Li ser çi û li ber çi

Li ser çi û li ber çi

Xewn û xeyalên min mîna kewên firok çûn

Hêviyên baweriya min li ber bayê felekê pûç bûn

Li ser çi û li ber çi

Ez mezin bûm bi lorîkên dayikan

Di dergûşê de li bin siya daran

Min gûhdar dikir li dengê çivîkan

Şev û rojên min derbas bû di nava lîsk û honkê

Ji xewnên rengîn ji xewa şêrîn şiyar bûm  şevekê

Li ser çi û li ber çi

Min û hevalan bi hev re xwar û vexwar

Li ber çavên min jiyan bibû bahar

Gul û giha şaq berda bûn li dar

Lê em ji hev re bûn dijminên dijwar

Dost û heval bi hev re bûn neyar

Li ser çi û li ber çi

Rojekê me ne dabû rûyên hev peyvek tehl

Ketin navbera me wawîk û keftarên pîr û kal

Li şûna dinyakek bi cejn û şahî ma dinyayek ker û lal

Rojên bi şahî û dîlan li me kirin xeyal

Bi hesreta wan rojan dilê min dike nale nal

Mame bê per û  bê pal

Ez westiyame Ji ber vê yekê

Jiyan di gewriya me de bûye wek girêkê

Jiyana me derbas dibû li geşt û seyranê

Bi hev re rojên me derbas dibûn mîna govend û dîlanê

Em dijiyan li nav welatê bihiştê rengîn

Li welatê me bû şevên reş û tarî ,

Rondik herîkîn mîna tavên baharî

Herikî cihokên bi xwîn

Bi şev û roj bilind dibe hewar  û qêrîn

Li ser çi û li ber çi

Ji hêlekê destên min ji welat nabe

Lê hêlekê ji ber xerabiyê li welat debara min nabe

Xweşî û şahî ji bo çi li welatê me bi cih nabe

Li ser çi û li ber çi

 

 

ŞOREŞ XURSÎ

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Rojekî Dilê Xemgîn

Min bihîstiye dilê te da evînek şîn daye, wek darê agirê sobê da dişewite, girç …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *