ey kemana dilê melûl
bi awaza têlên te yên zîz
çiya û zozan bi gulên serkeftinê
dixemilin
miriyên goristanan
di xewa aramiyê de
vedihesin
pêlên çeman
bi xumexum zelal diherikin
heyv di şadiya xwe de
dibiriqe
îskeîska giriyê zarokên bêxwedî
aşt dibe
bi awaza têlên te yên zîz
keç û xortên delal
govenda şervanên wêrek
digerînin
dengbêj di stranên bi şewat de
sermest dibin
ramûsanên eşqê
ji xunava lêvên evîndaran
dibarin
peşkên baranê
li çolistanên ziwa dibin bextewarî
bi awaza têlên te yên zîz
perdeya bêdengiya şevên reştarî
vediçire
giyanê xwedawendên pîroz
deng vedidin
çûkên berbangê
ber bi azadiyê ve difirin
ferişteyên baxçeya bihuştê
meya kêfxweşiyê
dinoşin
bi awaza têlên te yên zîz
çar demsal
dibin bihara rengîn
ji dara jînê hêviyên kesk
dipişkivin
bûkên serbixêlî
kezîyên xwe
bi morîyên nezerê dineqişînin
agirê tendûra dayikên bermalî
geş dibe
cemeda hinavên belengezan
dihele
bi awaza têlên te yên zîz
rûyê zarokên kenxweş
dibişirin
hungira êvarê şîrê hesretê
di paşila xwe de
dimeyîne
germiya awaza te
birînên sînga min
dikewine
dayika welatê rojê
dergûşa şaristaniyê
di malzaroka xwe de dihewîne
bi awaza têlên te yên zîz
hespê xeyalên min
çargavkî ber bi armacê ve bazdide
dîroka jankêş
ji nav lepên talana zaliman
difilite
mij û toza ser laşê çaxên genî
bi bayê hezkirinê
berba dibin
Xizan Șîlan
Stockholm
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…