Tirba Hesenê Harakanî

Wekî ku tê zanîn Şêx Ebûl Hesenê Arakanî, alim, mamoste û ewliyeyekî mezin e û di heyama Selçûkiyan de li Qersê jiyaye.

Harakanî, ji bo ola îslamê xebateke mezin kiriye û Mewlana Celaleddînî Rûmî, Xoce Ahmet Yasevî û Naqşîbendî jî wî wek mamosteyê xwe yê manewî dibînin.

Tirba şêx Hesenê Harakanî, di bin Kelha Qersê li hewşa Mizgefta Ewliyayan e.

Ji seranserê welêt û derveyê welêt, mirov tên ser tirba Harakanî, diayan dikin û qurbanan serjê dikin.

Mêvanên ku serdana vê tirbeyê dikin dibêjin, em bi hesteke manewî ya xurt ji vir vediqetin û em kêfxweş dibin.

trtnuce

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Hejmara Havînê ya Bizotê bi Dosyaya Rênas Jiyan Derket

Kovara çand, huner û wêjeyê Bizot, di hejmara xwe ya nû ya 3yan de (Havîn …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *