Îroj şazdê edarê ye
Îroj roja hewarê ye
Ewî bênamûsê Sedam
Kurdên feqîr kir qetlîam
Bi çek û bombê kîmyeyî
Gelek Kurd kuşt ewî seyî
Wî zalimê pîsê şedîd
Pênc hezar kurd kire şehîd
Çi mesîhî çi misilman
Çi bê dîn û ehlê wijdan
Me bi çavên serê xwe dî
Kes li Kurdan nebû xwedî
Herkesî ev kir temaşe
Kesî negot ev tişt şaş e
Ewê rojê li Helepçe
Can û cîger tev bûn perçe
Hinekê wan ji ber qehrê
Pirê wan jî ji ber jehrê
Barkirin çûn ji nava me
Agir berdan hinava me
Hinek tiştên dinê hene
Jan û êşên wan zêde ne
Wek jenosîda Enfalê
Naxwazim ez bikim qalê
Dused hezar kes ji Kurdan
Dev ji jiyana xwe/ş berdan
Kuşte ewî pîsê xebîs
Wî zalimê dostê îblîs
Bizan ew hal hîn ew hal e
Enfal jî hîn ew Enfal e
Ez meselê nekim dirêj
Bi gotinan we nekim gêj
Lanet were li zalima
Çav birijin bibin ‘ima
Van gotinên min Embarî
Qebûl kin hûn bi dîyarî
Diyadin Akdemir
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…