Pelandina destên te
Kulîlkên dil vedibin
Barana biharê.
Awirên çavên te
Derya bêrîkirinê diherike
Berf dihele.
Kurpisîna şevan
Navê te awazekî çêjxweşe
Li ser zimanê çûkan.
Çiyayekî bilind
Bêdengî lûtkeyan dipêçe
Xweşikbûna afrêner.
Sûlav dadikeve
Dengê avê giyan avdide
Pêlikên bedewê.
Kulîk vedibin
Perperik semayê di valahiyê de dikin
Li ser goran.
Baranek sivik
Xaka tî avdide
Dilê şeyda.
Çûk distirê
Awazê birbangê
Me ji tariya tenêtiyê hişyar dike.
————————–
Perçenivîsên helbestvan Can Dost Almixtar
Wergera ji zimanê erebî Majêd a Mihemed