Pirtûka “Sînemaya Kurdî”, ku li ser dîroka derketin û pêşketina sînemaya Kurdî, taybetmendiyên wê û têkiliya wê bi civak, çand, ziman û nasnameya Kurdî re radiweste, hat çapkirin.

Ev pirtûk ji bo kesên ku eleqeya wan bi sînemayê re heye, lêkolînerên çand û hunera Kurdî, xwendekarên sînemayê, akademîsyen û hemû kesên ku li pey cîhana civakî ya li pişt çîrokên sînemayê ne, çavkaniyek girîng e.
Di pirtûkê de pêşketina sînemaya cîhanê û dîroka sînemayê bi awayekî giştî tê nirxandin û paşê dîroka derketina sînemaya Kurdî û pêvajoya pêşketina wê tê analîzkirin. Pirtûk her wiha li ser pirsên wekî “Sînemaya Kurdî heye?” û “Kîjan taybetmendî dikare fîlmekî wekî fîlmekî Kurdî were pênasekirin?” disekine.
Di beşa analîza fîlman de pênc fîlmên Kurdî hatine hilbijartin û bi rêya wan cûdabûna cîhanên civakî, çandî û dîrokî yên ku di sînemaya Kurdî de têne nîşandan tê vekolînkirin. Ev fîlm in: “Klamek Ji Bo Beko”, “Dema Hespên Serxweş”, “Textê Reş”, “Sifir Kilometre” û “Min Dît”.
Di vê analîzê de mijarên sereke yên wekî sînor, çiya, jin, zarok, koçberî û veger derdikevin pêş. Li gorî pirtûkê, ev mijar tenê mijarên sînemayê nînin; di heman demê de parçeyên bîranîna civakî û jiyana gelê Kurd in.
Pirtûk balê dikişîne ser vê yekê ku sînemaya Kurdî, tevî astengiyên dîrokî, siyasî, zimanî û erdnîgarî, di demên dawî de hêdî hêdî cihê xwe di nav sînemaya cîhanê de girtiye. Fîlmên derhênerên Kurdî li gelek festîvalên navneteweyî hatine nîşandan û bi karên xwe re bala temaşevanan û rexnegirên sînemayê kişandine.
Di encama pirtûkê de tê gotin ku sînemaya Kurdî ne tenê hunerek ji bo vegotina çîrokan e; ew di heman demê de amûrek ji bo parastina ziman, çand, bîranîn û nasnameyê ye. Jiyana rojane ya Kurdan jî di vê sînemayê de dikare bibe awayekî ragihandina hebûn û nasnameyê.
“Sînemaya Kurdî” bi nêrînekî lêkolîner û analîtîk, ji bo kesên ku dixwazin sînemaya Kurdî, dîroka wê û têkiliya wê bi civak û bîranînê re baştir fêm bikin, deriyekî nû vedike.

Pirtuk cara yekemin beşdarî 10. Pêşengeha Pirtûkan ya Amedê bû.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…