Pêşbirka ji bo “muzîka Gātʰā’yên Zerdeşt” pêxember

Em weke însiyatîva “Komeleya Zarathushtra – Song of Light” bi salan e bi vê projeya “Pêsşbirka muzîka Gātʰā’yên Zerdeşt” ra mijul dibin.Pis̰tî lêkolînên sî û pênc salî (35) yên li ser Avesta û Zerdeşt û berhemên c̰apkirî (Avesta 1-13) hêdî em hîro di vî karê dur û dirêj da gêhiştin dawiya amadekariyên xwe û dixwezin dest bi vê projeyê bikin. Loma em hez dikin ku em bi navbera vê îlanê di navbera me û muzîkjenên Kurd ra têkiliyekê c̰êkin. Bêguman ev karê hanê jibo me karekî pirr cîddî yê dîrokî, c̰andî, ayînî, zimanî û Kurdistan’î ye. Jiber vê hindê em hêvî dikin ku bi em bi vê îlanê bikarin bigêhijin muzîkjenên hêja yên Kurd.

(1)   Divêt bi tevî muzîkeke efsaneyî/destanî muzîkek jibo Gātʰā’yên Zaratʰuštra were amade kirin.Dê drêjiya vê berhemê bi qasî şêşt (60) deqqan be.

(2)   Muzîka Kurdî ya klasîk divêt di hafrandina melodiyan da bibe bingeh bi tevî melodiyên nujen, ango divêt ji muzîka Kurdî ya otantîk ji nuh va muzîkeke destanî/epîk ya gerdunî were hafrandin.

(3)   Avesta, bi taybet jî Gātʰā’yên di Avesta’yê da, ji lavij û stranên ayînî u felsefîk pêk tên. Loma jî divêt digel hafrandina melodiyan meriv bi putepêdanî tevbigerre.

(4)   Melodiyên dengbêjiyî yên klasîk divêt ligorî teşe u zeruriyeta xwa ya dîrokî bi formên gerdunî werin b’ kar hanîn.

(5)   Elementên dengbêjiyî yên di nav c̰anda Kurdên Elewî, Êzdî, Yarsanî u hwd. da divêt tê da bi cî bigirin.

(6)   Di Avesta’yê da agir, av, hewa û ax roleke bingehîn digirin, loma jî heger ev element di nav melodiyan da bikarin werin îfade kirin, dê baştir be.

[ S̰ertên bes̰darbûna pês̰birkê ]

Kesên ku dixwazin beşdarî vê pêşbirkê bibin divêt ligorî van şertên li jêr bi me ra bikevin têkiliyê.

(1)   Jibo beşdariya pêşbirkê du meh wext hene (heta 1ê temmuza 2025)

(2)   Di nav van her du mehan da divêt muzîkeke efsaneyî/destanî bi qasî “çar deqqan” were amade kirin ji bo beşdarbûnê.

(3)   Divêt ev muzîk ji navenda pêşbirkê ra were şandin (→ zarathushtra@gmail.com).

(4)   Pis̰tî ku kesê serkeftî diyar bû, em ê bi wî/wê ra bikevin têkiliyê û peymanekê îmze bikin.

(5)   Li ser hemî hurgiliyên din yên projeya “muzîka Gātʰā’yên Zerdeşt” em ê bi kesê/a serkeftî ra paşê bipeyîvin û pîvanên projeyê yek bi yek vebêjin.

(6)   Jibo kesê serketî dê 2.500.- eyro werin bexşandin + …

(7)   Divêt ji piştî peymanê “muzîka Gātʰā’yên Zerdeşt” ya bi drêjiya şêşt (60) deqqan di nav salakê da were amade kirin.

(8)   Divêt muzîkeke unîversal ya bi motîvên muzîka Kurdî ya otantîk û klasîk were amade kirin.

(9)   Serpereştiya vê projeyê dê îndo-ewrupîst, îndo-îranolog û avestolog Beyhanî Şahîn û Komeleya ZarathushtraSong of Lightbikin (bi tevî alîkariya hindek şexs û dezgehên din).

(10)   Jibo serlêdana pêşbirkê bi kerema xwa emaila însiyatîva “Komeleya Zarathushtra – Song of Light” bi kar bînin: zarathushtrah@gmail.com

(11)   Piştî serlêdanê dê însiyatîva Komeleya Zarathushtra bi kandîdatan/namzedan ra bikeve têkiliyê.

Ji niha va em weke însiyatîva “Komeleya Zarathushtra – Song of Light” jibo eleqeya we jidil spas dikin.

Emaila têkiliyê: zarathushtrah@gmail.com

Birêvabirên projeyê:

Beyhanî Şahîn (îndo-ewrupîst, îndo-îranolog û avestolog)

Komeleya ZarathushtraSong of Light

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *