Ji Weşanênxaneya Na’yê 10 berhemên Newaf Mîro!

Newaf Mîro bi xebata salan rêzeke dirêj a berhemên edebî û estetîk diyarî wêjeya kurdî kir. Ev ked; ji bo ziman, wêje, çand û bîra kurdî gelekî qîmetdar e. Kesek, ku di biçûkatiya xwe de here Almanyayê, li wan deran di karên cûr bi cûr de bixebite, heta adaptebûnê gelek zehmetî û zorî bikişîne lê zimanê dayîkê ti caran jibîr neke, bi hemû quweta xwe, bi hemû “bîr”a xwe bi zimanê dayîka xwe berheman biafirîne, tiştekî çiqas pîroz e. Belê, îro Newaf Mîro bi tecrubeya emrekî, çiqas peyvên wî zanibûye yên jibîrbûyî hebe dîsa kiriye nav bîra kolektîf. Wî bûyer û gengeşeyên berê aniye nava me. Wî gelek kurgu afirandine. Wî hîs û dîroka bawermendên me yên êzîdî bilêv kiriye. Ew di berhemên xwe de ji bo rewşa gelê xwe yê kurd ê îroyîn li ber xwe ketiye. Wî hezkirinên me, bêriyên me, evîn û êşên me kiriye helbest, aheng daye peyvê.

Newaf Mîro îro ji bo me bûye berpirsiyar. Helbet bi vê berpirsiyariyê di nav nivîskariya îroyîn de cihê xwe ji bo sibehan girtiye. Navê wî ji niha ve li rûpelan hatiye nivîsandin.

Mîro îro mohra xwe li bin çîrok, helbest, roman, berhemên lêkolînê xistiye. Tev li ser hev wî 10 berhem bi carekê, bi xebata saleke weşanxaneyê amade buye. Meriv ji bo vê kedê çi pesnê bide wê nîvco bimîne. Ancax bi xwendina ew rêzikên xweş, ew peyvên nazik, ew hevokên şanaz em belkî bikaribin heqê wî bidin wî.

Newaf Mîro û pênûsa wî

Newaf Mîro, yek ji navên girîng ên edebiyata kurdî ya hemdem e. Bi zimanekî wêjeyî yê dewlemend û nêrîneke rexnegir a civakî, di berhemên xwe de kûrahiya çand û dîroka kurdî vedikole, di heman demêde bi awayekî hunerî mijarên gerdûnî yên wekî mirovahî, azadî û têkoşînê jî radixe ber çavan.

Mîro, heya niha gelek berhemên hêja pêşkêşî xwendevanên kurd kiriye. Niha em wek Weşanxaneya Na’yê bi kêfxweşî agahdar dikin ku 10 berhemên bijartî yên vê pênûsa hêja ji nû ve hatin çapkirin. Di nav van berheman de çar ji wan çapa duyemîn in, ku ev yek nîşaneya eleqeya xwendevanan ye ji bo xebatên wî. Yên din jî berhemên nû. Van 10 pirtûkên ku ji aliyê Weşanxaneya me ve hatine çapkirin, ji hêla naveroka xwe ya dewlemend û zimanê xwe yê zelal ve balkêş in.

Nivîskarê me yê ku li Wêranşara Rihayê hatiye dinyê û ji sala 1987an ve li Elmanyayê dijî, bi van
berhemên xwe yên nû gaveke girîng bi pêş ve avêt. Mîro’yê ku berê bi pirtûkên wek; Ji Te Hezkirin, Lehengê Tazî Keleşê Reş, Dilop û Bend hatibû naskirin, niha bi van 10 pirtûkan dîsa derdikeve pêşberî xwendevanên Kurd.

Em bawer in ku ev berhemên nû çapkirî dê bala xwendevan û derdora wêjeya Kurdî bikişînin ser xwe.

Berhemên hatine çapkirin:

  • Êzîdayê I,Helbest
  • Êzîdayê II,Helbest
  • Êzîdayê III, Helbest
  •  Gava Jin Li Jiyanê Neman, Çîrok
  • Pîr Sebrî, Serpêhatî,Werger
  • Bilûr û Teşî, Roman
  • Gava Mirî Biaxife, Roman,Çapa Duyem
  • Du Kes Yek Mirov,Roman,Çapa Duyem
  • Dilop, Helbest,Çapa Duyem
  • Sêwiyên Bi Dayik û Bav, Roman, Çapa Duyem

Newaf Mîro,

Di sala 1968an de li Riha – Wêranşehrêli gundê Girêsirt  jidayik bû. Piştî hijdeh salên li welêt hate Almanyayê û li wir bi cih bû. Newaf Mîro heta niha gelek roman, helbest û bi cureyên din berhem bexşand zimanê xwe. Ew hê jî li Almanyayê dijî û xebatên xwe yên wêjeyî didomîne.

Berhemên Newaf Mîro ;

Ji te hezkirin, Relbest,2007, Weşanên Pêrî, Stenbol.

Lehengê tazî Keleşê Reş, Roman, 2009, Weşanên Pêrî,  Stenbol.

Dilop,Helbest, 2010, Weşanên Han, Berlîn.

Dilop,Helbest, Çapa Duyem,2025, Weşanên Na, Îzmîr.

Bend, Roman, 2011, Weşanên Han, Berlîn. 

Bend, Roman, Çapa duyem, 2014 Wêşanên Do, Stenbol.

Sêwiyên Bi Dayik û Bav, Roman, çapa Yekem, 2014 Wêsanên Do, Stenbol.

Sêwiyên Bi Dayik û Bav, Roman, Çapa Duyem, 2025, Weşanên Na, Îzmîr.

Du Kes Yek Mirov,Roman, 2014 Wêsanên Do, Stenbol.

Du Kes Yek Mirov,Çapa Duyem, 2025, Weşanên Na, Îzmîr.

Gava Mirî Biaxife,roman, Çapa yekem, 2014 Weşanên Do, Stenbol.

Gava Mirî Biaxife, Roman, Çapa Duyem, 2025, Weşanên Na, Îzmîr.

Lehengê Dîl Keleşê Reş, Roman, Weşanên Lîs 2019 Diyarbekir

Dilname , roman, Weşanên Lîs Diyarbekir 2019

Lehengê Tazî , Çapa yekem, Weşanên Lîs Diyarbekir 2019 

Hitokê û Papûşko, seta 10 pirtûkên zarokan, Weşanên Morî zarok 2019 Diyarbekir

Çivîka Zêrîn ya Gebrüder Grimm, 2020 werger ji Almanî, Weşanên Morî zarok Diyarbekir

Êzîdayê I, Helbest, 2025, Weşanên Na, Îzmîr.

Êzîdayê II, Helbest, 2025,Weşanên Na, Îzmîr.

Êzîdayê III, Helbest/2025, Weşanên Na, Îzmîr.

Gava Jin Li Jiyanê Neman, Çîrok,2025, Weşanên Na, Îzmîr.

Pîr Sebrî, Serpêhatî,Werger,2025,Weşanên Na, Îzmîr.

Bilûr û Teşî, Roman,2025,Weşanên Na, Îzmîr.

Weşanxaneya Na
E-mail: [nayayinlari@gmail.com]
Website: [www.nayayinlari.com]

Medya Civakî: [@nakitap]

 

Gerînendeyê Rêza pirtûkan: Berfo Barî

Edîtor: Ferîd Behram

Wêneyên Bergan: Lukman Ahmad

Bergsazî: Ajan Kîl

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *