Nûbihar bi dosyeya “Kurdên Anatoliya Navîn” derket

Kovara Nûbiharê bi dosyayeke balkêş, bi jimara xwe ya 175an ji xwendevanên Kurdî re merheba got.

Navê dosyayê “Kurdên Anatoliya Navîn” e.
Edîtoriya dosyeyê Mehtab Îdelî û Adem Özgür kirine.

Wekî tê zanîn li derdora Enqere, Qonya, Kirşehir, Yozgat, Aksarayê û pir cihên din, gundên Kurdan û navçeyên ku bi giranî Kurd lê dijîn hene.

Ev jimar seranser 96 rûpel li ser Kurdên Anatoliya Navîn e.

Di vê dosyeya Kurdên Anatoliya Navîn de gelek kesan bi nivîs û helbestên xwe cih girtine.

Amadekarên dosyayê cih dane gelek mijaran û di mijarên curbecur de nivîs hatine weşandin.
Di mijarên wekî dîrok, ziman, edebiyat, folklor, muzîk, eşîr, kesayet û hin mijarên de nivîs hene.
Tiştekî balkêş jî, kesên di vê dosyeyê de nivîsîne, jibilî çend kesan, tev jî Kurdên Anatoliya navîn in.

Gerînendeyê Giştî yê Weşanê Süleyman Çevik, di nivîsa destpêkê de, ji bo vê jimarê kêfxweşiya xwe aniye ziman û wiha gotiye: “Wisa xuyaye, Kurdên Anatolya Navîn, wan bi xwe pir caran behsa xwe kirine, lê me nekiriye; me ev Kurdên vê derê terkî qedera wan kirine. Ji ber vê sedemê ez pir kêfxweş im; belkî cara ewil li ser wan dosyeyek wisa amade dibe. Weşandina dosyeyek wiha dibe nesîbê Nûbiharê.”

Naveroka jimara 175an weha ye:
-Mehmet Bayrak/Kurdên Anatoliya Navîn: Kêmneteweya di nav kêmneteweyan de (werger: Arya Bilikan).
-Şoreş Reşî/Dîroka Kurdên Anatoliya Navîn.
-Ali Duran Topuz/Barê Hespê Mîrê Qoçgîrî: Bîr û Bîra Hember a Şînê.
-Mehtab Îdelî/Çend Navdarên Kurdên Anatoliya Navîn.
-Mem Xelîkan/Ji Kurd Remzî heta roja îro Muzîka Kurdî li Anatoliya Navîn (werger: Bamed Serdar).
-Kadîr Çelîk/Koçberî.
-Mûrad Ciwan/Daweta “Efsaneyî’’ ya Şehzade Bayezîdê Osmanî û Dewletşah Xatûna Keça Mîrê Germiyanî.
-Mustafa Kizilkaya/Ga Westiyan.
-Memê Mala Hine/Mîrata jibîrkirî ya şoreşgerekî wenda: Dr. Şivanê Kurdên Anatolyayê.
-Melik Özkan/Reşwan.
-Rohat Alakom/Di çapemeniya Tirkî de Serpêhatiya Hesenê Kurd.
-Mem Xelikan/Serenad.
-Muzaffer Özgür/Mem Xelikan: Bijîşk û Helbestvanê Dilan.
-Rojvan Enes/Ji malê dûr…
-Nuh Ateş/Bi dizikî: Hezkirin û Dilketin.
-Dîlan Şewqî/Ji Rojava ta Anatoliya Navîn.
-Yusuf Yeşilöz/Nuh Ateş: Sîmyagerê Çanda Kurdî.
-Çavuş Yapici (berhevkar)/Stran: Heciyê Buxircî, Gotin: Gelerî.
-Îmed Îdelî (berhevkar)/Stran Kinê Gotin: Gelerî.
-Alî Çîftçî: Bîranîn Xebateke Hebûnê ye! (hevpeyvîn: Adem Özgür).
-Fikret Yildiz/Eşîra Mikaîlî li Anatoliya Navîn.
-Mehtab Îdelî/Çend Gotinên Devokî yên Kurdên Anatoliya Navîn.
-Aşiq Şêxo/Hoyder Gozelê.
-Dr. Haci Çevîk/Ji Bêdengiyê ber bi siyasalbûnê ve: Kurdên Anatoliya Navîn û Dînamîka Dîasporayê (wergera: Brahîm Sorî)
-Kadîr Çelîk/Edebiyata Kurdên Anatoliya Navîn
-Xizan Şîlan/Êşên Bêreng.
-Xamgelî Bane/Şêxbizingel kî ye, ji ku kêçax raçe hatiyîne Heymenê?
-Osman Alabay (berhevkar)/Destana Qamişê Qul.
-Azad Celikanî/Pirtûkeke akademîk a girîng li ser Kurdên Anatoliya Navîn

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Li gorî Bediuzzaman: Hişmendiya Miletbûnê

Li gorî Seîdê Kurdî di şiyarbûna Kurdan de qonaxek girîng şiyarbûna di hişmendiya miletbûnê de …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *