Nivîskarê kurd Burhan Sonmez li Îtalya wekî “Şahidê Dema Me” hate xelatkirin
Pîroz be!
Juriya Xelata Hemingway li Îtalyayê di daxuyaniyekê de ragihand ku Burhan Sönmez wekî “Şahidê Dema Me” hêjayî xelatê hatiye dîtin.
Çîroka vê xelata navneteweyî li ser serdaneke Ernest Hemingway bo bajarê Lignano Sabbiadoro, Îtalyayê ye. Dema ku li wir bû, Hemingway bi mîmarê plana bajêr Marcello D’Olivo re hevaltî kir. D’Olivo ji Hemingway xwest ku cihekî li ser nexşeyê hilbijêre, û got ku cihê hilbijartî dê aîdî wî be. Ew cih paşê wekî Parka Hemingway hate binavkirin. Xelata Hemingway di sala 1984an de wekî berdewamiya wê mîratê hate damezrandin.
Xelat, di bin kategoriyên Wêje, Rêwîtiya Rewşenbîrî, Hevpeyvîn û Şahidiya Dema Me de tê dayîn. Zanyar û nivîskarên wekî Slavoj Zizek, Zygmunt Bauman, Richard Sennett, David Grossman, Zadie Smith û Annie Ernaux ev xelat wergirtin.
Burhan Sönmez dê di 27ê Hezîranê de, roja merasîma xelatdayînê, biçe Lignano Sabbiadoro, Îtalyayê, da ku gotarekê li ser “Wateya Şahidbûna Dema Me” pêşkêş bike.
Piştî ragihandina xelatê, Burhan Sönmez diyar kir ku ew vê xelatê “bi navê kesên ku ji bo azadî û aştiyê têkoşiyane, hatine girtin û jiyana xwe ji dest dane, bi taybetî ji bo Dayikên Şemiyê” werdigire.
Burhan Sonmez
Burhan Sönmez, mezûnê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê, dema ku wekî parêzerek mafê mirovan dixebitî, di êrişeke polîsan de bi giranî birîndar bû. Ji ber sedemên siyasî, çû Brîtanyayê û li navenda dermankirina qurbaniyên îşkenceyê ya Freedom from Torture li Londonê dermankirina demdirêj wergirt. Romanên wî Xelata Wêjeyê ya Sedat Simavi, Xelata Romanê ya Orhan Kemal, Xelata Vaclav Havel û Xelata Wêjeyê ya EBRD wergirt. Piştî nivîsandina pênc romanan bi zimanê tirkî, wî dest bi nivîsandina bi zimanê xwe yê dayikê kurdî kir. Romanên wî ji bo çil û heşt zimanan hatine wergerandin. Wî li Zanîngeha ODTÜ dersên wêjeyê daye. Sönmez, serokê navneteweyî yê PEN International ye û endamê akademiya Zanîngeha Cambridge ye. Romana wî ya nû “Neynika Sor” van rojan di nav weşanên Avesta de derdikeve.
burhansonmez.com
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…