
Google eşkere kir ku bernameya wê ya peyamên elektronîk a bi navê Gmail gihîşte milyareke bikarhêneran.
Rêvebirê şîrketa Googleê Sundar Pichai encamên çaryeka dawî ya 2015an diyar kir. Li gor vê encamê, bikarhênerên Gmail’ê, mehane nêzî 1 milyar e. Sundar Pichai eşkere kir ku Gmail bi piranî ji aliyê bikarhênerên cîhazên mobîlê ve tê bikaranîn. Her wiha Pichai destnîşan kir ku bandora herî mezin a bikaranîna Gmailê ew e ku di nav de xizmetên Google, Chrome, Android, Youtube, Maps û Google Play jî hene.
Berê jî hatibû diyar kirin ku şîrketa Alphabet a ku Googleê jî di nav xwe de dihewîne, şîrketa Appleê derbas kiriye.
Çavkanî : zamankurdi.com
Gotara berê: Ez ê Ji Diltengiyê Çawa Xelas Bibim?
Gotara piştî: Şorbeya Tutmaşê
Gotarên Têkildar
Divê bav 10 tiştan fêrî zarokên xwe bikin
Feydeyên lêxistina amûrekê muzîkê
Gelo pêçandina pitikê baş e an ne baş e?
Yên li mala wan ixtiyarên 65 salî û mezintir hebin bila vê nivîsê bixwînin

