BINIVÎSE

Binivîse, binivîse heta pênûs di destê te de westiya.

Binivîse, binivîse heta lênûskan de rûpelê sipî û bê nivîs nemîne.

Binivîse, binivîse bila hêstên tê li xweza bibe baran.

Binivîse, binivîse heta xaka gerdûnî de bê gulên renga rengî bixemile.

Binivîse, binivîse bila dilopê ji ber kela dilê te de, bibin rondik fêkiyên bi serê guliyên daran de gulîxarî bin.

Binivîse, binivîse bila berfa bi hezaran sala ser hevde qat qatî kom  bûnin bihelin.Binivîse, binivîse bila tevahî mêjî qirêj û hesûd kar ber lehiya ava berfa hezaran sala heliya têk herin.

Binivîse, binivîse bila tovê mirovên ji evînê têgahin biafirin.

Binivîse, binivîse bila evîndarî di jiyanê de bibe qanûna jiyanê.

Binivîse, binivîse bila her mirov bi dad jiyanê de hempar bijîn.

Binivîse, binivîse bila xema di dilê dayîk û evindaran de dermanê wî bibe şanaziya jiyanê.

Bila qedexetî û gunehkarî tewambar kirin di jiyanê de nemine, binivîse binivîse û binivîse.

 

Behçet Ateş

25-01-2025

About Behçet Ateş

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *