Brîtanya belgeyên dîrokî li ser Kurd û Kurdistanê belav dike!

Zanîngeha Cambrige komek belge li ser serhildan, şer, tixûb û nasyonalîzma kurd û Kurdistanê belav dike. Tê gotin ku ew belge heta niha li ti derî nehatine belavkirin.

Zanîngeha Cambrige a Brîtanyayê eşkere kiriye ku dê vê mehê (Çile) komek belege li ser nasyonalîzm, xebat, şerê kurdan û tixûbên Kurdistanê belav bike ku heta niha nehatine belavkirin.

Li gorî malpera fermî ya Zanîngeha Cambrîge, ew belge behsa bûyerên salên 1831ê heta sala 1979ê dikin û ji 9 hezar rûpelan pêk tên.

Li gorî malperê, ew belge ji aliyê Anîta Burdett ve hatiye êdîtkirin. Daxuyaniya Zanîngeha Cambrige li ser wan belgeyan wiha ye:

“Nav: Tomarên liser kurdan, Tixûb, Serhildan û Nasyonalîzm, 1831-1979

Çavkanî: Belgeyên Brîtanî Çapa Unîversîteya Cambridge

Ev belge, ku ji neh hezar rûpelan pêk tên, behsa serhildanên destpêkê yên gelê kurd li dijî desthilatên herêmî û metropolîtan dikin. Herwiha vedigêrrin ka peywendiyên wan bi gel û miletên cîran di qonaxên dîrokî yên cuda de çawan bûne. Ev belge bi wî teherî salixên reh û rîşeyên hestên neteweyî yên kurdan yên sedsala 19an di çarçoveya serhildanên cuda radixe ber çavan û di wan şopan de digihîne tevgerên hevgirtî û ciyawaz yên neteweyî ku piştî Şerê Cîhanî yê Yekem de derketin meydanê. Di heman arasteyê de, belge beratiya terîtuwar û serzemînê ku wekî welatê kurdan dihêt  pênasekirin, rave dike. Qutiya nexşeyan nîgarên guhertina tixûbên wan, yan wan kertên ku berdewam di rewşa guhertin û nakokiyê de bûne, dabîn dike. Ev belgenameya 13 bergî, dê bi çap û dîjîtal online jî berdest be, ku ji neh hezar rûpelan û 20 nexşeyan pêk dihêt. Hemî belgeyên Dewleta Brîtanî li ser kurdan di heyama salên 1831–1979 de, bi şiroveyên lêgerbar di formata e-pirtukê de ji bo xwandevanan berdest be.”

Rudaw

Derbar Rêvebir

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply