Av û hewa

Wî wextî gel derdiket duayên baranê. Rîtuelên me jî hebû û me weke strana digo; baranê bibar bibar, çivîka genimê te xwar… Lê niha hema bê her sal wiha hişkayî ye û êdî gel hew derdikeve duayan jî.

Merheba ji wer canik û camêrno. Piştî demeke dirêj îro çend çilapekê baranê bi ser me de ket. Dem û demsal guheriye û em mane bi hesreta baranê. Tew ev çend salên dawî yekcar avhewa guheriye û ti cudabûna me ji çolên Erebîstanê nema ye. Meteorolojî wê bibêje baran tê, lê ya bi ser me de tê qûma çolê ye. Erd û ezman bi qûmê sor dibe. Em nikarin bêhna xwe bistînin. Em xwe davêjin hunduran û derî û paca li xwe digirin. Me ev tişt di tvyan de, weke nûçe didît.

Digotin nizam li kîjan dewletê firtina qûmê rabûye. Em matmayî diman û me digo kesên li wir çawa dijîn. Mixabin êdî welatê me jî di wê rewşê de ye. Îro jî piştî ku çend roja toz û xumam li me rabû pişt ra bû baran. Lê ne ti baran bû ha! Ji qewla dibêjin: hema şil kir û dilê xwedî xweş kir. Bi vî hawî bû. Ya balkêş ew e ku ewr xwe dide ser hev du, heta dibe şîqe şîqa brûskan, lê tu dibînî ew ewr di ser me de xwe teqil kir, toz xumama xwe ji me ra hişt û çû li cihekî dinê ket. Yê herî zêde ji vê rewşê şerpeze dibin di serî da cotkar in. Kesên bîr nekolabe zadê wan tev da hişk dibe. Yên bîra wan hebe jî gazina dikin û dibên; ava bîran nabe weke ava baranê û ji ber baran kêm dibare ava di bin erdê jî kêm bûye.

Êdî av jî nema têra me dike. Rastî jî wiha ye. Tê bîra min erda sed mîtro dihat kolandin têra çandiniyê dikir. Taliyê daxistin sê sed mîtro yî. Niha ya herî kêm pênc sed mîtro ye û ew jî têrê nake. Demên borî baran bê sekin dibariya. Û cotkara ji hev dipirsî û digo ka te çandiniya xwe nekir. Digotin baranê rê neda. Hema du rojan bisekiniya men ê erd bizar bikira. Hew ji çend sala carekê rehma Xwedê kêm bû.

Wî wextî gel derdiket duayên baranê. Rîtuelên me jî hebû û me weke strana digo; baranê bibar bibar, çivîka genimê te xwar… Lê niha hema bê her sal wiha hişkayî ye û êdî gel hew derdikeve duayan jî. Ev sî sale ji bo erd û zeviya proja GAPê heye lê naqedînin. Helbet bi zanebûn naqedînin. De ka rebenên cotkara bi vê avhewaya xerab wê çi bikin.

Jixwe golên miçiqî û çemê ziwa bûne nîşanî me dide ku bê Avhewa çawa hatiye guherîn. Li gundê me bixwe sê gol hebûn. Zarokatiya me li ser wan gola derbas bû. Me komek listîk li ser wan gola dilîst. Zivistanan golê qeşa digirt. Me li ser qeşayê bi saeta xwe diçerixand. Havînan kevirên qafik di destê me da em diketin pêşbirkê û li ser ava golê me qafikê xwe divirvirand. Niha her sê golên me jî miçiqîne û li ciyên wan xanî ava bûne. Carna em û hevalan, wexta qala golê gund û bîranînê xwe dikin hin zarokên men î gund dibêjin ma wira gol bû. Çemê ku ji derva gundê me diherikî bo me cîhê avjeniyê bû. Her bihar ji barana zêde lehî radibû. Gelek xanî dida ber xwe û xera dikir. Heta berî niha sî salî, lehiya ku xanî xera kiribû dewletê bo gundiya bîstûyek xanî çêkir. Lê niha çemê me ji şetek ziwa pêk tê. Zivistanî, berf bi rojan û salê sê çar caran dibariya. Li her malê bêrê berfê hebû. Her kes li ser xaniyên xwe berfa ku daye heta çongê paqij dikir.

Tew ew berfdimsk (berfmotik) hema bê xweş bû. Bi serê xetoyê dînik ji qeşaşîrên tên firotan gişan jî xweştir bû. Û em gewî bûn ha. Me berfa ewil nedikir berfdimsk û me nedixwar. Me digo ya ewil ne paqij e. Me xwe dida benda ya dudiyan an jî ya sisêyan. Berf diket û rûyê erdê bi kirasekî gewr î boz dinuxumî. Ji çiya û zozanan reşelê dadiketin deştê. Belê ev tiştên ku niha min ji we ra qal kir tev da bûne bîranîn. Edî ne berf û ne jî baran dikeve. Bi guherîna avhewayê çand jî guherîn. Kes nema berfdimskê dixwe. Bawer im hinek zarok nizanin bê berfdimsk jî çi ye. Jixwe ji ber serma û şilî tune êdî reşêle nema dadikevin deştê. Ne çem man û ne jî masî. Û bi vê xezebê here wê welatê me bibe Afrîqaya reş.

Belê, rewşa dinyayê xerab e. Û weke ku fîzîkçiyê navdar Stephen Hawking digo; însan ro berî rokê dibê li fezayê jixwe re dinyak dinê bibîne. Bo nifşên nû ev yek teqez hewce ye.

Mehmet Erbey-Gazete Duvar

Derbar ziman

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply