Nêçîrvan û Xezalok

Hebu tunebû. Neçîrvanek bi navê Mîrza hebû. Pir wêrek. û pir bihêz bû. Debara xwe bi nêçîrvaniyê dikir. Nîşangirekî bi nav û deng bû. Wê li pey nimêja sibê, çeka xwe bida ser milê xwe û berê xwe bida çiyayê welatê xwe. Ciye ku ew diçûyê, neçîrvanên din nikaribûn herinê. Lewra him zaf xeternak bû û him jî zaf dûr bû. Lê dûrbûn û xeterbûn ji Mîrza re nepirsgirêk bû. Kesên wî nas dikirin jê re digotin “şêrê çîya”. Wî him li wan çiya bêhna xwe derdixist, kêfxweş dibû û him jî ji bo debara xwe, ji xwe re xezal, civîk, kevroşk hwd. bir jî rakamı dikuşt.

Rojek dîsa piştî nimêja sibê Mîrza rahîşt çeka xwe, li hespa xwe yî bi nav “şînê” siwar bû û berê xwe da newala kûr. Ew cî tijî xezal bû; lewra kes newêribû ku bi aliyê we newalê ve here. Zaf tiştê tirsehêz li ser vira dihatin gotin. Ji ber wê yekê jî xezal di nav jiyanek azad de dijiyan ve onun diçûn zêde dibûn. Tenê Mîrza diwêribû ku here newala kûr. Ew der tenê ji Mîrza mabû.

Birastî gunehê Mîrza zaf bi heywanên ku dikuşt, dihat. Lêbelê ji ber ku belengazî li welatê wî pir zêde bû, lê pêwist bû ku biawayekî jiyana xwe bidomîne. Sê heb zaroyên wî sêvî hebûn û pêwist bû ku wan jî xwedî bike. Ew rewş berê Mîrza dida çiyayê welatê wî. Ev çiya zaf dewlemend bûn û ji bo Mîrza dest ji kesî re veneke, li van çiyayên ku serê wan digihîjin asîmanan, nêçirvanî dikir. Jixwe çi dihat serê wan û welatê wan, ji ber dewlemendiya welatê wan bû. Welatê wan ji ber ve dewlemendiyê ji aliyên mêtînkaran ve hatibû dagirkirin. Mirov bê bav, bê dê, bê mal û bê hal mabûn. Sê sêviyên Mîrza jî ji aliyê van dagirkeran ve sêvî hatibû hîştin.

Mîrza li ser hespaşîn nêzîkê newalê bû. Berî ku bigihîje newalê, ji hespê peyabû. Çeka xwe ragirt, guleyên xwe berda bêrîka xwe, çefiya xwe li sitûyê xwe girêda û berê xwe da hespa xwe. Destê xwe jî danî ser serî û wekî ku fehm bike, pê re weha xeber da: “Hespa min a şîn, ezê te bi vê darê ve girêdim û herim. Tu sipartiyê Xweda yî. Ku hin heywanên hov bi aliyê te ve hatin, hêviya min ji Xweda ye ku ji bo serê sêviyan, Ew min bibexşîne İnşallah ezê piştî wextekî din werim.” Piştî wê xeberdana balkêş, berê xwe da newala kûr û tije xezal; û meşiya…

Piştî wextekî Mîrza, dengê xezalekî bihîst. Berê xwe da aliyê ku ev deng jê tê û çû û çû. Haya wî jê tunebû lêbelê ji hespa xwe jî zaf dûr ketibû. Dengê vê xezalê pir balkêş bû. Ji yekê wekî Mîrza neçîrvan û zanayê heywanan re ev deng balkêş dihat. Dengê borîna wê diçû li erşa disekinî. Te digo qey alîkarî dixwaze. Êdî deng zaf nêzîk bû. Çend gav mabû ku ger wana jî bimeşiya, wê ji ev rewşê fehm bikira.

Piştî Mîrza çend gav meşiya dît ku çi bibîne; xezalek ciwan, du qiloç, pir delal, di nav zinarekî de asê maye. Êdî berê tifinga xwe dayê, tilîka xwe danî ser tetîkê ku guleke berde xezalê, berê xezalê kete Mîrza û li nav çavên wî nihêrî û pê re jî borînek mezin pêket. Diyar dibû ku xezal zaf tirsiyabû. Mîrza ji ber ve xezalê, pir êşiyabû. Gunehê wî zaf pê hattibû. Paşeroja wî hatibû ber çavê wî ku dagirker çi anîbû serê wî û gelê wî. Carek xwe têxist şûna xezalê û xezalê jî xist şûna xwe; ‘erê erê îro ew wek dagirkerekî ketibû welatê van xezala û berê çeka xwe yî xwînrij dabû xezalê’. Ji xwe şerm kir ku ketiye vî hali. Lê ji aliyekî ve jî mecbûr bu ku ve xezalê bikuje. Balta! biz bikira. Wextekî li ser kerefîska rûniştû fikirî dû re weke ku bi hespaşîn ra xeber dabû bi xezalê re jî dest bi xeberdanê kir:

– Xezalê xezalokê! Ez bavê sê sêviya me, sêvî li malê birçî yele, feqîrî bû bela serê me, hemî sûcê dijmina ne. Îro divê ku ez te ji bo zarokên xwe bibim lêbelê ev rewşa te agir berda dilê min û ez naxwazim te bikujim jî. Ez nizanım ezê çi bikim…

Xezal ji aliyê Rebbê Alemê re bi ziman bû, li Mîrza fitilî û dest bi xeberdanê kir:

– Nêçirvano, nêçirvano! Ez zanim ku êşeke te û welatê te yî pir zor û pir zehmet heye. Ew êşa, ji ber bindestiyaye. Ku tu bixwazî ​​dermane ve bindestiyê bi min re heye. Ku tu min berdî ezê ji te re bêjim. Ku tu bixwazî ​​jî tu dikarî min bikujî; ji xwe re û ji zaroyên xwe re bibî. Hûnê bi goştê min wextekî îdare bikin. Lêbelê ji ber ku çavkaniya bindestbûna we her dem zindî ye, hunê di pey re dîsa têkevin nav ve belengaziyê û neçariyê. Erê, te go çi Mîrza?

Ew şêrê çiya Mîrza, bi xeberdana xezalokê pir şaş bibû û birastî belkî di jiyana xwe de hêja nû tirsiyabû, haya wî jê nemabû. Lêbelê ji tirsa, çend gav paş ve avêtibû. Dû re xwe da hevû xeber da:

– Xezalokê delalokê, te çawa xeber da wûsa, ma xezal xeber didin?

Xezalokê bersiv da:

– Min xeber da biîzna Xweda. Ew xwediyê hemî zimanan e. Wa bigire li ser serû ser çava. Wextê dixwaze tiştek bibe, tenê Ew jê re dibê “bibe”. Dît ku îro tu bi derdû kulî, var ‘xezalokê xeber bide’.

Piştî xeberdana xezalokê yî helbestî, Mîrza dîsa jê dipirse:

– Xezalê xezalokê ka bêje ew derman çi ye?…

Xezal dipirse:

– Nêçirvano pir delalo, min jî ji te re weha gotibû. Ger ku tu başiyeke bi min bikî, ezê ji te re bêjim; lewra îro ez jî wekî te bindest im. Hemberiyê azadiyê tenê azadî ye. Ku îro tu azadiya min bidî min, ezê jî dermanê azadiya te ji te re bêjim. Ez dîsa ji te dipirsim tê min bikujî yan tu azadiya min bidî min ku ez jî ji te re dermanê te bejim?

Birastî Mîrza zaf meraq dikir ka dermanê bindestiyê çi ye? Lewra ev çend salı ve di bin ve bindestiyê de ne û tu derman ev birîna wan xweş nekir. Di nav xwe de fikirî û biryar da, ji xwe re weha digo: “Ezê xezalokê berdim. Erê rast e emê birçî bimînin lê em çend roja bê goşt bimînin, em namirin. Lêbelê em di nav vêbinestî û koletiyê de her roj sed car dimirin. Ya baş bila xezalok ji min re bibêje Ya Rebbî Tu bi xêr kî.

– Xezalê xezalokê! Min biryar da ku ezê te berdim. De ka tu jî ji min re wî dermanê ku va heye dused sal em lê digerin û nabînin, ji min re bêje…

Piştî ku Mîrza xezalok ji nav zinar xelas kir, xezalokê pêşî Xwedayê Teala azadiya wê dayê, Jê ra îş û şukr kir.

– Mirza! Gohên xwe baş veke û li min baş gohdarî ke. Lêbelê berî gohên te bira dilê te û mejiyê te baş vekirî bin. Ezê rêya azadiyê nîşanî te bidim. Lê ji bo meriv bigihîje azadiyê jî hinek tişt pêwîst in.

Rêya azadiyê rêyek pir bi zehmet e, lê di pey re jî pir rehetî heye. Ger tu li hember van zoriyan sebr bikî, tuyê rehetiyek pir xweş bibînî. Tu jî zanî ku heta mirov soberiyê hîn bibe, pirî caran xetera mirinê dijî. Lê gava meriv baş hîn bibe, êdî pir rehet dibe. Tu bizanibe ku ne tenê karê te yî azadiyê, hemî kar bê zehmet nabin û tu zehmet jî bê sebr derbas nabe. Nexwe ji dermanê me re pêwîstiya yekemîn, sebr û tebat e.

Hevalê Mîrza tu zanibî ku di dinyayê de tenê rêyek rast heye. Ji vê rêyê pêştir hemî rêyên din ne rast in, çewt in û mirov dibin cem şeytan. Ji ber vê yekê tu û gelê xwe ji ser rêya Xweda qet neqetin. Ew rê Îslam e û Îslam jî Tevhîd e. Hemî îş û karê xwe li gor Ola Xweda çêkin û li ser vê rêyê ji reza Xwedê pêştir tiştekî hêvî nekin. Hûn bizanibin ku hemî pirsgirêk di vê rêyê de careser dibin. Ji ber ve yekê dev ji tevhîdê û ji Xwedayê Teala Bernedin. -Haşa- meriv nikare Xwedayê Teala neçar bihêle. Lêbelê mirov neçar dimîne. Ku hemî dinya bi, Xweda ne; ev ne tiştek e. Lê ku Xweda li ba me be hûnê bi ser kevin. Lewra Ew dostekî pir bihêz eû zana ye. Paşî pêwistiya duyemîn: Her dem reza Xweda û rêgirtina rêya wî.

Ku mirov behsa Xweda û Ola Wî bike, ji Hz.Muhammed(sXl) behs neke çênabe. Ê ku rêya Wî şopandiye û bijiyan kiriye û ji mirova re rêya tekoşînê, rêya jiyanê, rêya rastiyê hwd. nîşan daye, Ew e. Pêwistiyek yî din jî zanîbûna jiyan û Sunneta Pexember(SXl).

Êşa bindestiyê tenê ji birînekê çênabe. Zaf birîn têne ber hev û êşa mezin çêdibe. Ji van birîna yek jî cahilî ye. Heta ji we hebe bixwînin, bixwînin, bixwînin! Lewra ku mirov nexwîne nikare tu pirsgirêkek çareser bike. Mirovên cahîl, zû bi zaliman bawer dikin û ev mirov zû bi derewên wan dixapin. Divê hûn her dem li ser îlm bixebitin ku hûn li hember ve lîstikan derên. Çi qas ronakbîr û rewşenbîrên we hebin, hûnê hewqas bi pêş ve herin. Jixwe dijminê we jî ji bo ku hûn her dem razên, we cahîl dihêle. Pêwîstiyek din jî perwerdehî ye.

Hevalê Mîrza, mirov darekî zirav bi destê xwe bişkîne hêsan e yan mirov 10-15 daran bîne ber hev û wan bişkîne hesan e? Te rast go, meriv darekî tenê bişkîne hêsantir e. Ji bo vê jî ku hûn ne bi hevûdu re bin yani wek wan 10-15 daran nên ber hev, hûn tenê bin, wê dijminê we jî we hêsantir bike kole û bindest. Yekîtî û biratî serfirazî ye, azadî ye. Carina tu û hinek mirovên ji nav gelê te dibêjin: “Em bi hev re xayîn in, em nabin yek” û hwd. Lêbelê ev polîtîqa û lîstoka dijmin e. Yekîtiya di nav me de ye. Ger hûn ji bo yekîtiyê xebat bikin, hûnê bibînin ku hûn dibin yek. Jixwe dijminê we jî wiha dixwaze ku hûn nebin yek.  Ku hûn nefikirin û nabin yek. Pêwîstiyek we jî yekîtî û biratî ye.

Ku meriv li hem firtonekê bi berxwedanî nemeşe, ew bayê firtonê meriv bi xwe re dibe, hey dibe. Zilm jî wûsa ye. Ciyê ku zilm lê dijî li wî ciyî berxwedan tune ye. Ji zilmê re razîbûn heye. Ê wextê meriv ji zilmê razî be, meriv nikare jê gazinca jî bike û ev rewş jî zilm bi xwe ye. Ji ber ve yekê divê hûn her dem li hemberî zilmê ber xwe bidin û têbikoşin. Miletê ku li hember zilmê netêkoşiya ye, ew milet jî bi wê zilmê re bi ezabê Xwedayê Teala kambax bûne. Pêwîstiya we yî din, li hember zilmê berxwedan û tekoşîn e.

Wextê yek tiştekî dide we hûn jê re gellek sipasiyê dikin. Herweha, Rebbê me tiştek bide me, divê em Jê re gellek hemdû spasiyê bikin. Ji bo ku Xwedayê me nimetê xwe yî li ser me, ji me re zêde bike, divê em Jê re her wext hemd û spasiyê bikin. Ger ku hûn azad bûn, hûn qethiyan dev ji sipasî û hemdkirina ji Wî re, bernedin. Ev zaf girîng e; pêwîstiyek jî ev bû.

Lêbelê karê we bi vana naqedin. Divê hûn her dem ji bo pirsgirêkên we careser bibin, bixebitin. Miletên ku raza, azabê Xweda, bu kez bir kambax’a girmek istedi. Ji bo dawiya we jî weha nebe, hûn bixebitin û ji Perwerdekarê xwe bixwazin. Bi vîawayî azadiya xweû rizgariya xwe bi dest xin.

Min rêyek nişanê biz da ku hûn qedrê wê bizanibin. Xwedayê Teala evqas wext dabû me. Êdî ezê herim; di cenga me rizgariyê ye, Perwerdekarê min alîkarê me bike.

Piştî van gotinan xezalok, bilez ji wir dûr ket. Mîrza vegeriya ba hespa xwe ku wa hespa wî spîsaxlem e. Şukr kir ji Xweda re ku li hespa wî xwedî derketibu. Û fikirî “Xweda li tiştê ku em Jê re emanet dikin, -ewqas ev tişt biçûk in jî- lê xwedî derdikeve û wan diparêze. Lê em li rêya Wî ya ewqas mezin, li Ola xwe, li Pêxemberê xwe, çiqas xwedî derketin. Ê ne ev ji me re emanet bûn…” Dû re bi hespê re xeber da dîsa:

– Hespa mina şîn, zû ke zû. Zaf tişt hene ku em ji gelê xwe re bêjin. Divê hemî gelê me û hemî gelên bindest, ev tiştên ku ez zanim, zanibin. Êdî demikek ku em winda bikin tune ye. Divê van agahan zû bigihîjin wan… Ço. Ço. Ço…

Piştî van xeberdana hespa şîn weka bayê firiya. Baweriyek mezin hatibû dilê Mîrza. Çû hemî tiştan ji gelê xwe re qal kir. Piştî xebatû cengên mezin, ewû gellê wî azad bûn. Jiyanek delal derbas kirin. Ji bêwelatî jî filitîn. Êdî hembêzek ji xwe re dîbûn.

demacirok.wordpress.com

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Vuslatê Herre

Tı zanena, ez ewro koti de bîyone? Ewro ez yew tîyatro de bîyone ke; Tede …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *