Mast ji bo nexweşîna şekir şîfa ye

Hat diyarkirin ku di nav rojê de xwarina tasek mast ji bo nexweşîna şekir baş e.

Li gor lêkolîna zanyarên Zanîngeha Cambrîdgeya Îngilistanê nexweşîna şekir bi kesên ku rojê tasek mast bixwin re kêmtir tê dîtin. Di encama heman lêkolînê de ji bo penêrê teze û şîr jî heman tişt tên gotin. Kesê ku her roj mast bixwe li gor kesê ku mast naxwe, ji sedî 24 kêmtir pê re nexweşîna şekir çêdibe.

Zanyaran di lêkolîna ku herî kêm 11 sal dewam kir de li ser 4 hezar û 255 kesan cerb kirin û gihiştin vê encamê.

Lêkolîner Dr. Nîta Foroûhî diyar kir ku di encama lêkolînê de hat dîtin ku nexweşîna şekir a bi tîp a 2yan bi kesên mast dixwin re kêmtir derdikeve holê.

Etîket: mast, nexweşîya şekir, şîfa

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Bernameyên Sîxur: SpyWare

Xalên Pedagojîk ên Girîng

Google çi ye?

Hemû eşq şîrin dest pê dikin

Facebook: Belaya Herî Xweşik

Çand Name

Edîtorê malperê – 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle