Gun cotek endamên zaûzê yê nêran e, sperm û hin hormonên nêrê di gunan de tên çêkirin. Di laşê korpeleyê bi temenê 43 heta 50 rojî de gun peyda dibin. Herwisa di heman demê de spermeborrîk (bi înglîzî: seminiferous tubuls) jî di nav gunan de diperisin. Sperm di spermeborrîkan de dirist dibin. Di temenê 9 heta 10 heftan de di gunan de xaneyên Leydig (bi inglîzî: Leydig cells) dest bi berhemkirina hormona testosteron dikin. Xaneyên Leydig di bestereşaneya navbera spermeborrîkan de cih digirin. Derdana testosteron, di laşê korpeleyê de çêbûna çûk (penîs) û tûrikê gun rêk dixe.
https://biyolojiyabikurdi.blogspot.com/2021/11/gun.html, 19.11.2021, Kurê Reşîd
Gotara berê: Tirî: Nîmetek ji nîmetên bihiştê
Gotara piştî: Kronolojîya Serdema Hz. Elî ( r.a)
Gotarên Têkildar
Guhaztina karbona dîoksîde di nav xwînê de

