Konê Reş

Ji min werê tev xelkên dinyê bi Kurdî xeber didin

Bêguman bandora nexwendina bi zimanê dayikê neyênî û zor mezin e.. Nexasim ji me kurdan re ku xwendin û nivîsandina bi zimanê me qedexe bû. Erê, li welatê me Kurdistanê fêrbûna bi zimanê zikmakî qedexe bû; li Bakurê Kurdistanê perwerde û hînkirin bi tirkî bû, li Başûr bi Erebî bû …

Read More »

Cegerxwîn û Helbesta di Pesnê Barzanî de

Di roja 14/3/2020an de (117) sal di ser rojbûna Barzaniyê nemir, bavê netewiya Kurdî re derbas dibe.. Îsal jî, wek her salê, min xwest tiştekî li dor vê roja pîroz binivîsim.. tiştekî nû binivîsim.. Ramiyam û ponijîm, li arşîv û bîranînên xwe vegeriyam, rehmetiyê Mela Hemdî Selefî hat bîra min. …

Read More »

Rola Jina Kurd di Beriya Mêrdînê de

Bi min xweş e ku di roja Cîhanî a Jinê de karibim ronahiyê berdim ser rola jinê di civaka Kurdên Beriya Mêrdînê de.  Erê mebesta min ku ez ronahiyê berdim ser rola jinê di Beriya Mêrdînê de, rola jinê di civaka Kurdî de, rola jinê di mala kurdî de û …

Read More »

Mezopotamiya!

Mezopotamiya.. Mezra Botan.. Bûka dinyayê! Îro Beriya Mêrdîna te, min di nav pencên xwe de kûr û dûr dibe! Gulîstana têr netew şilfîtazî maye..! Ez ê çilo û çawa xwe bidim ber pala Zinarê Mêrdînê?! Li ber bêdengiya wî Zinarî bisekinim?! Mezopotamiya! Xelkên te yên ku bi ava çemê Dicle, …

Read More »

Welato! Ez ê gelek tiştan bo te binivîsim

Welato! Gelo xak bi kê dimîne? Tê bibêje; bi akinciyên xwe.. Kî darên Berû û Çinarê di pala çiyayên te de diçîne? Tê bibêje; welatiyên hezxak.. Wê kî ala serxwebûna te bilind bike, tê bibêje; welatiyên kurdperwer, dilsoz û wefadar.. Belê, rast e û bela xêrnexwazên welatê min bibin rewrewk. …

Read More »

Beriya Mêrdînê û Dengbêjî

Were domam, were doman, tuyî serê gazin û loman! Ava çemê me bi xulxul tê, pêlek şîr tê yek şekir tê Dilketina qîz û xortan, ji kambaxa gund, ji eşq û dil tê Dilketina min û vê zalimê, mektûbreşê ji nav gawir tê.. Tevî qedexebûna Zimanê Kurdî ji rex desthilatê …

Read More »

7’Min Filmefestîvala Duhokê; çûn, dîtin û ger

(7. Duhok Internatiyonal Film Festival) -1- Filmefestîvala Duhokê ya Navdewletî ji me Kurdan re, gavek nû ye ber bi şaristaniya moderin ve. Ji sînemakar, derhêner, nivîskar û hunermendên Kurd û biyanî re derfeteke baş e ji bo pêşketinê. Nexasim ku li Kurdistanê, bajarê Duhokê hev dibînin, hev nas dikin û …

Read More »

Welato!

Welato! Êdî bes e; bes pirsa evînê û helbestên evînê ji min bike! Çax û demên min ji dilgirtin, girnijandin û hevdîtinê re nînin..! Li min bibore Welato! Êdi nema strana (Keçka Simoqî û Bavê Seyro) giyanê min dihejînin.. Êdî nema xewin û xeyal karin bi dil ku dil bijenînin.. …

Read More »