ji cîh û warê xwe koç kirine, xwe davêjin bextê yên ku li welatê wan şer derxistine û bûne sedemkarê koça wan. Lê rih dibe bihost, dijmin nabe dost. Beriya sed salî dîsa kalikên …

Read More »

Sersala Kurmancî

Sebaretî Sersala Kurmancî, eva ku piştî sersala Zayînê bû bi 13 rojaye, anku roja 13ê meha kanûna duyem bû, li gor rojnameya zayînê, min nas nekir çima ev roj bû..? Çendî min pirsî û xepart bi min re derneket, tevî ku min dîroka vê sersala Kurmancî ji gelek kalemêr û …

Read More »