Salnameya Nûbiharê ya dîjîtal amade ye

Di nav kurdan de kovara ya herê  navdar Nûbihar, ku ji Weşanxaneya  Nûbiharê derdikeve, Nûbihar,  her sal salnameya bi pel ya kaxizê derdixist niha jî dest havêt dijitalê.

Salnameya Kurdî (Kurmancî) ya dijital  li ser platforma Play Storê di 19ê Adarê de cî girt û Weşanxaneya Nûbiharê di 21ê Adarê de li ser medya xwe ya civakî de Salnameya dijîtal parve kir û eşkere kir. Salnameya dijital niha tenê bi Kurmancî ye.

Di Salnameyê de Gotina Rojê, Dîrokê de Îro, wextên nimêjê, agahiyên li ser Navdarên Kurd, navdarên cîhanê, edebiyata cîhanê, agahiyên dînî, bûyerên muhîm yên li ser Kurdan û yên ku li cîhanê qewimî, pêkenokên Kurdî, xeberoşkên demsalê, helbestên ji edebiyata Kurdî û gelek tiştên din… hene.

Me ji rêvebirên weşanê agahî girt, gotin “ Em ê salnameya xwe ya dijital bi pêş bixin û kêmasiyên wê temam bikin.”

Demeke kin de dê li ser App Store (iOS) jî berdest be.

Çandname

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *