Pirtûk a bi navê Antolojiya nivîskarên jinên kurd, bi pênûs a Nivîskar Rojbîn ÖZKAN bi kedekî giran bûha amade bûye.
Derbarê jiyan û keda Dusedû hîjde Nivîskarên ku ji jinan pêktên û ji wan nivîskaran her yek bi hunerên cûda pênûsa xwe bi tîpên zêrîn ji bo netewa miletê kurd di nava refên nivîskaran de cîhê xwe girtînin pênase kiriye.
Hinekî ji wan nivîskaran helbestvanin, hinek roman nivîsin, weje lêkolîner û bijîşk û dîrokzan bûnin û cûrbe cûr di saziyên sivîl de çalekvan û rojnameger bûnin.
Bi tavahiya nivîskaran her yek ji wan kedkaran bingeha hebûna nasname û pênase a netewa miletê kurd bûnin.
Lewra di jiyana gerdûnî de û tevahiya miletê cîhanê de bi erdnîgariya heremê û zimanê zikmakî welat û netew bi navkirin tête pênasîn.
Dayîk û xak her yek bi hebûna xwe ji hev cûda pirozin.
Xweda cc maka berheva mirovan di rehîma jinan de afirandiye û hebûna jinan di beşa mirovahîde hebûneke pîroz hatiye bi par kirin, ji ber ku hebûna mirovan û mirovahî di hemla jinan de berhevî dibin.
Xaka erdnîgariya herema miletan bingeha tevahiya berhevê beşa enerjî aborî tendirustî û debara jiyanê ye.
Xak di xwe de wekî rehîma jinan bi şaneh berhevkird dibe çandinîn.
Debara tevahî zindiyan bingeha wî xake.
Di xakê de bi hezaran darên fêkiyan henin û her fêkiyek rengê xwe, qaşikê xwe, tema ava fekiyan û rengê daran, pelê daran her yek bi awayek jî hev cûdanin.
Bes tevahiya hebûna fêkiyan dibe enerjiya tendirûstî a mirovan û mirovahî.
Her waha bingeha xwarin û vexwarinan jî ji axê berhevî dibe.
Lewra xakjî ji bo welatê miletan pîroze.
Balkêşiyek dinan jî her çendî Nivîskar ji bakûr ê kurdistan ê ye, bes behsa Antolojiya jinên tevahiya heremên kurdistanê kiriye û bi gora derfetan xwe hewl daye xwe gihandiye wan nivîskaran.
Ji bo her nivîskarekî rûpelekî bi wane û derbarê huner û serpêhatiya wande pênase kiriye.
Xabeteke ji bo netewa miletê kurd rastî bî qedrekî bê pîvan e.
Nivîskar her çendî bi çanda baweriya Ol a Îslam ê û ji malbateke oldar perwerda adet û çanda malbatê perwerde bûbejî, bes nêzikatî ya nivîskar di çerçoveya netewî de pêkhatiye û keda wê ji bo xizmeta netewa miletê kurd bê pîvan bi wateye û qedirşînase.
Destê wê saxbin û keda wê bibe tovê zanistî û pênasa tevahiya jinan û taybetî miletê kurd û Kurdistan.
Behçet Ateş : 26-01-2025
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…