Behîvên şîn

Di navbera dewletên tevdora Behra Sipî de gelek darên biîvan hene. Bi taybetî li dora Tirkiyê, Sûriyê, Lubnanê, Urdunê û Fîlîstînê. Carna ev darên biîvan bi xwezaya xwe şîn dibin û carna jî bi çandiniyê mezin dibin. Xelk darên biîvan diçîne û di serî de ev biîv tal in. Piştî ku mezin dibin xelk wan ditamîne.

Bi vîtamînên A û hesin dewlemend e. Ji %88 ê wê av e. Tê de azot, dohn, elyaf û şekir heye. Ji bo dê û zaroka li ber şîr gelek baş e. Ava biîvê digivêşin û ava wê bi pidiyên ku xwîn dibin didin. Jê re baş e. Hem ji bo kolesterolê başe û dadixe. Xeteriya nexweşîna dil kêm dike. Hem ji bo çermê mirov baş e.

Di baharê de xelk ji bo demeke kurt be jî dikare bi’îvên şîn ji xwe re bikire û bi xwe. Xelkên xwedî kultura çandiniya bi’îvan û bi taybetî gundî ji bi’ıvan zêde hezdikin. Ev kultur ketiye nava bajavaniyan jî û ew jî jê hezdikin.

Peyama Kurd

Derbar ziman

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply