Ku Ne – Zîwer Îlhan

ez dil dikevim tiştên ku bi min re nînin
ne tu nizanî bê çiqasî ez ji reşê hez dikim
ez nediketim xefika evînê
ku ne desmala te ba
kesî bîra xweşiktîya te nedibir
ku ne kenê te ba.

peyv di birînan de diçikin
yê te tu hov î
gotin, êşan dikolin
yê te tu teht î
tu: yara peyvên min
ez ne tiştekî te
ti kesî te bi tiştekî nedihesiband
ku ne rehma Xwedê ba

êş û kul nedibûn şahî
ku ne dîlan û govenda te ba
tu nedihat xwarin
ku ne rengê Xwedê ba…

rehme li dê û bavê te
weke zindîyan ne mirî be
mirin nayê bîra te
ku ne êvara înê ba
hesêbkî tu nebû
kes bi te nedihisya
ku ne teazya te ba

About Zîwer Îlhan

Check Also

Şagirtê Tewanbar

Nerîna we ne girîng e ya min girîng e. Ya rast ez baş im, neheqî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *