Bersiva kazakên zaporogî bo Siltanê Stembolê

Guillaume Appolinaire (1880 – 1918)

guillaume-apollinaire-11

Tu keleştir î ji Barrabas
wey şeytanê serqiloç
ma xwe çi Belsebûb dihesibînî
rîxê û herriyê dixwî
sebta te bila bo te be, me nevê

Masiyên genî yên Selanîkê
xelekeke xewnên xofdar diyarî te
çavine bi riman peqandî
diya te kuşek bêhnewî berda
tu jî di nav wê pîsatiyê re hatî

Celadê Padolyayê, tu evîndarê
birînan û şûnên wan î
pozberazo, qûnmahîno, bila xezîneyên te
bo te bin, hewceyî wan î
bo kirrîna dermanan

wergerandin: Husein Muhammed, 2005

https://zimannas.wordpress.com/2015/08/04/bersiva-kazaken-zaporogi-bo-siltane-stembole/, 04.08.2015

Etîket: edebiyat, Helbest, Husein Muhammed, Wêje, wergerandî, Zimannas

Gotara berê:

Gotara piştî:

Şîroveyekê bihêle