Ma Music ji bo salvegera xwe û danasîna pirtûka xwe konsereke bê pere li dar dixe. Ma Musicê banga beşdariyê kir.
Roja 1’ê adarê (îro)li Amedê konsera MA Musicê heye û bê pere ye. Ma Music ku di warê muzîkê de xebateke gelek girîng û serketî dike, niha dikeve 9 saliya xwe. Ji bo vê yekê li Çand Amedê bê pere konserê li dar dixe. Di heman çalakiyê de wê pirtûka xwe “Repertuara Stranbêjiyê” jî bidin nasîn.
Ma Musicê bi diruşma “Mîlyonek Pirtûk, Mîlyonek Zarok” kampanya bi ser vê pirtûkê re dabû dest pê kirin. Pirtûk niha tê belavkirin û kampanyaya wan jî didome.
Ma Music di vê çalakiyê de wê hem danasîna pirtûka xwe bike, hem jî konserek bê pere bide mêvanan.
Çalakî îşev saet 20.30 de dest pê dike.
Diyarname
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…