Pirtûka “Tûrikê Çîrokan” a duyemîn a nivîskar Mihemed Henîfî Çelîk ji Weşanxaneya Sîdarê derket.
Pirtûka ku ji 133 rûpelan pêk tê, 8 çîrokan di nav xwe de dihewîne. Ji van çîrokan 3 jê gelêrî ne û 5 jî çîrokên nivîskar bi xwe ne. Çîrokên di pirtûkê de ev in:
- Belûbanû Kera Boz
- Mihemedê Etar û Keçel Rem
- Elo Newêrek
- Koşkariya Ji Neçariyê
- Guriyê Qazan
- Kislan Kilor Dibarîne
Sifir û belavkirina pirtûkê ji aliyê Pirtûkxaneya Sîdarê ve tê kirin. Nivîskarî îsal di meha gulanê de cildê yekem ê “Tûrikê Çîrokan” weşandibû ku di wê pirtûkê de jî 6 çîrokên nivîskar û 2 çîrokên gelêrî hebûn.
Mihemed Henîfî Çelîk kî ye?
Nivîskar Mihemed Henîfî Çelîk di sala 1979an de li gundê Mircanikê yê Rihayê ji dayik bûye. Wî li Zanîngeha Afyonkarahîsarê Beşa Wêjeya Zimanê Tirkî qedandiye û li ser zimanê kurdî kar û xebat kirine. Cara yekem li Rihayê, di encama xebatên wî de, li dibistana ku lê kar dikir pola dersên vebijêrkî yên kurdî hat vekirin.
(Çavkanî: Rûdaw)
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…