Sempozyûma Bidlîsê ya Navneteweyî Wê Bê Kirin

Hat ragihandin ku li Bidlîsê “Sempozyûma Bidlîsê ya Navneteweyî ya Duyemîn” wê bê kirin

Komeleya Fikr û Akademiya Bidlîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Koma Xebatê ya Fikr û Akademiyê wê îsal “Sempozyûma Bidlîsê ya Navneteweyî ya Duyemîn” li dar bixe.

Hat gotin ku sempozyum bi sernava “Kurd, Bajar, Bajarîbûn, Pirsgirêk û Perspektîfên Wê” ve wê di 26-27ê adarê de bê kirin. Ji zanîngehan akademisyen û nivîskar wê beşdarî sempozyûmê bibin û bernameya wê jî ji hêla Komeleya Fikr û Akademiya Bidlîsê ve wê paşê bê diyarkirin.

Kesên bixwazin dê bikaribin beşdarî sempozyûma ku wê du rojan dewam bike, bibin.

trtnuce

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *