Bangerê (Loq) Hotiya(Çîrok)

Axayê gundê Hotiya di sohbeta xwe ya şev a kuçkê de ji gundiyên xwe dipirse:
-Di nav we de yê sibê here Cizîra Botan heye? Hinek karê min li nik Mîr heye. Yekî gundî dibêje:
-Axayê min ez sibê diçim Cizîrê.
-Baş e, nexwe sibê gava ku tu çûyî were min bibîne, piştre here. Gundî:
-Belê axa!
Serê sibê gava gundî ji bo dîtina axê tê mala wî, ji dûr ve dibîne ku axê li ser banê xanîye xwe runiştîye. Ji xwe re dibêje:
-Axa gotibû were min bibîne, vaye min dît. Paşê berê xwe dide Cizîra Botan. Pştî digihije Cizîrê û karê xwe diqedîne, tê nik mîr. Di nava wî û mîr de ev axaftinên han derbas dibin:
-Mîrê min ez ji nav Hotiya têm.
-Kerem ke, xêr e?
-Axa got here nik mîr.
-Ê, axê çi got?
-Tiştek negot, hema got min (dema tu herî Cizîrê, were min bibîne, piştre here.)
-Baş e, te axa dît?
-Erê
-Te çawa dît?
-Ezbenî, ez sibê derketim ku werim mala wî, min dît ku axê li ser banê xwe rûniştîye. Min jî ji dûr ve axê dît û ez hatim.
Mîr biryar dide ku cezakî bide vî gundiyê debeng. Dibêje:
“-Eqlê sivik barê giran e.”û ji wî re got min fam kir, bangerekî wî li vir mabû, wî xwestîye ku tu wî bangerî bibî gund” û pişt re emir dide ku bangerekî dused kîlo bidin yê gundî.
Gundî wî bangerê giran datîne ser milê xwe û dikeve ser rê. Hinekê diçe bangerê giran diavêje erdê û dibêje (Ez neşêm vî bibim heya gund) piştre dibêje (Hema hisap ke min ji vir hilgirtiyê) û dîsa banger radike û dibe. Bi vî awayî bangerî tîne gund û dibe ber deriyê axê û diavêje erdê. Axa dibêje:
-Ev çî ye?
-Banger e
-Bangerê çi?
-Ezbenî gava ez çûm Cizîrê, te gotibu were min bibîne piştre here, ez serê sibê ji bo yî dîtina te hatim, min dît ku tu li ser banê xwe runiştî yî. Min ji xwe re got (eve min axa dît) û ez çûm Cizîrê li ba mîr. Mîr jî ev banger ji te re şand.
Axa dibêje:
-Wellahî ev mafê te ye, mîr qenc li te kirîye.

Abdulkadir Bingol

Derbar ziman

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply