Edebiyat | Taybetiyên Çîrokan

Çîrokên kurdî gelek hînkar û şîretkar in. Di van çîrokan de li dijî bêgavî, neçarî, tunebûn û xizaniyê, çawa em dibînin îmkan û mecalên nedîtî, nebîhîstî ji aliyê mêrx- asên çîrokî de tên efrandin, di nav van berheman de ew şerê pakî-nepaki, qenci- xerabiye,xweşî-nexweşiyê her diçe tûj dibe, herçiqas dilsar û rûsar be jî dawiya beşek van çîrokan car car bi mirin û kuştinê ve diqede.

Ew şer-dew, teqereq, serpêhatî, bûyer û qewimandinên mezin yên ku di çîrokên kurdî de tê pêşkeşkirin, ji alîkî de wek neynikekê, janên civatê, serêşiyên civatê û rewşa civatê nîşan didin, pêwendî û hevgirêdanên mirovî radixin ber çavan.

Di çîrokên kurdî de gelek erf-edet, rêvaçûn, karekter, nêrîn û dîtinên li ser jiyînê hene. Civatê bi rêke hunerî, artîstîk, bi alîkariya zimanê çîrokan ve daxwazî, hêvî û xewnerojên xwe yên sedsale ji nûh ve civatê re pêşkeş kiriye.

Civatê bi dirêjahiya salan, bi hezaran çîrok afirandiye, angorî sal-zem- anan hewcedariyên me yên hunerî bi cih aniye, em têr kirine.

Çavkanî: Ramazan Pertev, Zarok û Çîrok: Destpêka Pedagojiya Kurdî

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Edebiyata Goranî Ya Klasîk

Edebiyata Kurdiya Goranî ya nivîskî ya klasîk li herêma Hewramanê û bi taybetî jî li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *