Di qebrê de gotinên dilê min

“Ev çi cihekî ecêb e? Çima ez li vir im? Çima dengê kesî nayê? Min heta niha xwe ji mirinê dûr dizanî, lê niha ez li vir im. Ew hemû tiştên ku min li dinyayê girîng dizanîn, niha li ku ne? Mal, pere, kar, nav û deng… Hemû li pişt min man.

Min gelek caran gotibû: ‘Hîn dem heye, paşê ez ê xwe biguherînim. Paşê ez ê nimêjên xwe baş bikim, paşê ez ê Quranê bixwînim, paşê ez ê ji kesên ku dilê wan şikandine lêborînê bixwazim.’ Lê niha ev ‘paşê’ çi bû? Niha dem nema.

Min ew rojên ku bi bêhêvî û bêwate derbas kirin, niha bi hesret bibîrtînim. Min dikaribû gotineke xweş bigota, dikaribû dilê kesekî şa bikira, dikaribû ji bo Xwedê karekî baş bikira. Lê min gelek caran ev derfet ji dest da.

Ya Reb! Ez çima ew qas bi dinyayê re girêdayî bûm? Min çima ji bo tiştên ku dê li wir bimînin, ew qas xwe westand? Ez çima ji bo axiretê kêm xebitîm?

Niha ez dixwazim careke din vegerim dinyayê. Dixwazim careke din rabim, destên xwe vekim û ji te re dua bikim. Dixwazim careke din bi kesên jî hezdikim re biaxivim, lê ne ji bo gotinên vala; ji bo gotinên rast, ji bo lêborînê, ji bo hezkirinê.

Xwedêyo! Ez niha fêm dikim ku jiyana dinyayê derbasdar bû. Her nefesekî ku ez pê re têkildarbûm îmtihan bû, derfetek bû. Her roja ku ku min dît, firsendek bû.

Xwezî min ev rastiya berî mirinê baştir fêm bikira!”

Kerîm Enderxanî

Etîket: axîret, mirin, Qebr, sernivîs

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Xutbe | Merhamet (Dilbêşi)

Kronolojîya Serdema Hz. Elî ( r.a)

Feydeyên Şikirkirinê – Mele Elîyê Şoşikî

Tewhîdname – Mele Mihammed Bêcirm

Peyama Qur’anê: Ehsen-i Teqwîm:Însan

Şîroveyeke binivîse

NivîskarKerîm Enderxanî
Dîroka weşanê28/11/2026
KategorîBawerîname
Etîket, , ,
Hejmara peyvan253
Dema xwendinê2 deqe xwendin