Peyva “Alphabet/Alfabe” ji kû hatiye?

Têkilîya peyva “Alfabe” (Alphabet), bi peyvên “Ga û Xanî” re

“Alpha/Alfa” û “beta” her du tîpên pêşîn ên Alfabeya Grekî ne, Grekan ji wê navê ἀλφάβητος (alfabetos) li hev anîye, ji wan wek alphabetum (alfabetûm) derbasî Latînî û ji wir jî wek alphabet (alfabe) derbasî Îngilîzî bûye. Zimanên din jî li ser wî hîmî ji xwe re peyv li hev anîye (alfabe, elfabe …).

Li vir tiştekî din jî heye ku Grekan jî ev her du peyv (alfa, beta) ji alfabeya Fenîkeyî (Phoenician ) wergirtine; orîjînalên wan her du peyvan di wî zimanî de “Ga” û “Xanî” bûne, ji ber ku di wê elfabeya Fenîkeyî de her tîpek navê heywanekî yan tiştekî bûye. Çîrok ev e. 🙂
…………….

Sipasîya zimanzan Baran Rizgar dikim ku ji me re da zelalkirin.

Jêder: Koma Facebookê ya “Rêzimana Kurdmancî”.

Lînk: https://www.facebook.com/groups/rezimana.kurdmanci/

About Rêvebir

Check Also

Şagirtê Tewanbar

Nerîna we ne girîng e ya min girîng e. Ya rast ez baş im, neheqî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *